Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dê gelê kurd li dijî tecrîdê li Amarayê be

Hevserokên HDP û DBP'a Amedê ji bo beşdariya li meşa ku dê di 4'ê Nîsanê de bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" bê lidarxistin bang kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikuxwaran re (MED TÛHAD FED) dê bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” meşek bê lidarxistin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan ji bo beşdariya li meşê bang kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy ji bo Meşa Amarayê got: “Li gor dema ku em têde dijîn li hemû Rojhilata Navîn û li Kurdistanê em bi gelek zext û zordariyan re rû bi rû dimînin. Di serî de jî rastiya şer û pevçûnê li ber çava ye. Bi rastî jî ev pirsgirêkên civakê bi felsefeya azadiyê û wekheviyê çareser dibin. Ji ber vê divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Rakirina tecrîdê, dê li vê erdnîgariyê bibe sedema çareseriyê. Felsefeya birêz Ocalan hem di warê siyasî hem jî di warê civakî de gelek girîng e.”

‘Heta Ocalan ji nav çar diwaran dernekeve ez pêvajoya xitimandinê çareser nabe’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî diyar kir ku xwedîderketina li Abdullah Ocalan xwedîderketina li nirxê mîrovahiyê ye. Ceylan destnîşan kir ku pîrozbahiya 4’ê Nîsanê wekî azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Gelê kurd û siyaseta demokratîk û sazî dezgehên siyaseta demokratîk meha Adarê li pey xwe hiştin. Meha Adarê ji bo hemû kurdan meheke pir girîng e. Hem bîranînên dîrokî û hem jî têkoşînên dîrokî di vê mehê de hene. Ji 8’ê Adarê bigire heta bîranîna Helebçeyê û Newrozê her rojeke meha Adarê ji bo me gelek bi nirx, têr û derbasbû. Em niha jî dikevin meha Nîsanê lê bi rastî jî gelê kurd zane ku rol û rista birêz Ocalan çi ye. Ji ber wê yekê heta niha xwedî lê derketine û ji niha û pê ve jî dê xwedî lê derdikevin. Zanin ku heta dengê birêz Ocalan negihêje civakê û heta birêz Ocalan ji nava wan çar dîwaran dernekeve ev pêvajoya xitmandî çareser nabe. Ji ber vê xitimandinê her roj xwîn tê rijandin. Xitimandin pêvajoyeke antî demokratîk e ku jiyanê li gel dike dojeh. Xitimandin bêwijdanî, bêedaletî, bêexlaqî ye ku êdî tu pîvan jê re nemaye. Gelê kurd dema ku li vê meseleyê dinihêre dîsa jî birêz Ocalan dibine.”

‘Xwedîderketina li çareseriyê’

Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Ocalan ku di 2012’an de jî çawa ji aliyê pergalê ve dengê wî hatibû qutkirin û gava dengê wî gihîştibû civakê rengê rûyê civakê çawa guherîbû. Ceylan diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re, ji bo civakê û ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn çareserî ye û wiha pê de çû: “Em baş binihêrin û em her daîm jî tînin ziman; di 2012’an de dema ku dengê birêz Ocalan gihîşt civakê me dît çawa reng û rûyê civakê çawa guherî. Hem ji hêla civakê reng û rûyê wan derket holê û hem jî ji aliyê pergalê ve nermahî çêbû. Ji dil ango bêdil guherînên cuda çêbûn. Ji bo wî jî gelê kurd zane ku bandora birêz Ocalan, li ser pêvajoya aştiyeke bi rûmet çi ye, li ser azadiya civakê çi ye. Li ser çareseriyên esasî ji bo pirsgirêkên esasî çi ye. Ji bo vê 4’ê Nîsanê girîng tê dîtin. 4’ê Nîsanê xwedîderketina li birêz Ocalan e. Xwedîderketina li fikr û felsefeya wî çareserî û muzakere ya aşîtî, azadî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê gelê kurd her 4’ê Nîsanê herikiye Amarayê. Ew ê vê 4’ê Nîsanê jî gelê kurd ber bi Amarayê ve biherikin. Berê jî di çapemeniyê de cih girtibû. Sazî û dezgehên me yên giştî ji HDP’ê bigre heta partî û saziyên me yên sivîl, wek DBP, TJA, KCD, TÛAY-DER’ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re parvekirin. Ew ê di 4’ê Nîsanê de cardin li Amarayê bin. Dê cardin li birêz Ocalan xwedî derkevin û rojbûna wî bi malbata wî re li gundê wî pîroz bikin.”

Bangawaziya Meşa Amara

Ceylan di dawiya axaftina xwe de ji bo beşdariya li Meşa Amarayê bang kir û got: “Li ser vî esasî em ê jî di 4’ê mehê de di rêya Amarayê de bin. Em ji bo vê bang li gelê xwe dikin, bang li Ameda rengîna dikin. Xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li aştiyeke bi rûmet e û xwedîderketina li azadiyeke bi rûmet û exlaq, wijdan û pîvanên mirovahiyê ye. Ji ber wê yekê em car din dubare tînin ziman, em ê di 4’ê Nîsanê de tev li meşa Amarayê bibin. Em bang dikin ku gelê me, sazî û dezgehên xwe bi tenê nehêle û siyaseta xwe bi tenê nehêle. Em bi hev re di 4’ê mehê de bi girseyî li Amarayê bin.”

‘Em ê li serokatiya gelê kurd xwedî derkevin’

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî anî ziman ku ev pîrozbahî 40 sal in her dem bi girseyî tê pêşwazîkirin û ev tişt got: “Li seranserê Kurdistanê ev 45 sal in şerekî bêhempa heye. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan, paradîgmayeke mezin e. Ne bi tenê li Rojihilata Navîn li hemû cîhanê xwedî bandor e ev paradîgma. Gelê kurd ev 40 sal in li her derî rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi awayekî girseyî pîroz dike. Em ê di 2023’yan de jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi awayekî girseyî pêşwazî bikin. Banga me ji bo gelê me eve ku em di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve biherikin. Ev herikandin xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd e. Pergala dewletê dixwaze tecrîda giran li ser Rêberê Gelê kurd bidomîne. Ji ber wê yekê jî em ê xwedî lê derkevin. Em ê li serokatiya gelê kurd xwedî derkevin. Bi munasebeta wê rojê jî em rojbûna birêz Ocalan  jî pîroz dikin. Em gelê xwe vedixwînin Amarayê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar