Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên herêma Kerkûkê piştiriya xwe ji bo xelkê Şêladizê anîn ziman. Ciwanan diyarkirin ku divê gelê Başûr jî xwe li hemberî êrîşan berpirsyar bibîne
Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî êrîşên dewleta tirk veguherî serhildanê. Welatiyên bajaroka Şeladizê ku îro piştî nîvro berê xwe dan baregeha artêşa tirk a Sîrê, bi keviran ketin hundirê qereqolê. Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin. Leşkerên tirk reviyan û 2 leşker jî ji aliyê welatiyan ve hat girtin. Leşkerên dewleta tirk jî bi guleyan êrîşê xwepêşandêran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 6 jî birîndar bûn.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên li herêma Kerkûkê bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî dan çalakiya gelê Şêladizê. Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em piştgiriyê didin gelê xwe yê li Şêledizê. Pêwîste gelê başûrê Kurdistanê hemberî êrîşan rawestin û xwe berpirsyar bibîne. Her wiha divê hemû gelê Başûr piştgiriyê bide gelê Şêladizê. Ger Tirkiye dev ji êrîşan bernede, dê hemû baregehên wan yên ku ji aliyê desthilatdara Başûr ve ve tên parastin, bibin armanca me.” KERKÛK