Pergala îdarî ya dewleta TC’ê ne diyar e pergaleke çawa ye. Bi vî awayî xwe, xwedî taybetmendiya awayê birêvebirina pêvajoya kaosê ye. Ji ber ku xwedî taybetmediyeke bi vî rengî ye, analîstên siyasetê jê re dibêjin ‘rejîma sosret’.
Rewşa kaosê ya rêvebiriya dewleta TC’ê û nediyariya wê, li her dera jiyana siyasî tê xuyakirin. Rewşeke wisa ye, tevî ku tiştên li ser navê destûra bingehîn tên kirin ne rewa ne jî, mafê kesî tune ye rabe îtiraz bike bêje ‘çi dibe, çima wisa dikin’ û rayeya dozgeran tune ye, nikarin lêpirsînê bidin destpêkirin.
Ji ber vê jî tiştên têkildarî pergala îdarî ya dewleta TC’ê di meriyetê de hem rewabûna wan mijara nîqaşê ye, hem jî ‘De facto’ ye. Niha R.T. Erdogan û koma wî Tirkiyeyê bi vî awayî bi rê ve dibin.
Erdogan û koma wî wê heta kengî dikaribin bi rê ve bibin? Ev ne mijara nîqaşê ye. Heger wiha be jî pir aşkera ye li Tirkiyeyê krîza dewletê derdixe. Ji ber ku rewşa ‘De facto’ ya di rêvebiriyê de derketiye, bûye sedema dubendiya îdarî/rêvebiriyê.
Ev rewşa dubend a di nav sazûmaniya dewleta Tirkiyeyê de, diyar e dibe sedema dijayetî û pevçûnê. Tevî vê wateyeke din a vê rewşa ‘De facto’yê heye. Ew jî, nediyariya di nav wê de ye. Wê kî di vê rewşa ‘De facto’yî de gav bavêje.
Bi gelemperî yên ji rewşa ‘De facto’yê dikarin derbikevin, ew kes in ku bi her awayî xwe amade kirine. Ji ber wê, rewşa ‘De facto’yê ne ebedî lê demkî ye. Kurtiya demê vê rewşê naguherîne. Di zanista siyasetê de, gelek mînakên vê hene. Mijara Qerebaxê mînakeke şênber a herî dawî ye. 30 sal in di bin navê rêvebiriya xweser a ‘De facto’ de hebûna xwe domand. Di nav ewqas salan de, hebûna xwe di qada navneteweyî de misoger nekir. Dawiya dawî, dewletên TC û Azerbaycanê ew dagir kirin. Dewleta Ermenistanê jî nikaribû tu tiştekî bike ku wê digot ew Qerebaxê diparêze û statûya wê nas nedikir.
Rewşa ‘De facto’yî ya di sazûmaniya dewleta Tirkiyeyê de, hebûna xwe didomîne. Ne saziyên dewletê yên klasîk ne jî dewleta paralel a Erdogan ava kiriye, nikarin ji vê rewşê derkevin û gavekê bavêjin û yek li ser ya din nikare serweriya xwe pêk bîne. Car caran dengê xwe hinek bilind bikin jî lê ji vê pê ve nikarin tiştekî din bikin. Bêhtir jî Erdogan û koma wî ji bo gav biavêjin, diyar e dem ji wan re lazim e. Ji ber vê ye ku hewl didin derfetan ji xwe re biafirînin. Bi taybetî piştî têkçûna Trump a di hilbijartina serokatiya DYA’yê de, bi aşkerayî ev rewş xuya dibe.
Erdogan û koma wî berê dîreksiyona dewleta paralel a di nav TC’ê de ava kiriye, pir diyar e li gorî rêvebiriya Trump şikandiye. Çi polîtîkayên li nav Tirkiyeyê çi jî yên li Rojhilata Navîn û navneteweyî bi vî awayî hatine diyarkirin. Bi desteka Trump a lêşkerî, siyasî, malî û dîplomatîk li piya man. Di encamê de, ev têkiliya wan bi têkçûna rêvebiriya Trump hilweşiyan.
Dewlata paralele a di bin kontrola Erdogan û koma wî de, şok derbas kir, bi rastiya xwe rû bi rû ma, dît ku ewqas ne bi hêz e. Heta dîtin ku wê tiştên hatin serê Trump û koma wî, bên serê wan jî û hewl dan xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Herî dawî rojevên ji alî Erdogan ve tên diyarkirin nîşaneya vê yekê ne.
Wezîrê edaletê Abdulhamît Gul ê aqilmendê ‘reforma hiqûqê’ yê Erdogan û hevkarê wan ê dewleta paralel serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî hatine rewşeke wisa ku behsa ‘guhertina destûra bingehîn’ dikin. Di demeke wisa de behsê dikin ku paxav bi destûra bingehîn a di meriyetê de ye nakin û xwe kirine cihê dadger, dozger û parêzeran.
Rewş û nêzîkatiya niha ya Erdogan û koma wî, rewşa sazûmaniya îdarî ya dewleta TC’ê nîşan dide. Bi tevahî rewşa ‘De facto’ ya sazûmaniya îdarî ya dewleta TC’ê nîşand dide. Sazûmaniya îdarî ya dewletê parçe parçe ye. Saziyên klasîk ên dewletê û sazûmaniya paralel a dewletê ya Erdogan û koma wî qudûmşikestî û bêhêz bûne, nikarin bilibitin.
Sazûmaniya paralel a dewletê û ya klasîk ji vê wêdetir nikare tiştekî din bikin. ‘Reforma hiqûqê’, ‘guhertina destûra bingehîn’ û hwd. tu qîmeta vegotinên bi vî rengî yên demogojîk nemaye. Ya girîng ew ku ev rastî bê dîtin û ev rewşa ‘De facto’ ya dewleta klasîk û paralel, ji bo xêra gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bê bidawîkirin. Divê hêzên şoreşger, sosyalîst, demokrat û azadîxwaz ên Kurdistan û Tirkiyeyî û yên li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, vê rastiyê bibînin û li dora têkoşîna demokrasiya hevbeş werin ba hev û ji bo ‘Kurdistana Azad’ û ‘Tirkiyeya Demokratîk’ tevbigerin.