Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê 12 bajaran atolyeyên parastina cewherî bên vekirin

Pîrebokên Kampûsê diyar kir kirin li dijî tundî û qetilkirinên jinan ên zêde dibin, pêdivî bi parastina cewherî heye û gotin ku dê ji bo vê yeke li 12 bajaran atolyeyên parastina cewherî vekin

Li gorî danayên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha tebaxê de li tevahiya Tirkiyeyê 51 jin û li gorî nûçeyên di medyayê cih girtin de jî ji 1’ê îlonê û vir ve 26 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Di nava dawiya hefteyê de jî li Enqereyê Fadîme Tekîn ji aliye hevjînê xwe yê 6 sal bere hev dabûn ve hat kêkirn û bi giranî birîndar bû. Her wiha jina bi navê Meral Gurel jî ji aliyê hevjina xwe ve hat qetilkirin.

Têkildarî qetilkirina jinan endama Pîrebokên Kampûsê Hatîce Goz axivî û diyar kir ku li dijî tundî û qetilkirinên jinan ên zêde dibin, pêdivî bi parastina cewherî heye û derbarê atolyeyên parastina cewherî yên vekin de agahî dan.

Parastina cewherî mafek rewa ye

Goz anî ziman ku parastina cewherî di jiyana jinan de mafek bingehîne û wiha got: “Ev mafek rewa ye. Li dijî jinan pergaleke ku bi rêbazên cuda dixwaze hebûna xwe bide avakirin heye. Pergala hiqûqî û desthilatdar jî tim vê pergalê diparêze. Jin jî neçar in bi rêbazên xwe li dijî vê yekê derkevin. Parastina cewherî jî yek ji van rêbazan e.”

Di axaftina xwe de Goz bal kişand ser ser atolyeyên parastina cewherî û ev tişt anî ziman: “Ev 4 sal in atolyeyên parastina cewherî dewam dikin. Em ê di serdema nû de li 12 bajaran van atolyeyan vekin. Gelek jin serî li van atolyeyan didin. Di hemû qadên jiyanê de jin xwe di nav ewlehiyê de nabînin. Jin di van atolyeyan de xwe bihêz  dibînin. Dema min jî yekemin dersa parastina cewherî dît, min xwe wisa hîs kir. Li Enqereyê di nava 2 heftiyan de em ê li 2 cihên cuda atolyeyên parastina cewherî vekin.”

‘Em hemû dixwazin bijîn’

Her wiha Goz da zanîn ku di nava hefteyekê de li Enqereyê, Antakyayê û Edeneyê mêrên ku ji girtîgehan bi destur derketine jinan qetilkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî pergala darazê pêdiviya jinan bi parastina cewherî heye. Em jin, hem ji warê fîzîkî ve hem jî ji warê hişmendî ve bêhêz tên hiştin. Îro tundî ewqas zêde bûye ku herî zêde pêdiviya jinan bi parastina cewherî heye. Em hemû dixwazin bijîn. Emîne Bulut û jinên din dixwestin bijîn. Divê hemû jin li dijî tundiya mêr xwe bi rêxistin bikin û fêrî parastina cewherî bibin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar