Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin’

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê hefteyê du caran û malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Serlêdanên wan bi hinceta “cezayên disiplînê” nayên bersivandin. Gelek saziyên neteweyî û navneteweyî heta niha ji bo Ocalan gelek caran serlêdan kirin lê tevî vê yekê tu gav nehatin avêtin.

Serokatiya Baroya Amedê jî bi sedema ku bi astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re xebatên wan ên pîşeyî tên astengkirin, di 12’ê kanûna 2022’yan de bi 107 parêzeran serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) da. Heta niha jî tu bersiv nehatine dayîn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bandora wê axivî.

Eren, got ku li gorî pergala hiqûqê ya tirk, girtî yan jî hikûmxwar kî dibe bila bibe divê ji mafê parêzer û ragihandinê sûd bibire û wiha domand: “Sepanên li Îmraliyê, derhiqûqî ne. Rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tenê bi derhiqûqtiyê nayê vegotin. Di bingeha vê tecrîdê de, vê îzolasyona civakî de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Bandora israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Anku girêdayî rewşa polîtîk a li welêt e. Li gelek welatan pevçûn-çareserî hene. Lê li Tirkiyeyê ev pêvajo pir giran dimeşe û îstîqrar nîne. Carnan hinek îktîdaran bi daxwaza xwe qenalên têkilîdanînê vekirin. Destûra hatin û çûna parêzeran tê dayîn lê li gorî atmosfera polîtîk, guherînên girîng û pirsgirêkên mezin ên herêmê, serî li rejîmeke înfazê ya taybet didin. Gelek saziyên çavdêriyê yên navneteweyî, CPT û hwd. di vê mijarê de biryara binpêkirinê dan. Lê bêyî ku îzahetek were kirin an jî daxuyaniyek were dayîn, heman tiştî didomînin.”

Pergala cezayê dibe sedema cihêkariyê

Bi domdarî Eren destnîşan kir ku li gorî pergala înfazê; divê sepanên heyî ji bo hemû kesên bi heman rewşa hiqûqî di girtîgehê tên ragirtin wekî hev bin û wiha pê de çû: “Divê ev rewş ji bo birêz Ocalan û girtiyên din jî bikeve meriyetê. Sepanên li Îmraliyê, li dijî rêgeza wekheviyê ye. Di halê hazir de pergaleke înfazê ya cihêkar heye. Rejîma înfazê li gorî sûcê şexsan birêve dibe. Hemû mînakên dinyayê li girtîgehan pêşiya berdana bişert an jî tehliyeya zû vedike lê li Tirkiyeyê ev pergala înfazê li gorî şexsan diguhere. Ev yek jî rê li ber cihêkarî û newekheviyeke mezin vedike. Îcar li girtîgehên wiha ku bi pergala înfazê ya taybet tê birêvebirin, bêhiqûqî hêj didomin. Di hiqûqê de tu îzaheteke astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re ya wiha domdirêj nîne. Lê mixabin bêdengiyeke mezin heye. Wezareta Dadê û meqamên darazê hewcehî pê nabînin ku bersivê bidin serlêdanan. Ya ku mirov têxe nava fikaran jî ev e. Ev yek, nêzikatiya îktîdarê ya li dijî pirsgirêka kurd nîşan dide. Dema îktîdar, pirsgirêka kurd tenê weke pirsgirêkeke ewlehiyê dibîne, sepanên wiha zêde dibin.”

‘Ji bo aştiyê guftûgo girîng e’

Eren, hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Weke hiqûqnasek, Serokê Baroya Amedê, endamekî baroyê û weke kurdek, em baş dizanin ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, bi guftûgoyê dibe. Weke baroyê, me her tim çareseriyên aştiyane pêşniyar kir. Ji ber ku di nava 40 salan de eşkere bû ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên tundî û ewlehiyê çareser nabe. Bi taybet jî di pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015’an de, di nava gel de ji bo çareseriyê hêviyeke mezin çêbûbû. Lê mixabin encama dihat xwestin çênebû. Civak hêj jî dixwaze ev pirsgirêk bi rêya guftûgo û aştiyê çareser bibe. Heke pirsgirêkek were çareserkirin, divê aktorên wê jî daxilî wê çareseriyê bibin. Dibe ku di girtîgehê de be yan jî li derve be. Îradeya çareseriyê dixwaze, aktor û şexsên ku dê bibin wesîleya çareseriyê baş nas dikin. Lewma heke îradeyeke çareseriyê ya bi rêya guftûgoyê pêş bikeve, dê guftûgoya bi Girava Îmraliyê re ji bo inyeta aştiyê encamên erênî bîne.

Divê bi aktorê xwedî gotinê re peywendî bên danîn

Abdullah Ocalan, yek ji aliyên çareseriyê ye. Bandora wî ya li ser rêxistinê tê zanîn. Lewma heke îradeya çareseriyê pêş bikeve, tevahiya civakê baş dizane ku divê ji ewil bi wî re peywendî bên danîn. Lê di vê mijarê de ya girîng, daxwaza îktîdar û dewletê ya çareseriyê ye. Mixabin niha daxwaz û inyeteke wan xuya nake. Lê bendewariya me ew e ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aştiyane, hemû qenal bên vekirin û pêşxistina guftûgo û peywendiyan e. Ji ber ku ev 40 sal in em bûne şahid, bi xwe re encamên giran anîn û hêj tîne. Bêguman dê guftûgoya li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re tê kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê mijareke girîng be.

Dê hewldanên me bidomin

Têkildarî tecrîda li Îmraliyê û li ser serlêdana parêzeran a baroyê, me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Wezareta Dadê da. Li Tirkiyeyê îktîdar neguherî lê bi wezîr, lijneya wezîran û burokratên nû re pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi sala nû ya edlî re em ê têkildarî aqûbeta serlêdana xwe hinek serlêdanên nû bikin û dê hewldanên me bidomin.

Saziyên navneteweyî jî tecrîdê weke binpêkirina maf dibînin. DMME û Destûra Bingehîn weke binpêkirina maf nirxand. Gelek caran rapor hatin amadekirin ku sepanên li Îmraliyê derketine asta ‘miameleya xerab’ û ‘îşkenceyê.’ Mixabin raporên van sazî û dezgehan jî bi qurbanî têkiliyên navneteweyî tên kirin. Em dibînin ku di roja me de têkiliyên navdewletî, menfaet, têkiliyên siyasî û hiqûq jî tê binpêkirin. Biryarên DMME’yê yên derheqê Tirkiyeyê de nayên bicihanîn. Divê ji bo bicihanîna van biryaran, sazî û dezgehên di nava konseyê de zextekî giran bikin. Lê Tirkiyeyê êdî rewşek asayî bûye ku bi dilrehetî li gorî biryarên DMME’yê tevnagerin. Her wiha guh nadin raporên hatine amadekirin û tespîtên hatine kirin. Sedema vê jî ew tiştên min li jor rêzkirin in.”

‘Tecrîdê welêt ber bi cihekî talûketir ve bir’

Nahît Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Em tevek jî baş dizanin ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a binpêkirina mafên mirovan heye. Maf û azadiyên bingehîn hatine bisînorkirin. Biryara AYM’ê heye lê her hefteyê Dayikên Şemiyê tên astengkirin û mafên wan tên binpêkirin. Banga min ji bo îktîdarê ew e ku tavilê dev ji van sepanên antîdemokratîk berde. Em hatine astekî wisa ku êdî daxwaza hukmên destûra bigehîn a darbeyê dikin. Her tim qala makeqanûnê dikin lê bi hukmên makeqanûna niha nayê kirin. Lewma ya girîng ne belge lê inyet û îrade ye. Divê dev ji sepanên maf û azadiyên bingehîn asteng dikin berdin û rêzê bo azadiyan bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar