Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dê gund erazî mêrg gor û bîranînên wan winda bibin!

Şêniyên gundê Bêdiyan ê di bin ava Bendava Ilisûyê de dimîne diyar kirin ku dîroka gundê wan bi qasî Heskîfê kevnare ye û dê ji ber bendavê gund, erazî û mêrgên wan di bin avê de bimîne

Heke dest ji projeya Bendava Ilisûyê neyê berdan dê navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salî di bin avê de bimîn e. Seranserî geliyê Dîcleyê ku heta gundên girêdayî navenda Êlihê dirêj dibe dê di bin avê de bimîne. Bi sedan şûnwarên dîrokî û gund di bin avê de dimînin. Yek ji van van gundan jî gundê Bêdiyan ê girêdayî navenda Êlihê ye. Gund li ser  Çemê Dîcleyê û Rûbarê Êlihê ye. Ev gund bi xweşikiya xwe ya xwezayê û dîroka xwe tê nasîn. Wê ev gund jî di bin avê de bimîne û her wiha dê mêrg, erazî û baxçeyên gundiyan di bin ava bendavê de bimîn e. Şêniyên gundê Bêdiyan ji ber dê xwezaya xweşik û dîroka gundê wan di bin avê de bimîne bi bertek in.

Ji şêniyên gund Adnan Taner diyar kir ku gundê wan ji 35 malan pêk tê û wiha got: “Wê gelek malên me di bin avê de bimînin. Em dîroka gundê bi awayek zelal baş nizanin. Yek ji gundên herêmê yê herî zêde tê nasîn e. Em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne. Mezinên me ji bo ev der gundek avî ye û şikeftên wê hene li vir bicih bûne. Me ji van deran diqewirînin. Me mexdûr kirin. Hêj bedele malên me nedan me. Dewlet îro axa me ya herî bi qîmet û bi xêrûber di bin avê de dihêle. Wê gorên hemû bapîr û dapîrên me di bin avê de bimînin. Em ê neçarin wan li vir bihêlin û ji vir biçin. Bendewariyek me ji dewletê nîne, tenê em tişta ku mafê me ye dixwazin.”

‘Bi qasî Heskîfê dîrokî ye’

Ji şêniyên gund Îsmîla Taner jî da zanîn ku dewlet wan bêmal û bêmilk dihêle û wiha got: “Pispor dibêjin ku dîroka gundê me bi qasî dîroka Heskîfê kevnar e. Bi hemû xweşikî û dîroka xwe ya kevnare re bîranînên me di bin avê de dihêlin. Em naxwazin warê xwe biterikînin. Em hemû xizmên hev in û dixwazin liv ir bijîn. Em dixwazin proje bê betalkirin. Heke hûn axa vê herêmê di bin avê de bihêlin dê hin bêtir aborî têk biçe. Em naxwazin li ser axa xwe koçber bibin.”

‘Em naxwazin di bin avê de bimîne’

Ji welatiyên gund Îlaf Yildiz jî diyar kir ku wê bi malên wan re mergên wan jî di bin avê de bimîne û wê tu qad ji heywanên me re nemîne. Wê her tişt li vir biqede. Em naxwazin vê axa me ya bi xêr û bereket dibin avê de bimîne. Herkes sûdê ji xêrûbera Dîcleyê werdigire. Em naxwazin axa me bikeve bin avê.”

‘Dîcle tune bibe Mezopotamya jî tune dibe’

Aynur Taner a ji zarokatiya xwe ve jî bêrîvaniyê dike wiha got: “Wê vê ava me ya bi bereket jî di bin ava bendavê de bimîne. Avê bi avê dikujin. Dewlemendî û xêrûbera vê herêmê Dîcle ye. Dîcleya me jêderka jiyanê ya Mezopotamyayê ye. Heke Dîcle tune be cihek wek Mezopotamyayê jî dê tune bûya. Bendav me dikuje.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar