Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê jin di 12’yê tîrmehê de li Dêrsimê bin

Meclisa Jinan a HDP’ê starta kampanyaya ‘Têkoşîna Jinê li her Derê ye’ di 10’ê hezîranê de dabû destpêkirin. Meclisa Jinan li her derê Tirkiyeyê di çar astê de kampanyayê da meşandin. Kampanyaya ku mehekê dewam kir ew ê bi asta çaremîn bi mijara tundiya li ser jinê û êrîşa zayendî ya li ser zarokan dewam bike. Ew ê têkildarî vê mijarê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. Meşên ku ew ê li Mêrdîn û Êlihê bihatan lidarxistin ji ber vîrusa koronayê hat betalkirin. Lê dê di 12’yê tîrmehê de li Dêrsimê meşa herêmî pêk bê. Têkildarî mijarê endama PM a HDP’ê Rabia Tekaz axivî.

Rabîa Tekaz da zanîn ku hestiyariya têkildarî pirsgirêkên jinan li qadan daye der û wiha got: “Em ê bi awayekî girseyî biçin Dêrsimê. Ji Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin ev 7 meh in agahî nayê girtin. Me her dem Gulistan kir rojeve xwe. Ji bo em dîsa li aqubeta Gulistan bipirsin em ê li Dêrsimê bimeşin.”

‘Dê kampanyayên me bidomin’

Tekaz diyar kir ku ev kampanya dê ne ya dawî be û wiha dewam kir: “Em ê di rojên pêş de dest bi kampanyayên nû bikin. Têkoşîna jinê mayinde ye. Em ê vê her bînin ziman. Hinek zagonên nû hene ku tê xwestin bînin meclisê. Em her sibeh bi cinayetek nû hişyar dibin. Gelek bûyerên tundiya li ser jinê hene. Li dijî van em ê ji bo rojên pêş xebatên nû bikin.”

‘Berpirsiyariyeke me ya dîrokî heye’

Di axaftina xwe de Tekaz da zanîn ku tê xwestin jinê li derveyî siyaset û qada cemawerî bên hiştin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin jinan têxin nava çar dîwaran. Niha mal ji bo jinan bûye qada cinayetan. Çimkî tundiya li ser jinê jê ji sedî 95 di nava malê tê jiyîn. Polîtikayeke sîstemê ya ku dixwaze jinê bê hilm bihêle, heye. Em mecbûrên destkeftiyên xwe yên siyasî biparêzin. Êrîşên cidî li dijî rêxistinbûyina jinê heye. Êrîşên li ser Komeleya Jinê ya Rosayê û buroya KCD’ê di çarçoveya zextên li ser jinê tên kirin. Li dijî van êrîşan berpirsiyariyeke me ya dîrokî heye”

‘Em bi mezinkirina tora piştevaniyê bi ser bikevin’

Tekaz anî ziman ku ew ê wekî Meclisa Jinan a HDP’ê bi hemû jinan re bi awayekî hemdem tev bigerin û wiha domand: “Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li Kurdistanê jin ji ber nasnameya xwe ya kurdistanî bi zextan re rû bi rû dimînin. Bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin. Li dijî zextan em ê bi mezinkirina tora piştevaniyê bi ser bikevin.”

Her wiha Tekaz axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Divê mijara me ya hevpar rêxistinbûyîn û hêza jinê be. Divê mezinkirina têkoşîna jinê peywira me hemûyan be. Ancax em wiha bikaribin hêviya xwe ya ji bo siberojê zindî bikin. Em di 12’yê tîrmehê de li Dêrsimê bên gel hevdu.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar