Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê bi hezaran KHK’î dakevin qadan

Dê li Mêrsînê di 21’ê kanûnê de bi hezaran mexdûrên KHK’ê bi yek dengî bibêjin ‘Em dixwazin bi awayekî mirovane bijîn’. Mexdûrên KHK’yan bang her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin

Bi hezaran kesên bi KHK’yan hatin îxrackirin û hatin mexdûrkirin, dê di 21’ê kanûnê de li Mêrsînê mîtîngekê lidar bixin. Wê mîtîng ji hêla Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Tevfîk Sirri Gur bi dirûşma ‘Em dixwazin bi awayekî mirovan e bijîn’ bê lidarxistin.

Endamên Platforma Mexdûrên KHK’yan a Edeneyê, beriya mîtîngê gazî her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.

Berdevkê Platformê Munîr Korkmaz, anî ziman ku bi Rewşa Awarte re 140 hezar kes hatine îxrackirin û got ku ev ‘mirina sivîl’ e. Korkmaz destnîşan kir ku mafên wan hemû hatine binpêkirin û ew medxûrên KHK’ê xwe birêxistin dikin û hewil didin dengê xwe bilind bikin.

Daxwaza jiyana mirovane

Korkmaz diyar kir ku kesên dixwazin bi awayekî mirovan e bijîn teqez divê tev li mîtînga KHK’yiyan bibin û wiha domand: “Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê, ev rewş ji xwe re kirin bahane û bi gotina wan hema bêje muxalîf hemû hatin ‘paqijkirin’. Lê em vê yekê qebûl nakin. Heta em venegerin ser karên xwe em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em gazî KHK’yiyan dikin, pêşî bila tev li platformên KHK’yiyan ên li bajarê xwe bibin. Bila destekê bidin têkoşîna rewa û mafdar a KHK’yiyan û tev li mîtîngên li herêmên wan tên kirin bibin û daxwazên xwe bînin ziman. Çimkî divê em êdî bêdeng nemînin.”

‘Armanca me tenê ne vegera ser karê xwe ye’

Endamê platformê Nezîr Dorak diyar kir ku armanca wan ne tenê vegera ser karê xwe ye li gel vê bilindkirina têkoşîna maf û hiqûqê ye û pêşîlêgirtina li ber bêedaletiyê ye.

Endamên platformê Seher Kiliç û Mehmet Orûç jî ev tişt anîn ziman: “Di vê têkoşînê de em dilopek in û her dilopek vê têkoşînê bilindtir dike. Em pêşî doza mafê xwe û bi giştî jî ji bo mafên mirovahiyê tev li mîtîngê bibin.”

Her wiha endama platformê Tûgba Kaygûsûz jî anî ziman ku platformên KHK’yan bi travmayên derûnî re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: “Di warê derûnî de ez jî destekê digirim. Ev 4 sal in hevjînê min di girtîgehê de ye. KHK’ê bi her awayî jiyana min tarûmar kir. Em hemû masûm in. Ji bo em vegerin ser karên xwe hûn li benda çi ne?” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar