Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dê bi kampanyaya TJA’yê bajarê xwe biguherînin

Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Aysel Erol diyar kir ku kampanyaya bi pêşengiya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ hatiye destpêkirin dê li Mêrdînê jî di demek nêz de bidin destpêkirin û got ku dê bi vî kampanyayê jin Mêrdînê biguherînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tundiya li ser jinan, kuştin, îstîsmara zarokan û talankirina xwezayê kampanyaya ji bo 5 mehan bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ da destpêkirin. Yek ji cihên ku ev kampanya dê lê bê meşandin Mêrdîn e. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Aysel Erol da zanîn ku di çarçoveya plansaziyê de dê ji bo mêran bi panela ‘zayenda civakî’ startê bidin.

Erol diyar kir ku kampanya di pêvajoyeke ku tundiya li ser jinan zêde bûye de derketiye holê û wiha got: “Ev kampanya di heman demê de projeya xwedîderketina li ax, ziman û ava xwe ye. Me jinên Mêrdînê di vê mijarê de berê jî gav avêtin. Di pêvajoya 5 mehan a kampanyayê de em difikirin ku bi panelê startê bidin. Em difikirin ku derbarê zayenda civakî, nêzîkatiya li hember jinan û têkoşîna jinan de panelê pêk bînin. Demek dirêj e atolyeyek me ya jinan ku berdewam dike heye. Em di van atolyeyan de nîqaşan dimeşînin.”

‘Em ê ji her kesî re vebêjin’

Di axaftina xwe de Erol da zanîn ku di nokteya ku xebatan lezgîntir bikin û bikin jiyanê de gav avêtine û wiha domand: “Ne tenê li ser çalakiyan, di mijara îdeolojiya rizgariya jinan de têkoşîna jinan ji vir û şûnde çi plan tê kirin de wê hewldanên me hebin. Di çarçoveya vê xebatê de bêguman bendewariyên me hene. Yên ku civakê biguherin jin in. Divê em perwerde û têkoşîna jinê li ser modela afirandina jina azad bigirin dest. Em ê fikra ‘jina rêxistinkirî ku wê civakê biguhere’ ji her kesî re vebêjin.”

 Dê xwe bigihînin hemû jinan

Her wiha Erol anî ziman ku dê bi jinan re bên gel hev û piştî plansaziyê dê lez bidin xebatên xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî alî de em ê xebatên xwe bimeşînin. Em ê perwerde, panel û diyalogên xwe lez bikin. Em jinên Mêrdînê di mijara xwedîderketina li ax, çand û zimanê xwe de  xebatên xwe pêk bînin. Em ê xwe bigihînin hemû jinên Mêrdînê û projeya xwe vebêjin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar