Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dê destaneke mezin binivîsin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, li Bazîdê derket pêşberî deh hezaran û polîtikayên AKP’ê û qeyûmê şermezar kirin. Buldan anî ziman ku Erdogan cudakarî û berbendiyê pêş dixe û dixwaze bi birçîbûnê gel mohtacî xwe bike û wiha got: “Gelê Bazîdê tu carî mohtacî we nabe û serî li ber we natewîne. Em ê di 31’ê Adarê de destanê binivîsin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê adarê ji Qersê derbasî Navçeya Bazîdê ya Agirî bû. Buldan, bi konvoyek mezin û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Buldan, piştî bi girseyî hat pêşwazîkirin li gel heyeta pêre derbasî qada mîtingê bû. Buldan bi dirûşmeya “Gel bi we rûmetadar e” hat pêşwazîkirin. Buldan, li vir xitabî gel kir û xwest hikûmet bi lezgîn bersîvê bide daxwazên hezaran girtiyên di grevê de.

Buldan, ewil bal kişand ser polîtîkaya qeyûm û wiha got: “Qeyûm li her derê vîna gel xezp kiriye. Li vir jî vîna we xezp kirin. Şaredarên bi vîna we hatin hilbijartin ji kar girtin. Vîna we teslîmî qeyûm kirin. Wan qeyûman li her derê heman tişt kir. Li her derê çand, nirx û rûmeta gel jê birin. Peyker, bîrdarî û nirxên gel tune kirin. Qeyûmê hat vir peykerê Ehmedê Xanî hilweşand. Qeyûm hat vir Mala Piştevaniya Tenduristiyê ya Ayşenûr Zarakoglu  ya ku jinan bi hezar kedî vekiribûn girtin. Bi destûra xwedê em ê wan bişînin Enqereyê.”

‘Em ê bi hevre dawî li vê hişmendiyê bînin’

Buldan, bal kişand ser nêzîkatiya Erdogan a beriya pêvajoyê û piştî pêvajoya çareseriyê û wiha lê zêde kir: “Em li vir soz didin we, em ê di 31’ê Adarê de wê hişmendiyê bi hevre bişînin Enqere. Tayib Beg di pêvajoya çareseriyê de zêde pesnê Ehmedê Xanî da. Lê piştî pêvajo xera kir, cihê Ehmedê Xanî ji dilê xwe derxistin. Lê di dilê me de cihê Ehemdê Xanî her dem heye. Tu car ji dilê me dernakeve. Îro roja hesabpirsînê ye.  Li vir tenê deriyekî sînor heye. Deriyê sînor ku berê deriyê debara gelê Bazîdê bû. Niha tenê bûye deriyê xizmeta AKP’ê. Tenê xizmeta AKP’ê û hevkarên wan dike. Bila Tayip beg bê li vir miroven betal bibîne. Lê tenê tiştekî dikin, di sînevîzyonan de me nîşan dide. Me weki terorîst nîşan dide. Lê bila bê vir û dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” bibinin. Lê tu hêza wan a bê vir tune ye. Erdogan di sînevîzyonan de kuştina 49 mislimanan nîşan dide û dengan kom dike. Guneh e ey be. Erdogan dibêje em yên hatine xuliqandin ji ber yê afirandiye em hez dikin. Lê em hemû ji aliyê yek kesî ve hatine quliqandin. Wê demê çima cudakariyê dixe navberê. Çima berbendiyê dixe nav. Em qet destûr nadin berbendî û cudakariyê. Em ê bi rêya aştî û biratiyê dawî li vê ferasetê bînin.”

‘Gelê Bazîdê tu carî mohtacî AKP’ê nabe’

Buldan anî ziman ku îro ji ber qeyrana aborî gelek pirsgirêk hene û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di milê sewalkariye de pirsgirêk zêde ne. Mirovên me nikarin êm ji sewalên xwe bigirin. Mirovên me mahkûmî birçîbûnê kirin. Lê em baş dizanin ku gelê Bazîdê tu car ne mohtacî AKP’ê û ne birçiyê AKP’ê ye.  Her roj îdîda dikin ku azadî û demokrasî anîne vî welatî. Lê her roj siyasetmedar, aştîxwaz, akademîsyenan digirin. Bi qeyûman vîna gel xezp dikin. Parlamenter û şaredaran digirin. Ger ku îro Yekîtiya Ewropa ketina Tirkiye red dike, wê demê we li cihekî şaşî kiriye. Ger ku hûn mirovan ceza nekin, hevserokan û hevşaredaran negirin û ji peywirê negirin. Ger ku hûn Selehatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag negirin wê demê rê li pêş we nayê girtin. Ger ku hûn dixwazin li pêşeroja jin û ciwanan rê vekin û dixwazin tekevin Yekîtiya Ewropa wê demê divê hûn gavên demokratîk bavêjin.”

‘Tecrîd li Tirkiye belav bûye’

Buldan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê û wiha bi dawî kir: “Îro 130 rojin rêzdar Leyla Guven di grevê de ye. Ne tenê Leyla Guven, li hemû girtîgehan û welatên ewropa bi hezaran mirov ketine greva birçîbûnê. Jiyana mirovan hatiye asta krtîtîk. Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin divê hûn daxwaza van mirovan pêk bînin. Daxwaza van mirovan demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Demek berî demekê parêzer û malbat bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Ev daxwaz demokratîk, meşrû û zagonî ye. Nedîtina van daxwazan nedîtina hiqûq û edaletê ye. Tecrîd îro li ser hemû Tirkiye belav bûye. Îro li Tirkiye her kes di bin tecrîdê de ye. Çareseriya vê yekê bi rakirina tecrîdkirina Ocalan pêkan e.  Em li vir carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Em dibêjin zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Ger ku hûn van zagon û hiqûqa xwe pêk nînin hûn bi xwe re dikevin nava nakokiyan.  Ji bo daxwazên me pêk bên û têkevin meriyetê em dê bi hevre di 31’ê Adarê de bersîve bidin. Em dê di 31’ê Adarê de înkar û îmhaya li ser çand, nasname û nirxên xwe bibîr bînin û em dê dawî li vê yekê bînin. Êdî dê li vir hevşaredara jin wê hebe. Dê li derd û pirsgirêkên we guhdar bike. Wê li dijî pirsgiran têbikoşe.  Em ê bi hevre Bazîde, Agirî, Panosê bi dest bixin. Bazîd ya me ye Aştî ya me ye.” AGIRÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar