Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê 233 cenaze li goristana bêkesan bê veşartin!

Dewleta tirk ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser Bedlîsê 267 cenaze ji goran derxist û heke serlêdan neyên kirin wê 233 cenaze li goristana bêkesan were veşartin

Ji 267 cenazeyan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser Bedlîsê ve ku bi hinceta “Testa DNA”yê di 19’ê kanûna 2017’an de hatibûn derxistin aqûbeta 265 cenazeyan nayê zanîn. Cenaze hêj li ATK’ê tên rawestandin. Di ser derxistina hestiyên cenazeyan re 443 roj derbas bûn. Lê heta niha tenê hestiyê cenazeyên 2 malbatan dane wan. Hêj cenazeyên 265 kesan li saziya ATK’ê ne.

Ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin heta niha 32 malbatan serî li serdozgeriyê dan. 233 cenaze jî hêj li benda serledanê ne. Nûnertiya ÎHD’ê ya Tetwanê bang li malbatan kir û xwest malbat ji bo hestiyên zarokên xwe serî li Saziya Tipa Edlî bidin. ÎHD’ê anî ziman ku ger serlêdan neyê kirin wê hestiyê 233 cenazeyan li goristana bêkesan were veşartin.

Bavê Abdulhamit Doner ê hestiyên wî ji goristana Xerzanê derxistin, Şebap Doner diyar kir ku ji bo hestiyê cenazeyê kurê xwe bistîne 3 meh berê serî li ATK’ê daye û wiha got: “Min 3 meh berê serî li ATK’e da, lê hêj tu bersîv nedaye min. Nedayîna cenazeyan ne li gorî wijdan û exlaq e. Di wijdanê mirovahiyê de cihê vî tiştî tune. 3 meh in li benda wan im. Em nizanin hêj heta kengî em ê li bendê bin. Malbatên ku heta niha serlêdan nekiriye bang li wan dikim ku biçin serledan bikin. Hemû malbatên ku cenazeyên zaroken wan ji goristanê derxistine, divê biçin serlêdanê bikin.

Leşkeran bi fermana serdozgeriyê di 19’ê Kanûna 2017’an de li Goristana Xerzanê hestiyê cenazeyên 267 kesan bi şev derxistibûn û bi dizî biribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenaze hê jî li Saziya Tipa Edlî ne. BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar