Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Dê ji bo vê hêzê xiyanet were nivîsandin’

Çalakvanê Civaka Sivîl Nizar Mihemed diyar kir ku PDK bi axaftinê li dijî şerê birakujiye lê di pratîkê de berevajî axaftinên xwe ye û di warê aborî, îstixbaret û leşkerî de hemahengiyê di gel dewleta tirk dike û wiha got:”PDK’ê dixwest li gorî xwesteka xwe kongreya neteweyî pêk bîne û herî dawî bêxe xizmeta dagirkeriyê de. Wê di dîrokê de ji bo vê hêzê xiyanet were nivîsandin.”

Çalakvanê Civaka Sivîl Nizar Mihemed têkildarî hewldanên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) yên ji bo pêkanîna kongreya neteweyî ya kurd û hemahengiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li gel dewleta tirk ji Rojnewsê re axivî.

Nizar Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser hewldanên KCK’ê yên ji bo lidarxistina kongreya neteweyî û wiha got: “KCK weke hêzekî nîştimanî timî ji bo rizgarkirina pirsgirêka kurd ji krîza hewl dide û vê hêzê destê xwe daniye li ser bîrînan û nexweşiyên diyarkirî ku ji parçebûna mala kurdan pêk tê. Gelek salin kar ji bo van nexweşiyan dike. Di sala 1999, 2000, 2013 û 2017’an de çend konferans û kongre bi armanca lidarxistina kongreya neteweyî hatin lidarxist ku KCK’ê rolek gelek mezin têde di lîst.”

Nizar Mihemed bal kişand li ser ziyanên ji ber parçebûna di nava kurdan û wiha domand: “Li başûrê Kurdistanê hinek aliyên kurdî hene bi fîta dagikerên Kurdistanê dixwazin derbek tund li destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê bi dest ketîne bidin. Mînak, weke PDK’ê ku bûye beşek ji siyaset û hêzek leşkerî ya Tirkiyeyê û ew herêmên ku li jêr hikûmraniya wê ye, timî dagirkeriya Tirkiyeyê re vekiriye.”

Nizar Mihemed wiha domand:”PDK timî dibêje’li dijî birakujiyê me’ lê berevajî di warê aborî, sîxurî û leşkerî de bi temamî hemahengî li gel dewleta tirk a dagirkere. Bi temam jî li dijî hêza welatpêz a PKK’ê û KCK’ê û hêzên din ên rojavayê Kurdistanê. Wê di dîrokê de ji bo vê hêzê xiyanet were nivîsandin.”

‘Divê nehêlîn hêzek keştiyê bin ava bike’

Çalakvanê Civaka Sivîl Nizar Mihemed bal kişand li ser astengiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li pêşiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û wiha got: “PDK dixwast bi awayê ku ew dixwaze kongreya neteweyî pêk bîne. Mesûd Barzanî bikin serokê kongreyê. Lê razî nebûn hevserok jî hebe. Ji bo bikin destê xwe û herî dawî bikin xizmeta dagirkerên Kurdistanê de. Li wir rola partiyên din ên başûrê Kurdistanê destpê dike ku bi cidî dest bi vî karê mezin bikin. Ji berku eger bi vî awayî xebat berdewam bike, wê hemû tiştk bin bikeve. Ji ber ku em  hemû di yek keştiyê de ne û divê nehêlîn hêzek keştiyê bin ava bike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar