Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

DBP’ê kongreya awarte li dar xist

Di Kongreya Awarte ya DBP’ê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir dîsa weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.  

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 5’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Li gel delegasyonan, her wiha rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Ciwanên kurd pêşengên Ronesansa Rojhilata Navîn in” û “Her ku hûn hildiweşînin em ê jinûve ava bikin” hatibûn daliqandin.

Kongre, piştî hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û dirûşmên “Şehîd namirin” hate berzkirin. Seroka Dîwanê Bedriye Yorgun, diyar kir ku têkoşîn ji pêvajoyan bisînor nîne û bal kişand ser girîngiya xwerexnekirina têkildarî kêmaniyên di hilbijartinan de.

Tecrîd rojeva sereke ye

Yorgun, piştre jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Saziyên navdewletî bi helwesta xwe vê tecrîda girankirî rewşa dikin. Tecrîd û pergala li Îmraliyê heta niha li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Divê em têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hêj bêhtir mezin bikin.”

Wekîla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Zekiye Îlbasan jî diyar kir ku ew mecbûr in di pêvajoya pêş de siyaseta Rêya 3’yemîn ava bikin. Wekîlê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Farûk Tatli jî got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn dike û anî ziman ku divê azadiya fîzîkî ya Ocalan êdî pêk bê.

 ‘Em ê aştîyê bînîn van xakan’

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî di kongreyê de destnîşan kir ku tu carî dê xwe bêhêvî nekin û wiha derbirî: “Neheqî û bêedaletiyên li vî welatî xelas nabin. Divê em li dijî vê rewşê bihêvî û bi dilê xwe têbikoşin û rêya xwe bidomînin. Tevî hemû encaman jî em ê tişta zehmet bi ser bixin û aştiyê bînin van xakan. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, aştî û demokrasî nayê vî welatî.”

Aydenîz û Keskîn dîsa hatîn hilbijartin

Piştî axaftinên axevêran, li ser pêşniyara delegeyan komîsyona Biryarê hate avakirin. Rapora xebatan hate xwendin û piştre pêşniyar hatin kirin. Hinek delegeyan pêşniyar kirin ku Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku duh ji Partiya Çepên Kesk îstîfa kiribûn dîsa bibin hevserokên giştî yên partiyê. Pêşniyar bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Bi vê yekê re Aydenîz û Keskîn dîsa bûn hevserokên giştî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar