Di sedsala 20’an de, mijara herî zêde dihat nîqaşkirin faşîzm bû. Ji ber vê ye ku li ser faşîzmê gelek pirtûk, gotar hatin nivîsandin û dahûrîn û nirxandin hatin kirin. Ev nîqaşên di asta navneteweyî de hatin kirin bandora xwe li ser Kurdistan û Tirkiyeyê jî nîşan da. Ev nîqaş bi piranî jî li ser çawaniya dewleta TC’ê bûn. Niha ev nîqaş çiqasî tên kirin, encamên çawa jê tên derxistin, ev mijara nîqaşê ye. Her çiqas kêm bin jî divê mirov bêje ku ev nîqaş û encamên ji wan werin derxistin girîng in. Çimkî ev nîqaş ne tenê ji bo peyitandina diyardeyekê ne, di heman demê de ew ê rê li ber rê û rêbazên têkoşîna li hemberî wê jî vebike.
Ne tenê dijminê xwe, wexta tu xwe jî nas bikî, tu yê li hemberî dijmin bibî xwedî sekin û têkoşîneke qewîn. Tu ancax wê wextê dikarî bi ser bikevî. Qet nebe ji bo fêhmkirina tiştên îro li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin û li ser xeteke rast avakirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ev pêwîst e. Dikarin bêjin ku di mercên roja me de ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ev şerteke bivênevê ye.
Di mercên sedsala 20’emîn de, der barê faşîzmê de peyitandin û nirxandinên girîng hatibûn kirin. Ev zanîn û peyt ji kiryarên demê hatibûn parzûnkirin. Faşîzma li welatên wek Îtalya, Almanya, Portekîz, Spanya hwd. pêk hat, her çiqas bû sedema encamên bi êş jî, di vê mijarê de encamên girîng jî hatin bidestxistin.
Bêguman ji sedsala 20’emîn heta niha, di aliyê siyasî û konjonkturî de gelek guhertin çêbûn. Ji ber vê jî, mirov dikare behsa hebûna hin taybetmendiyên nû yên mohra xwe li sedsala 21’emîn xistin, an jî dê hîn lê bixin bike. Lê belê nayê wê wateyê ku nirxandinên felsefî, teorîk, bîrdozî û siyasî yên di sedsala 20’emîn de hatin kirin, li paş mane û êdî bê bandor bûne. Berevajiyê vê bi yên sedsala 21’emîn re bûne yek, bihêztir bûne û di mercên niha de xwe berdewam dikin. Pênaseya, dîrok rastiyeke zêdebûna tiştên nû li yên hatine jiyîn ku her tim dijîn, vê nêrînê piştrast dike.
Di sedsala 20’emîn de yek ji peytên der barê faşîzmê de hatin kirin jî; faşîzm pawandariya leşkerî, siyasî, aborî, çandî hwd bû. Ligel vê dewlet kiribûn bazirgan û gel jî mişteriyê wê bû. Bi vê yekê hebûna çînên navîn a di bazarê de ji holê dihat rakirin û nirxê zêde tev li ber destê klîka/komika desthiladar a serwer dihat komkirin.
Îro roj li Tirkiyeyê polîtîkayên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide bike meriyetê û ji bo ji vê pê ve tiştên dê pêk werin baş werin fêmkirin, divê teqez li ser ev nirxandinên der barê faşîzmê de tên kirin bê sekinandin û li gorî vê jî nêzîkatiyek derkeve holê. Klîka/komika desthilatdar a serwer hewl dide para nirxê zêde ku sedema hebûna çîn û tebeqeyên navîn e, têxe bin pawandariya xwe. Ev jî dê bibe sedema qutkrina têkiliyên wan ên ku heta niha xurt bûn. Bi vê yekê ev tê wateya ku bivir/dasê li çoka xwe dixe.
Ji bo faşîzmê her çiqas kapîtalîzma pawandar; pênaseya dîktatoriya yên herî pawandar, herî paşverû, herî faşîst, herî kumreş (hişkbawer), herî fişarker ku wek çareya dawiyê serî lê didin be jî, di rastiyê de xwe li ser bingeha çîn û tebeqeyên navîn ava dike. Lê belê piştî ev gelhe bûne desthilatdar û wek çîna serdest xwe bi rêxistin kirine, têkiliya xwe ji çîn û tebeqeyên ku jê hatine û xwe li serê ava kirine, birîne. Hêrsa kara zêde ya dewleta kapîtalîst a pawandar bûye sedem ku para gelheyên ji derveyî xwe jî têxe bin pawandariya xwe. Şerê ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî esnaf, çîn û tebeqeyên navîn bi awayekî aşkera daye destpêkirin, divê li gorî vê rastiyê bê dîtin.
Piştî ku dîktatoriya faşîst a AKP’ê cihê xwe yê li desthilatdariyê zexim kir, pêşî dest bi tesfiyekirina hêzên bi bandor ên di nav dewletê de kir. Ji aliyekî ev kir û ji aliyê din ve jî bi derfetên dewletê û bi hêza xwe, ji bo di nav bazarê de bi bandor bibe çîna sermayeya xwe ava kiriye. Ev yek jî kiriye ku bandora komên ku berê li hemberî xwe wek rikber dîtiye bişikîne, çi di destê çîn û tebeqeyên navîn de hebe hemû têxe bin pawandariya xwe. Niha rastiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ev e. Di heman demê de ew ê ev dawiya wan bîne. Dîktatoriya faşît a APK-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê hema bêje tu gelheyên civak, çîn û tebeqe nemaye ku êrîşî wan nekiribe. Tenê bi gelheyên keriyên ku mîlîtarîze kirine û bi fikrên nîjadperest-olperest-faşîst kirine êrîşkar, hewl dide li desthilatdariyê bimîne. Êdî ji vê pê ve tu çareya wê nemaye.
Gelo dê pêşî li têkçûna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya teqez were girtin?
Bêguman bersiva vê pirsê dikare bê guftûgokirin. Lê rastiyek heye. Ew jî, ji bo ku têkçûna xwe ya teqez asteng bikin, ew ê serî li hemû cure rê û rêbazan bide. Dixwaze hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an, ji bo vê armanca xwe bi kar bîne. Ji bo vê pêk bîne jî bi aşkera-veşarî ew ê serî li hemû cure rêbazên hîle, fişar, gef, bikaranîna dengên sexte, guhertin-revandina sindoqan hwd. bide. Sedema zêdebûna êrîşên wan ên li hemberî hêzên azadî û demokrasî yên Kurdistanê jî ev rastî ye.
Li welatên cuda mînakên wiha derketine. Li van welatan dîktatorên faşîst ji bo desthilatdariya xwe biparêzin serî li her cure rê û rêbaz dane. Ji bo serwerî û berjewediyên xwe bûne sedema şerên cîhanê jî. Lê wan bi xwe, nikarîbûne xwe xelas bikin. Ji dîktatorên faşîst; Hîtler xwe kuştiye, Musolînî ji aliyê gel ve hatiye darizandin û îdamkirin.
Ew ê dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî, ji ya wan ne cudatir be. Bêguman ew ê ev ji xwe ber ve pêk neyê. Ev têkoşînê ferz dike. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an, ji bo paşxistina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, dê bibe pêngaveke girîng a destpêkê. Û dîsa serkeftina berxwedana greva birçîbûnê ya li hemberî ‘tecrîda teqez’ a li ser Rêber Apo ya bi pêşengiya Leyla Guven dê heman badorê bike.
Ger li dahûrînên berê yên ku ji bo faşîzmê hatine kirin û têkoşîna ku li hemberî wê hatiye dayîn bê nihêrtin, dê ev rastî bi awayekî zelal bê dîtin.