Çalakiya Rêwîtiya Azadiyê ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were bê lidarxistin dê di navbera 3-8’ê îlonê de di navbera bajarên Dortmûnd û Kolnê yên Almanyayê pêk were.
Komîteya Amadekar a Çalakiyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî çalakiya ku dê bi dirûşmeya “Bi rûhê Apogerî ber bi Rêwitiya Azadiyê ve” lidarbixin wiha got: “Em bang li ciwanên kurd û enternasyonalîst dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”
Roja ewil a çalakiya protestoyî ku wê ji bajarê Dortmûnd ê Almanyayê heta Kolnê dewam bike, wê bi konferanseke têkildarî Abdullah Ocalan dest pê bike.
Komîteya Amadekar dê têkildarî çalakiyê di rojên pêş de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.