Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dê jin bi xwe re civakê bi rêxsitin bikin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya TAJÊ Sûham Şengalî komxebata ‘Jin û Parastin’ weke gaveke girîng a ji bo pêşxistina têgihiştina jin a parastinê nirxandin û gotin: “Eger jin bigihije feraseta xweparastinê, wê bikare civakê jî bi xwe re rêxistin bike û bixe tevgerê. Wê şerê gel ê şoreşgerî bi pêşengiya jinê were berfirehkirin û pêşxistin.”

10’ê mijdarê li Navenda Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û bi beşdariya 150 jinên ji pêkhateya êzidî û ereb komxebatek li ser mijara ‘Jin û Parastin’ hat lidarxistin.

Komxebata parastinê ya jin bi armanca pêşxistina feraseta xweparastina ji êrîşên qirkirinê, ferman û tundiya mêr ya sistematîk û bi civakîkirina feraseta parastinê li her qadeke jiyanê de hat lidarxistin.

Komxebat li navenda ku DAIŞ ji aliyê gerîla û şervanan ve hat têkbirin û salvegera 8’emîn a rizgarkirinê de hat lidarxistin. Ji ber vêya coşa rizgarbûna Şengalê ya ji tarîtiyê li ser komxebatê serwer bû.

‘Xeta şerê gel ê şoreşgerî wê bi pêşengiya jinê were rêxistinkirin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen xebatê û salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir û kurt vê peyamê da: “Ev komxebat bi pêşengiya TAJÊ û YJŞ’ê hat lidarxistin. Bi beşdariya hemû pêkhateyên li Şengalê yên êzidî û ereb pêkhat. Hemû saziyên Şengalê jî beşdarbûn. Em salvegera rizgarkirina Şengalê li mîmarê azadiyê, şehîdan û çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Ne tenê keç û xortên êzidî yên çar parçeyên Kurdistanê jî li vir şehîdbûn. Lê hîn jî êrîş li ser me û pêşengên me dewam dike. Ji ber vêya ev komxebat wê xeta şerê gel ê şoreşgerî bi pêşengiya jin rêxistin û berfireh bike.”

‘Komxebat di demeke girîng de hat lidarxistin’

Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya TAJÊ Sûham Şengalî ku di heman demê de komîteya amadekar a komxebatê bû jî têkildarî mijarê de wiha axivî: “Komxebatek der barê jin û parastin de çêbû. Gelek jin tev li vê xebatê bûn.  Ev komxebat gelekî girîng bû û di salvegera rizgarkirina Şengalê de çêbû. Di komxebatê de êrîşên DAIŞ’ê û yên dewleta tirk û şerê taybet ê li ser Şengalê tê meşandin jî hat destgirtin.”

‘Eger jin xwe bigihînin feraseta xweparastinê wê civakê jî rêxistin bikin’

Sûham Şengalî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di vê serdemê de lidarxistina komxebatek wisa girîng bû. Di civakan de eger jin xwe bigihînin têgihiştina parastinê, wê bikarin civakê jî bi xwe re rêxistin bikin û parastineke mayînde jî pêşbixin. Ez komxebatê li tevahî şehîdên di oxira parastina Şengalê û rizgarkirina wan de şehîdbûne pîroz dikim. Her wiha li Rêber Apo, li tevahî gel û şervanan pîroz dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar