Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dê her tim 14’ê Tîrmehê bi ser bikeve û 12’ê Îlonê winda bike

Her bûyer, her çalakî, her kesayet nabe dîrokî û nakeve dîrokê. Eger rûpelek nû di dîrokê de veke, eger bandorek mezin li ser civakê bike, eger pêşeroj diyar bike, eger ew roj bibe hêvî, bibe bawerî ew dem çalakî dibe dîrok, kesayet dibin dîrokî.  Ji ber vê yekê çalakiya 14’ê Tîrmehê û çalakvanên wî, di rûpelên dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Dîrok çiqas pesnê wan bide têrê nake. 14’ê Tîrmehê roja destpêka berxwedan û serhildanê ye. 14’ê Tîrmehê roja destpêka vîn û baweriyê ye. 14’ê Tîrmehê rêbaz e û çanda têkoşînê ye. 14’ê Tîrmehê bîr, bawerî û ruhê serkeftine ye. 14’ê Tîrmehê roja rûmeta neteweyî ye.

Faşîzma  12’ê Îlonê, bi aweyek hovane, di serî de bi ser têkoşîna rizgariya  kurd, çep û sosyalîstên tirk ve çû û bi deh hezaran kes hatin girtin, kuştin û qetilkirin. Şefên faşîst ên wê demê Kenan Evren got ku ew bi helîkopterê di ser Riha û Batmanê de derbas bûye wê demê biryara darbeya 12’ê Îlonê daye. Piştê darbeyê, gelek endamên PKK û  hêzên din hatin girtin û xistin zindana Amedê. Faşîzma 12’ê Îlonê dixwest di zindana Amedê de îradeya pêşengên PKK’ê bişkîne  û teslîm bigire. Hemû hêvî baweriyên gelê kurd di şexsê pêşengên PKK’ê de bişkîne. Ji ber vê yekê li girtiyan îşkence û kiryarên herî hovane û dijmirovî pêk anîn. Mirovên ku wî rojê jiya ne, wan rojan wek rojên wahşetê binav dikin. Bi rastî jî dema ew roj tên gotin an tên xwendin, wahşeta li zindana Amedê hatiye kirin gihişti bû arş û ezman.

Di van rojên wahşetê de yan dê zalim, hov û wahşî bi ser biketana, an jî dê berxwedan bi ser biketa, an dê îrade bihata şikandin teslîmiyet li pêş biketa yan berxwedan bi ser biketa û yan jî serkeftin li pêş biketa. Pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di vî ferqî de bûn. Dema biryara mirinê dan bi zanebûn dan. Zanibûn ku ev çalakî dê çiqas dîrokî be. Zanibûn ku dê bi mirina xwe jiyan ava bikin.Bi gotinên xwe yên dîrokî her tim vê yekê anîne ziman. Bi berxwedanê wehşeta zindana Amedê hat şikandin. Faşîzma 12’ê îlonê li zindan Amedê  têk çû . 14’ê Tîrmehê bi serket, 12’ê Îlonê winda kir.

Di roja me de jî faşîzma Erdogan- Bahçelî heye. Ev faşîzm berdewama faşîzma 12’ê Îlonê ye. Heta bi gelek kiryarên xwe 12’ê Îlonê li paş hiştiye. Ên ku wan rojan jiyane dibêjin kiryarê faşîzma Erdogan û Bahçelî dikin ji kiryarên Kenan Evren sed kat zêdetir in.

Di salvegera 14’ê Tîrmehê de Erdogan çû Amedê û got em ê zindana Amedê bikin muzexaneya çandî. Kîjan çand? çanda zalim û zordaran, çanda dagirker û serdestan.we zîndan Amedê bi muzexaneya berxwedanê li hember faşîstan. Çawa ku li hember faşîzma 12’ê Îlonê, 14’ê Tîrmeh bû ruhê bawerî û serkeftinê, ev ruh îro li hember faşîzma Erdogan û Bahçelî têkoşînek mezin dide. Tank, top, firok, leşker, hemû tiştê faşîzma Kenan Evren hebû. Xurt bû mezin bû û bi nav û dengê bû. Tirs belavkirî bû. Bibû  generalên tirsê. Li  hember vê yekê di destên Kemal Pîr, Hayrî Durmus , Akîf Yilmaz û Alî çîçek de tiştek  nebû. Tenê fikre û ramanên wan, baweriyan wanû bedena wan hebû. Bîr û bawerî li hember zalim zordar serdest û faşîstan bi ser ket.

A niha jî di destê faşîzma Erdogan- Bahçelî de, tang, top, firok, leşker,ÎHA, SÎHA û gelek amûrên wan hene. xwe wek ezel û ebet dibînin. Lê ji bîr  dikin ku li hember vê yekê rUhê Kemal Pîrr, Hayrî Durnus, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek heye. Dê şagirtên Kenan evren winda bikin, dê ruhê 14 Tîrmeh bi ser bikeve.

Nûçeyên Têkildar