Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dê bi hevre jiyanê biparêzin

 

Li aliyekî TSK li ser sînorê di navbera xwe û Rojava de leşkeran bi cih dike, li aliyê din gefan li gelê bakurê Sûriyeyê dixwe. Li dijî sewqîyata leşkerî û gefên Tirkiye gelên ereb, kurd, turkmen û ermenî jî 12 rojin li ser sînorê Girê Spî bûne mertalên zindî û nobetê digirin. Gelên li ser sînor nobetê digirin gotin: “Em destûr nadin ku bi aqilê Osmanî tev bigerin û gelan qetil bikin. Êdî dem ne dema berê û mekan jî ne mekanê berê ye. Êdî gelên li vir dixwazin jiyanê bi hevre biparêzin.”

desthilata AKP-MHP’ê bê navber li gelê Rojava û Bakurê Sûriye gefan dixwe. Di rojên dawî de li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê sewqîyata leşkerî zêde kiriye. serokomarê tirk Recep Tayîp Erdogan dixwazin ku heta 35 kîlometre li nava axa bakurê Sûriye “Herêma Ewle” bê avakirin. TSK li benda fermanê ye ku sînor derbas bike û operasyona dervê sînor bide destpêkirin. Heta niha hevdîtinên di navbera Hêzên koalisyona DYA û  Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) de encamek derneketiye holê. Li aliyê din Tirkiye amadekariyên xwe yên operasyona dersînor berdewam dike. Li dijî hewldanên TSK’ê û operasyona dersînor gelên li Girê Spî, Xaniya Xezalan, Serêkaniyê dijîn jî bûne mertalên zindî û nobetê digirin.

‘Em ê axa xwe biparêzin’

Gelên ereb, turkmen, kurd û ermenî yên li ser sînorê Girê Spî û Kobanê li dijî TSK’ê bûne mertalên zindî 12 rojin nobetê digirin. Yek ji mertalên zindî ya di kon de nobetê digire Dayika 70 salî Zeynep Elî ye. Zeyneb Elî ji Girê Spî ye. Elî ji ajansa MA’yê re axivî û anî ziman ku ji bo axa xwe li ser piyan in û nobetê digirin û wiha got: “Ji bo kes nekeve axa me em ê çalakiya we berdewam bikin. Em li dijî van gefan gavan paşve navêjin. Ez hem ji bo axa xwe û hem jî ji bo zarok û neviyên xwe li vir nobetê digirim.”

‘Pergalek me ya demokratîk heye

Yek ji rêberê eşîra Ereban Ehmed Suleyman jî anî ziman ku wan li herêmê pergalek demokratîk ava kiriye û wiha got: “Em hemû bi hevre di bin vê sîwanê de dijîn. Ji roja me pergala xwe ava kiriye heta niha em rast êrîş û gefên Tirkiyeyê tên. Pergala demokratîk naxwazin. Tirkiye talankirin û wêrankirina li Efrîn û Idlibê dixwaze li vir jî pêş bixe. Em wekî gelê herêmê li dijî vê yekê nobetê digirin û di çalakiyê de ne. Em li vê herêmê berê rastî komên çekdar ên Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) û DAÎŞ’ê dihatin. Niha Tirkiye dixwaze êrîşî me bikin.”

‘Tirkiye bi hişê dagirkeriyê nêzîk dibe’

Suleyman anî ziman ku wan li dijî DAIŞ û komên din li ber xwe da û îro jî wê li dijî heman hişmendiya dagirkeriyê li ber xwe bide û wiha got: “Em heman erkê dîsa didin ser milê xwe. Ev der axa me ye. Em li ser axa xwe dijîn. Em ê axa xwe biparêzin. Me li vir pergal û jiyanek demokratîk ava kiriye. Ji bo ev pergal neyê xerakirin berê me çawa li ber xwe da, em ê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin. Em destûr nadin kes vê pergalê hilweşîne. Tirkiye bi hişmendiya dagirkeriyê nêzîk dibe. Em destûrê nadin vê yekê. Em mafê xwe yê rewa dixwazin.”

Wekî Cerablus Bab Îdlib û Efrînê

Ji tirkmenên Girê Spî Îbrahim Reftanî jî anî ziman ku wan ereb, kurd û ermeniyan li vir jiyanek hevpar û demokratîk ava kirine û wiha got: “Ji bo jiyana hevpar a gelan me li vir pergalek demokratîk ava kiriye. Em di nava vê pergalê de bi hevre dijîn. Ez jî di nava vê pergalê de cih digirim. Em li vir bi hevre li dijî şer û dagirkeriyê têdikoşin. Piştî şerê li Sûriye gelek bajar xera kirin. Cerablus, Bab, Îdlîb û herî dawî Efrîn xera kirin. Niha dixwazin vir jî wiha bikin. Lê em gelê herêmê ji bo destûrê nedin vê yekê têdikoşin.” GIRÊ SPÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar