Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dê êdî xurek jî neyê peydakirin’

Navenda Nûçeyan |

Endama Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ebrû Yildirim li ser têkçûna aboriya Tirkiyeyê ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Ebrû Yildirim bi bîr xist ku ji sedî 47 yê nifûsê bi mûçeyê kêmtirîn, yanî bi du hezar û 323 lîreyî dixebitin û diyar kir ku li aliyê din qîmetê lîre roj bi roj kêm dibe, ev jî tê wateya kêmbûna derfetên kirînê.

Yildirim anî ziman ku li Tirkiyeyê ku çandinî hatiye tunekirin, razamenî li hilberîna pîşesaziyê nehatiye kirin, bi avaniya xwe re ku xwe dispêre kirîna ji derve, her ku pereyê xwe li pêşberî dolar û euro bêqîmet dibe, berhemên ku ji derve tên kirîn jî biha dibin.

Li hemberî bihabûnê mûçeyên karmendan!

Di berdewamê de Yildirim da zanîn ku li hemberî vê bihabûnê, mûçeyê ku karmend werdigirin heman pere ye ku nîvê kedkaran jî nikarin heqdestê xwe werbigirin û ev tişt anî ziman: “Dema ku buhayê benzînê zêde bû, bi zema li ragihandinê re ev yek neçar e bandorê li her tiştî bike, buhayê her tiştî zêde bike. Xuya ye bi vî rengî bidome wê xurek, xwarina bingehîn jî nikaribe bê peydakirin. Zivistan li pêşiya me ye. Lêçûnên germkirinê jî dê li vê zêde bibe. Ji ber pandemî ji meha cotmehê û pê ve wê gelek kargehên din bên girtin. Ev jî tê wê wateyê dê gelek mirovên din ji kar bên derxistin.”

Endama Meclisa Kedê ya HDK’ê Ebrû Yildirim bandora polîtîkayên şer ên li ser têkçûna aboriyê bi bîr xist û wiha domand: “Desthilatdariya ku îdîa dike li ber çar aliyên dinyayê radibe, bi temamî bi derve ve girêdayî ye. Gel û welat saet bi saet xizan dibin. Weke min beriya niha got, zivistan tê. Şewba vîrûsê jî baş nehate birêvebirin. Dema ku mirov hemûyan datînin ber hev, aşkera ye ku wê bêkarî, xizanî û birçîbûn zêde bibe. Dibe ku ev yek jî di asteke gelekî bilind de rû bide. Hîn van rojan sefîrê DYE’yê yê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiye nikare deynê xwe yê li fîrmayên dermanan ên DYE’yê bide. Divê ev yek weke daxuyaniyeke ji rêzê neyê dîtin. Ev daxuyanî bi dîtina min yek ji nîşaneyên wê yekê ye ku rêveçûna aboriyê çiqasî nebaş e. Dibe ku Moratoryûm jî bê ragihandin. Yanî dibe ku qeyûm deynin ser welêt.”

Di dawiya axaftina xwe de Yildirim anî ziman ku rewş di asteke metirsîdar de ye û wiha got: “Welat berdêla kiryarên ji sala 1915’an ve tên kirin, dide. Ne tenê encamên kiryarên li dijî ermenî û kurdan, her wiha encamên polîtîkayên aboriyê ya li ser vê yekê hatiye avakirin, ji bo nasnemeya tirk bûye windahiyeke giran lê hay ji vê nînin. Lewma şert e ku gelê tirk xwe bi rêxistin bike, xwedî li rûmet û keda xwe derkeve û aştiyê ferz bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar