Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dê jin destkeftiyên şoreşê biparêzin

Pêngava Kongreya Star a bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ hatibû destpêkirin, bênavber didome. Têkildarî pêngava duyemîn endama Koordînasyona Kongreya Starê Hediye Şemo axivî û diyar kir ku dê li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê her di nav çalakiyan de bin û welatê xwe biparêzin

Pêngava Kongreya Starê ku di 8’ê tebaxê de bi dirûşama ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe’ bi daxuyanekî ragihandibû. Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev pêngav hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li kantonên herêmê de çalakî pêk hatin. Di qonaxa duyem a pêngavê û di plansaziya meha îlonê de dê çalakiyên cur bi cur pêk bên. Têkildarî mijarê endama Koordinasyona Kongreya Starê Hediye Şemo axivî û diyar kir ku çalakiyên wan li hemberî kiryarên dewleta tirk berdewam dikin û dê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Şemo anî ziman ku ew di çarçoveya pêngavê de ev meheke çalakiyên cur bi cur pêk anîne û wiha domand: “Welatê me di rewşeke awarte de ye, ji bo wê jî divê em welatê xwe ji hemû rengên dagirkeriyê û ji êrîşan biparêzin. Divê dengê me li hember êrîşên Tirkiyeyê yek be. Îro li ber çavê cîhanê dewleta tirk sînorê xwe fireh dike. Li hember van kiryaran herkes bêdeng e. Li dijî bêdengiyê pêwîst e em bi gelê herêmê re yekbûna xwe xurt bikin û pevre doza welatê xwe bi ser bixin.”

‘Em ê ji bo welatê xwe tim li ser pêyan bin’

Di berdewam axaftina xwe de Şemo bal kişand ser belavbûna dengvedana vê pêngavê û ev tişt anî ziman: “Piştî aşkerakirina armancên pêngavê ya li kantona Kobanê, êdî pêngav li seranserê herêma Cizîr û Şehbayê jî belav bû. Li ser sînorên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî konên mertalên zindî hatin vedan. Tevlibûna gelê herêmê gelek baş bû. Ev hêz û îradeya gelê me da nîşandan, bi taybet jinên şoreşê yên ku destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin û rê nadin ku vîna wan were çewisandin.”

Her wiha Şemo herî dawî plana pêngavê ya meha îlonê  aşkera kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebateke berfireh me daye pêşiya xwe. Li gorî nêrîna me dê bandoreke mezin li raya giştî bike. Heya niha em negihaştine armancên xwe, ji bo wê jî em ê di çalakiyên xwe de bi israr bin û ji bo azadiya welatê xwe her li ser pêyan bin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar