Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dê bi hezaran Yusif ji dayik bibin û ew dê bibin xelata Kurdistanê’

Ev fedileke xwedê ye û ez bûm diya şehîdan. Ev bû du roja cîrana me lawik jê re çêbû û navê Yusif lê kir, ez çûm ser û min hema bi hezara avête ser kurê min jî hema cercûrek reşand û reşand.. wê bi sedan û hezaran Yusif ji dayik bibin, ew wê xelata Kurdistanê bin

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê Hefo – Hefîfa Ezîz Ibrahîm (Diya Ş.Yusif) Qamişlo

Ez îro bi rojî me, bawer im wê xwedê qebûl bike. Xweska bi dema berê, wêneyên min gelekî xweşik bûn. Ha va ye, ez di neqeba diya xwe û bavê xwe de me. Gelekî xweşik bûm. Ev wêne bû 37 sal e ku me girtiye. Ax.. Serê Kaniyê û derdê wê lêê… Yusifê min nema dengê wî tê…

Lawoo.. navê min Hefîfa ye, ez qebûl nakim ku kesek bi navekî din jî banî min bike, ez Hefîfaaa me, û cîranên min jî dibêjin (HEFO). Ez Hefîfa Ezîz Ibrahîm im. Bavê min Ezîz di demê ku ahdasê Qamişloyê de dest pê kir 2004’an de ew jî wefat bû. Di 2004’an de, li stadiyuma gokê. Rehma xwedê lê be. Diya min jî wefat kiriye. Temenê min jî 66’e. Aqilê min hîna baş dişûxule. Di 66’an de bavê Yusif ez xwestim, di 67’an de ez kirim bûk ez birim û di 68’an de xwedê serbestê min da dinê, ez ji Serbest bi 15 salan mezintir im. Bavê zarokan ji min mezintir bû. Min bawer nedikir ez jê re bibim jin. Wexta bavê min ez birim ji bo mehrkirinê yê qadî got: “Ebû Xorşîd (bavê min mûxtar bû) bi kurmancî jê re got Ebû Xorşîd nayê mehrê, li deftera malbatê meyzand”. Bavê min jê re got: “Çar salan mezin deyne, bela vî awareyî ji min veke.” Du şahid jî bi me re bûn. Qadî, halo li min meyzand, yek jê mezinê Dorika bû, ji mintiqa Beyazê bû ya Sinceqê bû, girêdayî Tirbespiyê ye, jê re digotin Reşîdê Şiwêş li pişt min bû, Usfê Eyşê tihêla min e, herdu jî şahid bûn. Min dît qadî halo li min meyzand got: “Ev çî te ye?” Vêca hingî ez xweşik bûm û hingî zêr bêqîmet bû, çilabê me ji vê derê serê min hetanî ber guharê min bû, ew çilabê sê şal, guharê lîre ha halo gilover û mezin. Ez miroveke ji dînê xwe re gelekî qewîm bûm. Ji dînê xwe re gelekî jêhatî me, ji seat yekan ve hetanî sibe ve hişyar im, hetanî mela bang dide. Rojiya xwe jî li ser vê cilkê digirim, bi duayan û selewatan hetanî diftirim. Şûkur ji xwedê re.

Îcar qadî ji min re got: “Ev çî te ye?” Îcar bavê min Ezîzê Dalînî bi nav û deng bû, yanî bêje keça xwe çima te halo kiriye nebû li cem. Wexta qadî got: “Ev çî te ye?” Min got: “Ev mêrê min e.” Wexta min got ev mêrê min e, hema min nedît hema qadî dest bi ken kir û bû tîqe tîqa wî. Îcar xalê Reşîd hema tepek li milê min da û got xwedê te nehêle ma tu ji ku derê dizanî bê mêr çi ne!!. Min dît bavê min got: “Na xebera keça min e, weleh mêrê wê ye.” Rabû qadî çar sal zêde kirin û ez mehir kirim.

Keçika min, ez li Tirbespiyê hatime dinyayê, li bajêr hatime dinyayê. Bavê min ji tirkî daketiye hatiye Tirbespiyê. Gundê me bi xwe li bakurê Kurdistanê ye navê wê Dalînê ye, ew girêdayî herêma Mêrdînê  Nisêbînê ye, mintiqa Serê Avê jê re dibêjin Kaniya Spî ye. Midyad qeza me ye. Bajarê Nisêbînê û Midyadê warê me ye û Kaniya Spî welatê bavê min e. Milkê eşîra bavê min e. Navê gund Dalînê ye dibêjine me DALÎNÎ.

Bavê min wehîd bû, bavê min gelekî spehî bû. Cemala bavê min li ser kesekî nebû. Tenê ji bavê min re di civatan de digotin EZÎZÊ DALÎNÎ, EZÎZÊ DIRÊJ. Bavê min du Ezîz hebû, yek Ezîzê kin hebû ew jî dalînî bû lê bavê min jê re digotin Ezîzê Dirêj. Bavê min bi diya min re zewicî û pev re daketin deştê. Pêşî daketin Til Cihanê, ew gundê mala xezûrê min e. Til Cihan di sînor de ye, mexfer di Til Cihanê de ye.

Diya min digot: “keça min ez û bavê te gihane Til Cihanê û amê te Ehmed hat, ew jî zilamekî şo’î (komonîst) bû, ew seydayê CEGERXWÎN dest û birayê hev bûn.” amê min Ehmed gelekî şatir û jêhatî bû.

Ehmed zilamekî gelekî biaqil bû. Ji xwe wî rikna Qenat Siwês danî. Diya min digot: “Mamê te Ehmed ji bavê te re got ‘Ma tu çi dikî li Til Cihanê ka em herin Tirbespiyê nav ehlê xwe.’” Got keça min bila, êdî em rabûn çûn Tirbespiyê. Diya min digot: “Gava em çûne Tirbespiyê Fransa li wê derê bûn.” Îcar diya min digot: “Xwişka te Şeha li wê der xwedê da dinê, wê demê me dibihîst ku nalê lingê hespên fransiyan deng ji wan dihatin, direqisîn, wexta leşkerên fransî li wan hespan siwar dibûn îcar reqe-reqa lingên hespên wan dihatin me, yanî dengê nalên binê lingên hespan, ji sewta wan nalan xweşika te Şaha digiriya û wiha em mane li Til Cihanê.”

Ê.. em mane li Til Cihanê, ez li wir çêbûm, Reşîdê birayê min çêbû, Şeha li wir çêbû, Fayîq çêbû, Heyat çêbû, bavê min li wê derê rehmet kir, erê… ê… vî qasî li Tirbespiyê man. Birayê min jî ev bû sîh sal in ku ew ji Sûriyeyê derket reviya ji ber zilma rejîma Sûriyeyê, hevalê hizba Ismail bû, meqera wan jî Almaniya ye. Birayê min sê rojî bû li Tirbespiyê çêbû, zarokên diya min li vir çênebûn ji keçikê pê ve ya li vir jî hate dinê navê wê Heyat e.

Diya min behs dikir: “Em deh mal li Tirbespiyê çêbûn” yanî deh malên Dalîniyan. Em her deh mal jî hewşên me yek bûn. Rehmetiyê Ezîzê Dalînî, Ehmedê Dalînî û Seydayê Cegerxwîn hevalên hev bûn ew bi xwe şo’î bûn. Eloyê Dalînî, Hesen, Xelîl, Şîno ev hemû xal û amê min in. A muhum em deh mal bûn. Îcar amê min Ehmed got: “Welehî em ê gundekî xwe jî li Qamişloyê çêkin.” Bê zarok bû. Bavê min jî ji bejn û bala xwe hez dikir. Zemanê berê jî jinên berê çavên wan li yekî xweşik bû. Hemû jinan dixwestin wî bikin. Îcar hat vê derê û erdekî ji mala Hecî Hemo kirî, pêşî ava kir û diya min jî sê rojî bi birayê min Hikimet ve rehet bûbû amê min jê re got hûn jî werin. Diya min got: “Ehmedo yê te zarokên te nîn in ên min hene.” Mamê min got: “Na. Tu rabe em herin.” Kemyon anî mala bavê min em anîne vir. Çaxa em hatin vir amê min Ehmed û seydayê Cegerxwîn çûne Misirê navê vî Qenat Siwîsî ji Misirê anîn, kirin Qenat Siwês. Ew behra li Misrê ew bajarê li ser behrê navê wê Qenat Siwês e. Gava ez di televizyonê de dibînim ez ji xwe re dibêjim ku ey dinyayê ha di wî zemanî de amê min Ehmed çû wê derê. Wê demê temenê min pênc bû. Wexta amê min Ehmed vegeriya ji Misirê got: “EV DER QENAT SIWÊS E”. Û rastî jî bû Qenat Siwês. Ax, ez ev bû pêncî – şêst sal e em tê de ne. Ez tê de zewicîm, bavê min ez dam. Diya min qet’a xwe bi bavê min re kir. Bi xwedê eger ez rastî behsa xwe û wê zarokatiya xwe bikim hema ji emrê pênc salî ve tême bîra xwe, hema lempê Tirbespiyê têne bîra min. Amûdê ji daran û ew kovik li ser wan bûn, lempe di wan de bûn. Hetanî em zarok bûn di wê reşkokê de em dileyîstin. Lempekê biçûçik bûn. Erê welehî xweş tê bîra min. Xaniyên Tirbespiyê xaniyên wê, kolanên wê, taxên filehan gelekî paqij bûn. Tevde mala Haco tê de bûn rihê minê. Oda Cemîlê Haco di ser me re bû, bilind bû. Vêca em deh mal di hewşekê de bûn. Di hewşa me de incas, mişmiş û tû ji meştelê Şamê xweştir bûn, ji zebedanî xweştir bûn. Belkî hûn dizanin QEHWEXANE li ser rêkê ye dema mirov diçe nav Aliyan, ew qehwa li ser destê te yê rastê ya Ehmedê Dalînî bû ku ji pêşî de çêkiriye. Niha ew cihê ku yê Emîn Dewlê bû ku hevalan ji xwe re birine ew jî cihê bavê min bû.

Tê bîra min bavê min ava kir ji min re digot: “Keça min kanî misînê avê.” Min jî misînê avê dida destê wî. Ya me ne kemilî, ya amê min dişixulî, amê min Ehmedê Dalînî ew qehwexaneya bavê min, li gorî tê bîra min hemî da bi 5000 hezarê sûrî û em hatine vir.

Em hatine vir, vêca bavê min ji berê ve hez xwe dikir. Bavê min qehwexaneya wî li ser rêka giştî bû. Ava kir, ev Ibrahîmê Hecî hemû da milk, milkê bavê min bû, rabû li feqîrên xwe gerhan, ji Xecokê hetanî bi gundên ku dalînî lê ne, ji Tilzîwan, ji Qere Hesenê, gereha li ehlê xwe, li Xizina. Çi bêjim û çi nebêjim bavê min hez xwe dikir, her roj li mala wî mêhvan hebûn. Mala bavê min mala mêhvana bû, mala pîrekên xeyidî bûn, mala pevçûnan bû, mala meşakilan bû û bavê min safî dikirin. Lê amê min Ehmed textîta wî hebû, bêhtir digereha, heta bi Xizna li gundekî gereha û got va min gundekî xwe çêkiriye. Gundê me em bûn 20-30 malî tê de. Pişt re xelkê jî feqîra jî hatin xwe li me girtin û birakê te sax.

Ez zarok bûm, li Tirpespiyê bûm nayê bîra min gava Fransa çû. Bes dema em hatin vir Qenat Siwês Cemal Ebdulnasir tê bîra min. Tê bîra min nedihişt pez derkevê, nizanim welehî çima?! Nizanim, pezê diya min û bavê min gelek bûn ehlê torê gelekî hez pez dikirin. Ciya min bêhtir pezê reş dihewandinin. Bizin, kehrik dihewandin ne mih. Çima li çiyayê me li bakurê Kurdistanê mih nikare here li ser çiyê, bizin sivik e, diqevizê, ma çima dikevê heyva sibatê – adarê dibêjin:

“Gîska gurî çû ser latê gote çirt û çirt sibatokê, min xwar gengilokê ez giham adarokê!”

Vêga sibat jî ba dikê adarê dibêje:

“Adarê wa adarê bide min sê rojê xedarê ez ê gîska ji darê bînim xwarê!”

vêcaa bizin jêhatiye, mih giran e, ev Tor bêhitir hez bizninan dikin. Ê diya min jî şivanê me hebû. Vêca wexta apê min Ehmed hate vir, destpêkê OLÎ çêkir. Olî jî ew e xaniyê du tebeq e. Bi kerpîçan çêdikin, di binê wê de qebo kolan, ji erdê ve lêdikirî heta xilas kirin û ser de girtin, darên qayîm dikirinê û li ser ava dikirin. Amê min pêşî odek ava kir ji xwe re, gelekî hez xwe dikir, pişt re bavê min jî ji xwe re olî çêkir, du ode û hêwan. Vêca wexta pez dihat diketin qebo de. Vêca wexta ew Cemal Ebdulnasir hat esker pê re bûn, şivanê bavê min hebû yekî ereb bû, şirta ketin pêşiya pez, navê wî Hemîd Ezawî bû: Le mîn hade elxenem? Bi erebî jê re got ev pez ê kê ye? Şivan jî besiva wî da: “hade teba Ezîz. Ev pezê Ezîz e.” Bavê min jî nizanibû erebî. Bavê min got ê şirtî: “yê min e.. min e.” Yê şirtî got: “çênabe hûn derxînin.” Bavê min got: “ma em dernexin ma em ê bi çi biçêrînên.” Piştî Cemal tê bîra min Esad derket.

Ew demên xweş bûn. Ev mala ku niha ez tê de me mala min e. Apê min Ehmedê dalînî xaniyê wî di ser cadê re bû. Diya min lê dimeyizand jê re digot: “weyla Ehmedê xweziya şape li te rabê, ez ji Tirbespiyê ji ber lempa û kehreba ez anîm vê çolê danîme.”  Wî jî digot: “wa Hacirê” navê diya min Hacirê bû, keçê bi mezinahiya xwedê wê zemaneke bê, wê tirên ê vir, li Mehtê tirênan wê çêbibin, tu yê ji vir bi tirênê biçî Şamê. Diya min digot: “weyla şape li te rabe Ehmedo tirên wê çilo ê çolê?” Digot: “welehî welehî… tu niha bibînê… wê bistê wedê vê derê buha buha bibe.  “

Malbava diya min jî li bakurê Kurdistanê gelekî têr bûn. Ev gotina Toriya ye, yê xelkê Dalîniyan ne dibêjin: “XWESKA ŞAPE LI TE RABE”. Wê jî her ev xeber digot. Me ji teksiyan re digotin teksiya naylon. Em diçûn sûkê, sûk vala bû, 5-6 malên yahudiyan lê hebûn û ev Qidûrbek 3-4 mal tê de bûn û em jî 10-15 deh malê Dalînî tê de hebûn. Çol bû… çol bû…vala bû… tenteros tê de nebû.  Vêca carê diya min digot welehî me ji Ehmed bawer nedikir, va me bajar ava kir, me kir Ewropa ji xelkê re. Wexta apê min xanî ji karkeran re ava dikirin, ev Cirnikê ya Hecî Ibrahîm bû û gundik a Nayifê Hecî hemo ye, birayê Hecî Ibrahîm e her kesek hiseta wan başqe bû. Diya min zarok tanîn jinmama min em xwedî dikirin. Diya min kebanî bû. Jinamê min ez bi xwe re anîm. Vêca ev der çol bû, hemû birinc bû, li vir dikirine birinc, dikirine pembo. Êvara em randezan ji ber kûçikan û wawîkan. Min bi destê jinmamê xwe digirt û ditirsiyam lê wê digot na netirse tiştek nîn e. Ji ber ku vê derê hemû çol nû û berrî bû. Tenteros di vir de nebû ji bilî malê Dalîniyan, me ji xelkê re kir Ewropa. Jixwe îro meyzêne qesir û qonaxê xelkê çêkiriye, yê me jî 9-10 malê axî bûn kelpîç bûn, tep bûn. Bavê min axakî û zilamekî maqul bû, bi rast û rêk bû. Qahwexaneya bavê min kete ber rêka giştî.

Vê car, wexta ez birim cilê kurmancî li ber min kirin. Piştî ez xwestim, şeş – heft heyvan ez mame bi dergistî, hatin ez xelat kirim, lîre û gustîlikê zêr, seat bi min vekirin heta hatin nexta min anîn, bavê min ez birim sûkê û nexta min li min kirin. Ha..haaa.. duh ez çûm pakêtekê çigarê bikirim ji min re gotin bi du hezarî!! Îcar kenê min hat dema hate bîra min nexta min bi du hezarî bû, erê welehî nexta min bi du hezarî bû!! Cemala min, bejin û bala min bi tu hevalê min re nebû. Ji ber ku ji nav keçikên eşîra min a xweşik ez bûm bavê min nexta min bi çar hezarî birî bû.  Rehmetiyê bavê zarokê min ne li cem diya xwe û bavê xwe bû, başqe bû li Til Koçer bû. Bi serê xwe bû, li diniyayê digereha. Vêca birayê wî hatin, hatin sê hezar dan, hezar ma. Rehmetiyê bavê Serbestê min got ez hezarekî din ê nim, nema tê bîra min anîn ne anîn nizanim. Ez birime sûkê, diya min ji min re da bi zêra, da bi çilaba zêr, çilaba zêr ev a ku niha jinên êzidiyan didin dora serê xwe, tijî pelik in û hemû zêrê giran in. Çilaba serê min bihabû, vêca xelkê wiha datanî ser çavên xwe ya min, min datanî çepê û rastê jî. Min gelekî ji xwe hez dikir û min dizanibû baş xwe bi edilînim. Nixuriya diya min niha mala wê li Cima’yê ye, feqîrak bû nizanibû çi li xwe bike, ya biçûk jî li vir çêbû. Didanê min î zêr jî hema bêje ji wexta tê bîra min zêr in. Wexta dikevin ez çêdikim. Wexta ez bûm bûk û berbûlî hatin, berbûlî çi bûn ew ên ku beriya bûkê bibin bi du rojan dihatin, pez tanîn, savar tanîn, tiştê xwarinê tanîn, bavê bûkê xwarin çêdikirin, êvarî cîran di’ezimandin xwarina xwe dixwarin. Êvarî hine çêkirin. Ban kirin gundê cîrana hatin ser hinê. Bûk xelat kirin di wê hinê de. Destê bûkê hine dikirin û sibehê bûk dibirin. Ez jî wiha kirim lawo. Roja berbû hatin, didanek min xwar bûbû, diya min ji bavê min re got bila keça me nebin hetanî ku tu didanê wê çênekî, qîma min nayê. Rabû zilamek xiristiyan hebû navê wî Xûrê, bavê min ez birime cem heta didanê min çêkir.

Îcar wilo ez bûm bûka ku di vê herêmê de nehatiye dîtin. Tirimbêl li pey tirimbêlan hatin hewşê, heft tirêbêl hatin daweta min. Şeş teksî û cîbek bû, cîbek a rehmetiyê Şêwêş axayê Dorika bû yê Beyazê bû. Berbûlî jî li cem me razeha ne, du pîrek bûn, yek ji bo xwarinê çêke, yek jî ji bo nan çêkî, ev bi xortan re dihatin, bûkê hine dikin û êvara hinê li ser bûkê stranê dibêjin, sibehê jî bûkê dibin mala zavê.

Fistanê ku min li xwe kiribû navê wê ecêbû!! EKLEK MIN HÊN YA BETA (XWARINA TE LI VIR E ORDEKÊ). Haa… haaa… Cawekî bi qeseb bû, biha bûn, sibehê serê min ji hinê şuştin. Pora min gelek bû digiha kaboka min. Tuxmê diya min hemî bi por bûn. Xeftan min li xwe kiribû, ji cawê “Eklek min hên ya beta” bû, qeseb bû, qesebê şîn bû, kiras di bin de bû, şalê kesk li min kirin, şohî li newqa min kirin, derpî jî li min kirin, kirasê min xerbulê spî bû, qundera min jî bilind û spî bû. Navê cawê wê demê ew bû Eklek min hên ya beta bû û sûkûsûkû bû haaaa… ha.. em zarok me digot: “sûkûsûkû eyeya.. çiyayê golê şenge bîka … eyyy… yaaaa…” xortê Enteriyê wiha digotin. Li serê min jî cohtikê Mûsilê kirin, pêş çavê min girêdan. Ez di biçûkaniya xwe de netebitî bûm, kesekî nikarîbû bi min, ez têra xwe hebûm, ji min re digotin Hefo, ez Hefo têra xwe heme. Derman û merman nebû em li rûkê xwe bikin, lê ez xweşik bûm. Li vê kêlekê li wê kêlekê zulfê min hebûn. Keçikê hevalên min, cemala li ser min li ser hevalên min nebû.

Berê dawet dawet bûn, xêl hebûn, xêlvanî hebûn. Xelkê gotin Ezîzê Dalînî keça xwe dan gundan. Wiha ez birim mala zava. Besna Xelîl Axa xaltîka min bû. Xuha ciya min bû. Dema ez gihiştim mala zavê xaltîka min bi destê min girt û got bila kesek wê nebîne wê bûka me nezerî bibe. Alem hindî li dora teksiya ez tê de hatim, Sinceq welatekî bi şîmet bû, heme eşayîr bûn, axa bûn, li dora teksiyê bûne kom. Xaltîka min nehişt kesek hepiriya hevrêşim ji ser rûkê min rakin. Ez daxistim û birim danîm ser doşekê.

Îcar ewqase xêlvanî divabe merga xwe bixwin, pişt re zave tê û serûka bûkê hildidê. Xeswa min ji xaltîka min re got: “Besna heta yek li vadera hebe li ser rûkê bûkê nehilêne, bera alem herê.” Xaltîka min got: “ka em ser rûkê wê rakin keçika me wê bifetisê.” Cîhazê me du lihêf û doşekek û dû zembelîşk bûn, zembelî serê wan neqişandî serê wan viyalî û wiyalî, serkê wan etless û rûyê lihêfê jî etles. Ev hemû adet bûn.

Ez panzdeh rojan li wê derê mam dayika min got ez keça xwe li wê derê nahêlim, hate pê min ez anîm. Hingî bira diçû pey xuhka xwe, yek dihat xuha xwe tanî malbava heta heşt roj neqediyabana qephet bû. Îcar wê li malbava sê çar roja dimîne û vedigerîne. Cara duduyan ez hatim malê hema min dît ku bavê min ji min re mal çêkiriye, textê min jî anîn, sebet bû, sebet ew jî weke sindoqê bû cilê bûkê dixistênê. Mala min jî di mala bavê min de çêbû.

Zarokên min jî, min heşt anîn dinê, yê pêşî textor Serbest Nebî ye, Zozan nebî çêbû, Hemdîn û Şemdînê min cêwî ne, weled Receb çêbû, piştî Receb Yusifê min çêbû, piştî wî Mahir çêbû, piştî Mahir Ciwan çêbû û Azad jî heye, Azad niha li Brîtaniyayê ye. Zozana min tenê li cem min maye. Niha gava zarokên min, ên nuxurî tînin dinyayê ez nava li wan dikim.

Ez panzdeh salan mam bi mêr û mêrê min mir. Êdî ez jina ciwan min bi xwe zarokên xwe xwedî kirin. Min pakêtê cigaran difirotin. Heta zarokên min gihan wan bi xwe ji xwe re kar dîtin. Çûne gundan, hemaltî kirin.  Usifê min jî min heft salan şande medresê, gelekî mekroh bû, nizanibû navê xwe binivîsîne. Lê hingî henûn bû, hingî mutî’ û merd bû. Di dawî de min şande gel yekî dûzançî li ser rêka giştî. Sê dikanên me hebûn herdu çemento bûn yek jî bilokê tep bûn. Me da kirêdaran ji xwe re. Min ji wî zilamî re got bavê Ehmed bila Yusif li cem te be got bila. Yusifê min jî ma li cem wî. Vêca zilamek hebû yê Mudîrê şunê Îraqiyan bû nav wî Ebû Midiyem bû. Rê di dema ku Sedam tirimpêl dişandin Sûriyeyê re dixwestin xwe bifecirînin, Ebû Midiyem hingî hat Rûrî û xwe nefecirand xwe teslîmî nîzamê kir. Vêca qîmeta wî hebû sebabo. Kurkî wî jî hebû li cem Ehmedê dûzançî dişuxulî.

Îcar welehî piştî ku min Yusifê xwe zewicand, hiş û aqilek hate serê wî, bû kehrebçî, kehrebçiyek jê derket te digot qey ev pênçî sal e xwendiye. Kehrebçiyê vêqa mentiqê bû. Enteriyê, Qenatsiwês, Cirnikê û her deverê bû. Hingî hez mislimaniya xwe dikir, hingî hez diyaneta xwe dikir. Tiştekî xerîb û ecîb bû.

Ê keça min beriya heşt salan şoreş dest pê kir ew jî dilê wî germ bû û jidil û can tev li bû. Wexta şoreşê dest pê kir ez jî çûme Tirkiyeyê. Min pasaporta xwe derxist û çûme bakurê welat. Ez çûme nav ahilê xwe, ez çûm tişta ji xwe re bînim weke gûza, helîlê, beniya, min pîkap bar kir û tanî. Ez çûm nav Dalîniyan, li kaniya Spî, Midiyadê. Li wê derê metikên min, xalên min, kuramê min in, çûme nav wan. Vêca sê – çar kîs ji min re dadigirtin ew kîsên xişxişkî ji min re dadigirtin. Ez wexta dermala diçûm, wexta payîzê, min du kîs ji goştê dermalan tijî dikir û tanî. Li Nisêbînê erdê me heye, li serê kaniya Spî erdê me heye, gûza min di nav de ye, bavê min dabû min. Bavê min weke hevalekî bi min re gelekî ji min hez dikir.

Îcar pîrika min xwestiye di nifûsê de navê Nafiya li min bike, lê li wê derê min got na ez navê min Hefo ye, ez Hefîfa me, Hefîfa diya Hizinî Haco li min kiriye. Ciya min got wexta tu çêbû hinde tu xweşik bû, Xurşîdê diya min çêbû paşî ez çêbûme got: “diya Hizniyê Haco hat û ew paç li ser rûkê te rakir û got ‘welehî ev keça te ji min xweşiktir e.’ hema bila navê wê Hefîfa bê.” Vêca zaroka ji min re gotin Hefo hefo ez mam Hefo.

Nebixêr wê pîrika min çûbû di nifusê de nîvisand Nefiya. Rihê min ji navê Nefiya diçê.

Îcar ez li Tirkiyeyê bûm keçamê min telefon vekir, keçameke min hebû gelekî jêhatî bû, emrê wê giha şêstî û mêr nekir. Niha li Nisêbînê yek kiriye. Talî yek kir. Jineke jêhatî bû. Îcar ji min re telefon kirin gotin: “keçê qirikê dibêjin Cêş Elhur ketine Rasil Eynê de.” Min got: “tu bixwedêkî.” Got: “erê. Ez jî hatime malê.” Min pirsî ka Yusif?? Kir. Gotin Yusif çûye Rasil Eynêêê. Min got: “çû çi?!” Gotin: “mane dibêjin Cêş Elhur ketiye wê derê de.”

Kurê min dest pê kir û mîna pêhlewanekî bû, çavê wî ji tu tiştî nedişkest. Ê di şerê Serê Kaniyê de bi qehremanî şehîd bû, firokê lê da.

Ev heşt salê ku di nava şoreşê de ma, li herêma Til Elo ma, li Cinûbê Red, li Koz ma ew jî herêmeke ku bavê wî gelek lê ma bû bazirganiya dexlan dikir. Li wê minteqê kurê min şer kir. Li Tilhemîs şer kir, li Kobanê şer kir, li Minbicê şer kir, çû Şingalê. A ev gumirka me ya kevin Yusifê min stand. Êvarî telefonê ji birayê xwe re Şivan re vedike. Min nema dît ku çûye. Dilgerm bû. Êvarî Yusifê min ji Şivan re telefon kiribû ku jina wî Gulê bînin gel xwe. Min nizanibû ez sibehê ji xew rabûm min dît li hewşê razayî ne. Min pirsî gotin welehî duh Yusif xwestiye ku ez wan bînim.  Ez çûm mala şêx û vegeriyam, min Yusifê xwe nedît. Vegeriyam ji ber dewleta tirk li vê derê jî da me xiradê xwe amede kirin ez ha derkevim hema min dengê telefona erdî bihîst. Gava min rakir min bihîst ku dengê Yusifê min e. Hema min got qurbana te bim tu li ku derê yî? Got welehî va ez li Serê Kaniyê me. Min got kurê min haj ji xwe hebe ez dizanim tu dilgerm î. Gote min: “na yadê xeman nexwe mala şêx li pişta min in, me milet derxist û em milet diparêzin.” Piştî wê telefonê hema diçe ser wê avahiya malê radihêje kilaşînkofa xwe û wêneyekê digire dibêje: “Rasîl Eynê ez dev te bernadim.”

Me jî lêda em çû Tirbespiyê. Êvarî min çiqasî jê re telefon dikir, bersiv nebûn. Min jê re çend name şandin min dît tenê dengek şand got: “yadê… qiriii û qiyamet e… em di nava şer de ne. “Em çarşemê çûn ew pişt re roja înê bi birayê xwe yê li Brîtanyayê re diaxive dibêje: “Azad tu şiyar î.” bersiva wî dide: “erê birayê min ez şiyar im.” Yusifê min jê re dibêje: “bixwîne xwendina xwe temam bike.”

Ji hevjîna xwe jî re di telefonê de qewîtiya keçikên xwe dike, jê re dibêje silavan bike va ez ê razêm. Roja sebitê kurê min diçe dikeve Çinar Pinarê de. Min Çinar Pinar dîtiye miqabilî Rasil Eynê ye. Beriya ku ev şer dest pê bike tê bîra min ez û ew û Şivan li hewşê rûniştibûn îcar me behsa derbasbûna Tirkiyeyê kir. Yusifê min got: “welehî eger we nedît ez têkevim wî aliyê bakurê Kurdistanê bila navê min ne Yusif be”. Min jî got welehî ji te tê tu têra xwe heye. Îcar kurê min roja sebitê dikeve Çinar Pinarê de.  Hêtê Tirk dişkîne û heft eskeran hêsîr dike dide hevalan. Ji hevalan re dibeje ka sîlahê wan eskeran bidin şevanên min, şervanê min bêçek in. Îcar jê re dibêjin birîndar û şehîd hene. Hevalê Yusif birîndaran tîne nexweşxana Hesekê. Şehîdan jî dibe morga Til Berekê. Piştre vedigere û dikeve şer. Dikeve şer firok tê lêdixe.

Hevalek navê wî Newroz hebû pê re bû, dest û lingek wî jê bûbû wî ji min re got. Got: “yadê ez heft seatan li berada Til Berek mam ji wan werê ez jî şehîd im. Pişt re dimeyzênin ku rih di min de heye, min derdixin.”

Kurê min egerê bi vî dilê xwe yê mezin berê xwe da rêka şeref û namûsê ez nikarim yek tiştî bibêjim ez bibêjim jî wê gelekî kêm be. Ew ne kurê min bû ew kurê her dayikekê egîd e. Eger ewqase li xwe danî û dev wan keçikên wekî gulan berda ji bo welat, dev hevjîna xwe berda, dev dayika xwe ya ku li ber dilê wî ewqase şêrîn û berê xwe da rêka berxwedaniyê û qehremaniyê çiqasî gotinan bêjim kêm in.

Ez ji ber serbilind im. Çawa ez di vê heyata xwe de her demê serbilind bûm ez niha jî serbilind im bi Yusifê xwe. Eger qedera her kesekî wekî qedera kurê min be wê ev dinya hemî bixêr bimîne. Temenê wî pênc salî bû bavê wî çû rehmetê, keçika wî jî çar salî bû ew çû rehmetê, di ber axa welatê xwe de çû, di ber ûmeta Muhemed de çû, di ber zarokên kurdan de çû, lê kezeb e û zehmet e, zora min dibê û nikarim.  Ez ji dilê xwe dibêjim.. hema ji dil.. ez qet di heyata xwe de poşman nebûme.. lê kezeb zehmet e.. kezebê pişta min şikenandiye. Min bi zend û bendê xwe de zarokên xwe xwedî kirin. Hesreta ku maye di dilê min de min ji kurê xwe Yusif re digot: “tê min bibî hecê.” Digot: “erê yadê bi soz ez ê te bibim.” Ev çûna hecê maye welehî. Lê xwedê wî bire hecê cem xwe û yê min hişt. Ê min êtîmê wî man, qey xwedê te’ala ev zarokên wî jî kirin para min.

Ez ji vê dinyayê têr bûme. Ji cilan, kêfê û qedir û qîmetê mehrûm nemame. Bi hêvî me dilê her dayikeke ji zarokên wan mehrûm neke. Sebrê di dilê dayikên şehîdan re kûr û fireh bike. Ev fedileke xwedê ye û ez bûm diya şehîdan. Ev bû du roja cîrana me lawik jê re çêbû û navê Yusif lê kir, ez çûm ser û min hema bi hezara avête ser kurê min jî hema cercûrek reşand û reşand.. wê bi sedan û hezaran Yusif ji dayik bibin, ew wê xelata Kurdistanê bin.

*Ji cîlda duyemîn a Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

Serok a li ser milê xwe kir lê ya ji me tê xwestin hîn maye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar