Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê HDP bi 60 hezar peywirdarî sindoqan biparêze

Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku wê di hilbijartina 31’ê Adarê de ji partiya wan herî kêm 60 hezar kes li ser sindoqan peywirdar bin û bang hemû kesên qeyûman naxwazin kir ku bibin peywirdar

Wê HDP, di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi awayekî fermî herî kêm bi 60 hezar kesî li ser sindoqan peywirdar be. Her wiha wê 2 hezar parêzer jî ji bo neheqiyên muhtemel amade bin. Parlementerê HDP’ê yê Êlihê û Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo parastina sindoqan bang li her kesî kir ku bibin peywirdar.

Tiryakî diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê wan ji bo sindoqan nêzî 60 hezar kes peywirdar kiriye û wiha got: “Ev kes ji hêla desteyên hilbijartinê ve bi awayekî fermî hatine peywirdarkirin. Ji xeynî evana muşahidên me jî hene. Wê 2 hezar parêzer jî li dibistanan û navçeyan peywirdar bin.”

Tiryakî ku diyar kir ku li bajarên ku namzetên HDP’ê lê tune ne jî wê peywirdarên sindoqan û muşahidên HDP’ê bixebitin. Tiryakî ji bo parastina sindoqan bang li her kesî kir û wiha got: “Ewşehiya sindoqan her kesî eleqedar dike. Ji ber vê her kes berpirsiyar e. Her kes bêyî astengiyan derxîne dikar jimariya sindoqa ku lê dengê xwe bi kar aniye temaşe bike û wexta tiştekî ne li rê bibîne îtiraz bike. Dikare girteka sindoqa xwe bigre û bi encamên YSK’ê re parve bike. Bang li welatiyên me û kesên qeyûman naxwazin dikim. Her welatî di nêvengeke biewle de dikare dengê xwe bi kar bîne. Wek partî em ê xwedî li dengên wan derkein û j bo ewlehiyê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Kesên qeyûman naxwazin divê hem dengê xwe bi kar bînin hem jî ji bo ewlehiya sindoqan bi berpirsiyarî tev bigerin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar