Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dê gel sûdê ji biryara Dadgeha Federal bigire?

Piştî biryara Dadgeha Federal a nerewabûna qanûna petrol û gaze ya herêma başûrê kurdistanê, aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de zêde bû. Pisporên ji Iraqê diyar kirin ku ev biryar wê tevgerên desthilata Hewlêrê lawaz bike û wê Hewlêr nikaribe mîna berê petrolê bifroşe. Her wiha destnîşan kirin ku asta cidiyeta pêkanîna vê biryarê li ser hikumeta bê ya Iraqê dimîne.

Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya nerewabûna qanûna petrol û gazê ya herêma başûrê kurdistanê ya di bin serweriya PDK’ê de aloziya rêvebirina berhemên petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de kurtir kir. Nakokiyên her du aliyan vedigere sala 2007’an ku dibe bandoreke mezin li qada aborî û siyasî ya hikumeta Hewlêrê bike.

Li gorî biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê, divê hikumeta Hewlêrê tevahî berhemên petrolê yên başûrê kurdistanê radestî Wezareta Petrolê ya Hikumeta Federal bike.

Beriya vê hikumeta Hewlêrê soz dabû ku dê ji berhemên xwe yên rojane ku 400 hezar bermîl derbas dike, 250 hezar bermîlî bide Wezareta Petrolê ya Hikumeta Federal, li beramberî vê yekê hikumeta başûrê kurdistanê muceyên karmend û pêşmergeyan ji hikumeta federal werbigire, lê hikumeta başûrê kurdistanê sozên xwe bi cih nanîn.

Biryar rêgezên lîstoka siyasî diguhere

Têkildarî bandorên aborî û siyasî yên biryarê li başûrê kurdistanê, şîrovekarê aborî Dr. Bariq Şibir got, bandorên muhtemel ên biryara dadgeha federal li ser herêmê girêdayî asta cidiyeta pêkanîna vê biryarê ji aliyê hikumeta Iraqê ya pê ve ye.

Dr. Bariq Şibir diyar kir ku heger avakirina hikumetê bi serkêşiya Tevgera Sedir a bi hevbendiya PDK’ê bi ser bikeve dibe ku ev biryar were rawestandin û got: “Di rewşeke wiha de dibe ku Tevgera Sedir beşek girîng ji giraniya xwe ya di nava gel de winda bike.”

Çavdêr diyar dikin ku biryara Dadgeha Federal stratejîk e, dibe ku rêgezên lîstoka siyasî biguhere û rêberê Tevgera Sedir bixe rewşeke pir tevlihev, ji ber ku Sedir banga hikumeteke bê gendelî dike, lê di heman demê de bi PDK’ê re ye ku bi gendeliyê sûcdar e, tevkar e. Nemaze piştî ku namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î ji bo serokatiya komarê hat rawestandin. Zêbarî di sala 2016’an de dema ku wezîrê diravî yê hikumeta navendî bû bi tawanên gendeliyê hat sûcdarkirin.

‘Gelê kurd wê li kêleka biryara dadgehê re bisekine’

Endamê Parlamantoya Iraqê Soran Omer Seîd li ser vê mijarê got: “Heger ev biryar bikeve meriyetê wê herêm nikaribe mîna berê petrolê bifroşe û dê radestî Şirketa Somo bike da ku derxîne derve, paşê wê hikumeta Iraqê bûdceya herêmê bêkêmanî veqetîne, ev yek wê ji bo gelê kurd erênî be. Lê mixabin siyaseta petrolê ya herêmê rojekê jî nebûye ji bo berjewendiyên gelê kurd ku ji aliyê xwe ve biryara dadgeha federal erê dike.”

Hikumeta başûrê kurdistanê bêyî agahdariya hikumeta federal zêdetirî 50 peymanên îstismarkirina petrol û gaze îmze kir. Ev yekê li dijî madeya 111 a destûra Iraqê ye. Li gorî vê biryarê; li hemû herêm û parêgehan gaz û petrol milkê tevahî gelê Iraqê ye. Her wiha li dijî madeya 112’an ku li gorî wê, divê hikumeta federal petrol û gaza ku ji zeviyên niha derdixe bi hikûmetên herêmê û parêzgehên berhemhêner re bi rê ve dibe, bi şertê ku belavkirina wan bi awayekî dadmendî li gorî dabeşkirina nifûsê be.

Derbarê vê yekê de Seîd got: “Rêvebirina dosyaya petrolê di navbera herêma kurdistan û Iraqê de destûrî ye, lê hikumeta herêma di hemû peymanên xwe  de yên ku bi şirkên biyanî, bi taybet ên Tirkiyeyê re îmze kirine, ne zelal bû.”

‘Petrol di xizmeta kesan de ye ne di ya gel de’

Li başûrê kurdistanê, ji ber bilindbûna buhayan krîzeke aborî heye. Li gorî şîrovekaran, ji ber ku hemû girêbest û dahatên petrolê tenê dikevin bêrîka PDK’ê û gel tu sûdê jê nagire.

Li ser vê yekê Seîd got:”Herêm petrolê difroşe, lê gel tu sûdê jê nagire. Ji wê zêdetir aloziyên mezin ên aborî bi xwe afirand, nirxên sotemeniyê roj bi roj zêde dibe, karmend dereng mûçeyên xwe digirin, pir kêm e ku welatî kehrebe dibînin. Ev petrol û gaza herêmê di xizmeta kesan de ye ne ji bo gelê kurd e.”

Hikumeta başûrê kurdistanê li ser vê biryarê got, “Ne adil û ne destûrî ye, li dijî mafên destûrî yên herêma kurdistanê ye û nayê qebûlkirin. Diviyabû ku dadgehê  lêpirsînên xwe firehtir bike û li daxwazên herêmê binêre.”Her wiha got, ew ê dev ji mafên herêmê yên di destûra Iraqê de bernede û dê xebatên xwe bi hikumeta federal re berdewam bikin heta ku bighêjin çareseriyeke destûrî ya bingehîn.

PDK biryara li gor xwe şîrove dike

Dr. Bariq Şibir diyar kir ku PDK bi rêbazê xwe yê taybet û li gorî berjewendiyên xwe yên partiyî, ne li gorî berjewendiyên Iraq a aboriya bilind a li gorî madeya 111 şîrove dike û wiha got: “Li hemû parêzgeh û herêman, petrol û gazê milkê tevahî gelê Iraqê ye. PDK’ê vê madeyê wiha şîrove dike ku kurd beşek ji gelê Iraqê ye û mafê wê heye petrola li ser xaka herêmê bi kar bîne. Ev şîrove pir xerîb e û derî li ber hemû iraqiyan vedike ku bîrekê di mala xwe de an di erdê xwe de bikole û petrolê derxînin.”

Şibir bi domdarî got: “Cudabûna şîrovekirina madeyên destûrê di navbera aliyên bi nakok de, pir kûr e û tevahî diyalog bê sûd in. Lewra divê aliyê sêyemîn hebe ku nakokiyan çareser bike. Ev aliyê divê li gorî destûra dadgeha federal be. Heger biryara dadgeha federal ne destûrî be mîna ku partiya Barzanî îdia dike, gelo wê kijan aliyê hikum bike ku nakokiyan çareser bike?”

Di demekê de ku nakokî li ser hilbijartina serokatiya komarê de heye, nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de, her wiha nakokiyên mala Şîa di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê de hene, ev biryar hat dayîn.

Du sedemên vê biryarê hene

Têkildarî dema derxistina vê biryarê de şîrovekarê aboriyê Dr. Bariq Şibir wiha got: “Du sedemên derengmayîna derxistina vê biryarê hene. Yek şeklî ye ku pêwîste hikumeta herêmê ji aliyê dadgeha federal ve were agahdarkirin ku giliyek li dijî wê heye û hîna bersiv nedaye. Lê piştî zextên siyasî, bi taybet destwerdana hêzên hikumeta federal li Kerkûkê di sala 2017’an de bersiv da.

Sedema duyemîn zextên siyasî yên blokên siyasî yên erebî yên li ser dadgeha federal e da ku vê pirsgirkê çareser bike, ji ber ku pêwîstiya wê bi avakirina hikumeteke parvekirinê bi PDK’ê re heye. Bi wateyek din, bazarên siyasî yên di navbera partiyên desthilatdariyê de xebatên dadgehê asteng kirin. Encamên hilbijartinên cotmeha 2021’an de bi xwe re nexşeyeke siyasî ya nû derxist holê û bi wê re peymana di navbera blokên siyasî de yên ku di parlamantoyê de têne temsîl kirin hat şikandin.”

Li aliyekî din endamê parlamantoya Iraqê Soran Omer Seîd got: “Biryara Dadgeha Federal a Bilind ji sala 2012’an ve bi daxwaza Wezareta Petrolê ya Iraqê hat derxistin. Sedema rojevkirina vê biryarê di vê demê de nakokiyên li ser namzetiya serokatiya komarê ye û rabûna hin aliyên kurdî li dijî mala şîayê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar