Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

“Dê armanca şehîdan pêk bê”

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya li gundewarê Amûdê daxuyaniyek dabû û tê de soza tolhildanê bi rêbazên leşkerî yên guncav dabû.

Girêdayî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê daxuyaniyek da û tê de êrîş, topbaran û bombebaranên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Endamê meclisê Seîd Perso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk rojane bi tank, top û balafirên bêmirov êrîşî herêmên me dike, di encamê de zirar û windahiyên mezin çêdibin. Lê li hember van êrîş, binpêkirin û sûcan civata neteweyî bê deng e. Em ji wê re dibêjin ku çi qas êrîş, topbaran û bombebaran mezin bin û em şehîdan jî bidin, lê tu kes nikare vîna gelê me bişikîne û tune bike. Em vîna xwe ji şervan, gerîla û şehîdên xwe digirin.

Em malbatên şehîdan soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û tu kes nikare vîna me bişikîne. Rast e hêzên navneteweyî çav û guhê xwe ji van binpêkirin û sûcan re digirin, lê em dibêjin hûn jî şirîkên van êrîşan in, hûn jî şirîkên terorîstan û Erdogan in. Ji ber ku di 2019’an de dema êrîş li ser Girê Spî û Serêkaniyê çêbû, wê demê peymana agirbestê hat  îmzekirin, lê dewletên di nava wê peymanê de dengê xwe li hember van êrîşan nakin, wê demê bi hevkariya wan ev sûc pêk tên.

Em soz didin gel û şehîdên xwe ku em tu caran li hember van êrîşan serî natewînin, em ê li ser axa xwe bijîn û bi şehîdên xwe ve girêdayî bin û tu carî gav bi paş ve neavêjin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar