Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Dê destên wan di qirika qatilan de be

Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyan de hata xwestin ku winda bê dîtin û kiryar bên darizandin.  Her wiha li Êlih û Amedê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê 28 sal berê hat qetilkirin hat bibîr anîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku hêj kujerên Aydin tên parastin û dê destên wan di qirika qatilan de be

Dayikên Şemiyê bi boneya kujer bên darizandin û winda bên dîtin çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê di hefteya 745’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, dîsa rastî astengiyên polîsan hatin. Dayik piştî rastî astengiya polîsan hatin dîsa li Kolana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kom bûn û dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglu û nûnerên gelek rêxistinên civakî amade bûn. Xizmên windayan dîsa tîşortên ku wêneyên windayan û qurnefîl li ser heye li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefîl rakirin. Dayikan vê hefteyê aqûbetna Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek ên di meha sibatê de ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin pirsîn.

Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Alcan daxuyanî xwend. Alcan anî ziman ku 745 hefte ye ne tenê ji bo kesên hatin binçavkirin û windakirin, di heman demê de ji bo ku êdî kes winda nebin têdikoşin û wiha got: “Binçavkirina veşarî û windakirina di bin çavan de warê îşkenceyê ye. Ev yek bi tu awayeyî nayê qebûlkirin. Bêdengiya li hemberî vê yekê sûc û şirîkatiya sûc e. Em ê tu carî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Hemû kesên xwedî rûmet û wîcdan divê bêdeng nemînin. Em ê her dem ji bo mafê mirovan têbikoşin.”

‘Bi maşîneyên transporter revandin’

Alcan anî ziman ku di navbera 7 û 21’ê sibatê de Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek revandin û li gel hemû lêgerîna malbatan encam bi dest nexistin. Alcan diyar kir ku kesên hatin revandin bi maşîne Transporter hatin revandin. Li gorî şahidan kesên xwe wekî memûrê dewletê pênase kirin revandin. Em di hefteya 745’an li gel malbatên Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek in. Li gel ku malbatê serî li hemû rayedaran dane jî dîsa aqûbet ne diyar in. Windakirin bi tu awayî ne rewa ye û nayê qebûlkirin.

Alçan, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî kir û xwest hiqûqê pêk bînin û wiha got: “Em dixwazin der barê kesên hatin revandin de lêpirsînek bi bambor bê destpêkirin. Em bang li Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan dikin. Em dixwazin bi lez û lêpirsinek berfireh bidin destpêkirin. Van kesên mirov revandine bên darizandin. Em dipirsin ku Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek li ku ne?”

Gokhan Turkmen: Gokhan Turkmen, kîmyagerê Saziya Donatima Zîraî ya Tirkiye (TZD) bû. Turkmen, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’ê hat îxrackirin. Di 9’ê Tebaxa 2016’an de 4 polîsan li mala wî ya Enqere lêgerin kirin. Polîsan ji hevjina wî Selda Turkmen re got ‘der barê hevjînê te de biryara girtinê heye. Piştre 6-7 polîsê tîmên tevgera taybet ji bo Gokhan Turkmen bibin hatin malê. Turkmen di 2’ê sibata 2019’an de li malbatê geriya û got; “Ger ku êdî hûn agahî ji min nestînin serlêdana sûc bikin.” Di 7’ê sibata 2019’an de çû mala bavê xwe ya Antalya, Piştî ji mal derket carek din agahî jê nehat girtin.

Yasîn Ugan, Ozgur Kaya: Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Yasîn Ugan û Ozgur Kaya neçar man ji malê biqetin. Di 13’ê Sibata 2019’an de saet di 15.00- 16.00’an de ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan nasandin ve hatin revandin. Ugan û Kaya dest kelepçe kirin û birin. Buyer li pêş çavê wilatiyên taxê pêk hat. Ji wê demê heta niha hewldanên malbatê bê encam ma.

Erkan Irmak: Erkan Irmak ku mamoste bû, li Umraniye ya Stenbolê dijiya. Der barê wî de biryara girtinê hebû. Saet 23.00’ê şeva 16’ê sibatê piştî ji malê derket li kolana Îstiklalê ya Umraniye 2 kes ketin milê Erkan Irmak û ew revandin. Piştî wê roja ku buyer li pêş çavê hevjîna wî pêk hat carek din agahî ji Erkan Irmak nehat girtin. Hemû serlêdanên malbatê bê encam man.

Mustafa Yilmaz:

Mustafa Yilmaz ku Fizyoterapist bû û 33 salî bû, mala wî li Enqereyê bû. Di 9’ê cotmeha 2018’an de ji ber Bylockê hat girtin û di 8’ê sibata 2019’an de hat berdan. Mustafa Yilmaz, di 19’ê sibata 2019’an de dema çû kar carek din agahî jê nehat girtin. Tevi hemû hewldanên malbatê agahî ji Mustafa Yilmaz nehat girtin.

Salîm Zeybek: Mala Salîm Zeybek li Enqereyê bû. Li Saziya Teknolojiyên Agahiyan kar dikir. bi KHK’a OHAL’ê hat îxrackirin. Piştî der barê wî de biryara girtinê hat dayîn ji malê qetiya. Di 21’ê sibata 2019’an de dema hevjîna wî çû ew li Stenbolê ziyaret kir û bi maşîneyê seyahat dikirin, kesên çekdar pêşiya erebeya wî birîn û ew ji erebeyê derxistin û revandin. Carek din tu agahî jê nehat girtin.

Wê destên me di qirika qatîlan de be

Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujeran derbixin holê û bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane domandin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 543’yemîn de li avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hildan.

‘Kujerên Vedat Aydin aşkere bikin’

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî di çalakiya vê hefteyê de axivî û got 543 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin.

Bîlîcî bibîr xist ku meha tîrmehê meha qetilkirina Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de hat windakirin û di 7 tîrmehê de cenaze wî hat dîtinê ye. Bîlîcî anî ziman ku dewlet kujerên Vedat Aydin ê rêveberê ÎHD’ê û parêzvanê mafê mirovan û siyasetmedarek serbilind bû baş dizane û wiha got: “Vedat Aydin tu demê ji dest ji heqîqet û parastina mafên mirovan berneda. Di serdema hovîtî li ser kurdan pêk dihat Vedat Aydin rol û mîsyona xwe baş leyîst. Lê nehiştin xebata xwe bike û wî qetil kirin. Îro li vê salona em çalakiyê lê dar dixin jî navê wê Vedat Aydin e. Em jî soz didin Vedat Aydin û hemû windayan em ê kêliyekî dest ji vê dozê bernedin. Hûn her tim di bîra me de ne û hûnê qet ji bîra me dernekevin. Bila dewlet arşîvên xwe veke û kujeran eşkere bike.”

Parêzer Gurbet Yavuz a Rêvebera Şaxa ÎHD’ê jî çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwend û qala bûyerê kir.

‘28 sal derbas bûn lê hêj kujer tên parastin’

Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 449’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parêzvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) û xizmên windayan beşdar bûn û wêneyên windayan hildan. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Denîz Rumeysa Kaya daxuyanî xwend û bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin. Kaya da zanîn ku bi ser kuştina hovane ya Vedat Aydin de 28 sal derbas bûn û wiha got: “Kujerên wê hovîtiyê hêj tên parastin. Wê destê me di qirika kujeran de be. Em bejna xwe li ber dostê hêja Vedat Aydin û kesên di merasîma cenazeyê wî de jiyana xwe ji dest dan ditewînin û bibîr tînin.” STENBOL/AMED/ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar