Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dê berxwedana dayikan bi tîpên zêrîn bê nivîsandin’

Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê û bal kişandina ser rewşa zarokên xwe, malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiyê li dar bixin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş got ku dê berxwedana dayikan di dîrokê de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê de, ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, xwestin ku îro jî ber bi Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ve bimeşin û çalakiya nobetê bidomînin. Parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Sarûhan Oluç, Zuleyha Gulum û gelek welatiyan jî piştgirî dan malbatan.

Di vê çarçoveyê de malbat di serî de li ber rêya otorêya E-5’ê kom bûn û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Lê malbat rastî astengiyên polîsan hatin. Di vê navberê de malbatan bal kişand ser Roja Dayikan û gotin ku tenê dê qurnefîlan deynin ber girtîgehê. Li ser astengkirina polîsan jî malbat vegeriyan avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê û daxuyanî dan.

‘Tecrîd giran bûye’

Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr anî ziman ku di şert û mercên asayî de zarok ji bo pîrozkirina Roja Dayikan diçin gel dayikên xwe lê îro dayik ber bi zarokên xwe ve diçin. Parlamenter Hasan Ozguneş jî got ku tecrîda li ser Ocalan di salên dawî de pir giran bûye û ev tecrîd li ser gelê kurd tê meşandin. Ozguneş diyar kir ku dê berxwedana dayikan di dîrokê de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin.

‘Edalet dê ji bo her kesî lazim bike’

Di daxuyaniyê de ji endamên Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut jî ev tişt destnîşan kir: “Divê ji bo grevên birçîbûnê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Em sê caran çûn ber deriyê wezareta dadê. Lê bi me re hevdîtin nekirin. Bêguman dê rojekê edalet ji bo hemû kesî lazim bike. Em dixwazin hemû kes deng bide berxwedan me. Em û zarokên xwe dê bi ser bikevin. Ger Ocalan di tecrîdê de be, wê demê hemû kes tecrîdkirî ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar