Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dê destpêkê hesabê bidin jin û dayikan’

Jinên Amedê têkildarî tayînkirina qeyûman axivîn û diyar kirin ku dê ewil  diyar kirin ku ‘wê ewil hesab bidin jin û dayikan’. Jinan li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê li jinan û hemû civakê kirin

Piştî qeyûm tayînê 3 şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê bûn şûnde çalakiyan di 19’ê Tebaxê de dest pê kir. Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî xespkirinê daketin kolanan û bi şev jî saet di 20.00’an de çalakiya dengderxistinê pêk tê. Jinan bal kişandin ser xespkirina îradeya wan û got ku dê têkoşînê bidome.

Jina bi navê Aysel Tufan da xuyakirin ku divê jin û dayik zêdetir li dijî qeyûman têbikoşin û got ku AKP û MHP’ê tifaqa ku kurdan biqedînin ava kirine û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku dixwazin kurdan biqedînin. Ji destê wan bê wek Sedam dê jehrê biavêje bajarê kurdan lê nikare bike. Dem ne ew dem e. Bi van êrîşan hewl didin îradeya me û gelê me tune bikin. Dema gundên me hatin şewitandin, zarok rastî tecawizê hatin, zarokên me hatin qetilkirin jî em bêdeng neman. Me soza têkoşînê daye. Ji vir şûnde tu tiştek ne zext, ne êrîş ne jî komkujî nikare bi me şûnde gavan bide avêtin. Bila ji bîr nekin, ev welat yê me ye. Ev ax ya me ye. Kes nikare ji me bigire. Nikarin bi qeyûman me bitirsînin. Binêrin em li vir in. Em ê li vir bin. Kes nikare me ji rêya me vegerîne. Heta dawî em ê têbikoşin.”

‘Em te û qeyûmên te nas nakin’

Jina bi navê Fatma Şîmşek diyar kir ku diz, kujer, xapînok, îxanetkar hemû hatine gel hev, li hember kurdan bûne yek û bang li Walîtiyê Amedê Hasan Basrî Guzel yê wek qeyûm hatiye tayînkirin kir û wiha got: “Walî beg tu şerm nakî? Tu maf dixwî, tu qet şerm nakî? Gelê vî bajarî tu tercîd nekirî. Tu yê niha çawa li rûyê wan binêrî? Tu yê çawa derkeve nav gel. Em Selçuk Mizrakli dixwazin. Em şaredarê xwe dixwazin. Em ew hilbijart û em te û qeyûmên te nas nadin.”

Bi rojan e li mafên xwe digerin

Her wiha jina bi navê Hacer Karabag jî bertek nîşanê polîtîkayên êrîşê yên li hember kurdan da û ev tişt anî ziman: “Divê demildest dawî li van polîtîyana bê. Gelek ji ber ku demokrasiyê dixwaze rastî êrîşan tê. Gelo em bi zihniyetek çawa re dijîn? Her tim kurdan û muxalîfan hedef nîşan didin. Di tiştekî biçûk de dest bi êrîşan dikin. Naxwazin em biaxivin, em li mafê xwe bigerin. Sibehê ji bo em li rûyê zarokan û ciwanan binêrin divê em têbikoşin û li mafê xwe bigerin. Divê li dijî xespkirina îradeyê, jin û dayik zêdetir deng derbixin. Em nikarin xespê ji nedîti ve bên. Li vî welatî kuştina jinan, îstîsmara zarokan, bûyerên tacîz û tecawizê zêde bûne. Tu tiştek ji bo vê nayê kirin. Divê ewil ew hesab bidin jin û dayikan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar