Girtiyan bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin û ev 22 roj in çalaki didome. Çalakiya grevê duh koma 5’emîn dewr girt. Xizmên girtiyan xwestin ku daxwazên zarokên wan pêk werin.
Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê Mehmet Yildirim ê bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirin” di sala 2009’an de hat girtin û 16 sal cezayê girtîhê lê hatiye birîne. Yildirim ê ku di 17 saliya xwe de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, di 8 salan de 4 caran tev li çalakiyên greva birçîbûnê bûye. Yildirim ê 11 sal in girtî ye, bi destpêkirina çalakiya 27’ê Mijdarê re, bi cih girtina koma 3’yemîn re bû cara 5’emîne dikeve çalakiya greva birçîbûnê.
Li girtîgehê mezin bû
Dayik Mehmet Yildirim, Hazal Yildirim a 55 salî, rewşa lawê xwe vegot û bal kişand ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê. Yildirim diyar kir ku di pêvajoyên grevên birçîbûnê yên beriya niha de, gelek caran çûye ber deriyê girtîgehan, her cara ku çûye jî ji aliyê polîsan tundî lê hatiye kirin lê ligel hemû zext û tundiyan jî berxwedana xwe domandiye.
Yildirim da zanîn lawê wê di çalakiya greva birçîbûnê ya 2018’an de jî ku girtiyan li dijî tecrîdê dabû destpêkirin 3 mehan cih girtiye û wiha got: “Dema lawê min ket girtîgehê 17 salî bû, birayê wî jî 7 salî bû. 11 sal in di girtîgehê de ye û niha jî birayê wî 18 salî ye. Dema em çûn hevdîtinê, birayê xwe nas nekir. Çi ji destê me were em amade ne ji bo wan bikin.”
‘Ez naxwazim cenazeyê wî derkeve’
Di axaftina xwe de Yildirim dest nîşan kir ku girtî ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin, bi malbata xwe re hevdîtinê bike û mafê wî yê telefonê hebe, ketine greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Li dijî binpêkirinên mafan û zilma li girtîgehan serî radikin. Ew li hundir, em ê jî dê li derve li ber xwe bidin. Em ê çûna xwe ya ber deriyê girtîgehan bidomînin. Ji bo zarokên xwe, em ê biçin mirinê jî. Girtî hemû zarokên me ne, tu ferqa wan nîne. Dema hejmara dayikan zêde be, polîs nikarin mudaxaleyê me bikin, ji ber wê yekê hejmara me çiqas zêde be ewqas baş e. Salek û 15 rojên lawê min mane ku were berdan. Ez dixwazim ew derkeve ne cenazeyê wî.”
Daxwaza piştgiriyê
Yildirim xwest ku dewlet rêyeke çareseriyê veke û wiha berdewam kir: “Çareserî bi pênûs çêdibe, mirin û kuştinê çênabe. Em dixwazin li ser maseyeykê çareserî hebe û biçin cem Ocalan.”
Her wiha Yildirim diyar kir ku di hevdîtina dawî ya telefonê de kurê wê gotiye ‘divê hemû gelê kurd piştevaniya çalakiya grevê bikin û hemû dayik rabin ser pêyan’ û xwest hemû dayikên aştiyê werin ba hev û daxwaza aştiyê biqîrin. AMED