Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dê jin di meha mijdarê de li qadan bin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî cinayetên jinan, qirkirina çandî, îstismarkirina zarokan û talankirina xwezayê bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ kampanyayek dabû destpêkirin. Dê endamên TJA’yê di çarçoveya vê kampanyayê de di meha Mijdarê de jî dakevin qadan

Kampanyaya 6 mehan a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ di meha xwe ya çaran de ye. Endamên TJA’yê di çarçoveya vê kampanyayê de li Wanê bi gelek jinan re li hev kom bûn, civînên gel çê kirin, çalakiyên dengbêjiyî li dar xistin, alîkariya penaberan kirin, çûn serdana koçberan û bal kişandin ser talankirina xwezayê. Dê TJA di meha mijdarê de jî gelek çalakiyan li dar bixe û dakeve qadan.

Endama TJA’yê Rojbîn Bor anî ziman ku kampanyaya wan ji meha tîrmehê ve didome û got ku heta niha hema bêje çûne hemû taxên Wanê, hevdîtin bi jin û zarokên penaber re kirine û hewl dane pirsgirêkên wan çareser bikin.

Bor destnîşan kir ku ew ê tim li qadan bin û li hemû qadên jiyanê dengê xwe bilind bikin û wiha domandin: “Îdiaya me tenê ne azadkirina jinê ye, di heman demê de guherîn û veguherîna mêr e jî. Em ê di meha Mijdarê de jî bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li ser Jinan hin çalakiyan li dar bixin. Di mehên borî de bi dehan jin întihar kirin û cinayet pêk hatin. Em ê tim li ser xeta ku mafên mirovan diparêze bin. Wê çalakiyên me TJA’yê bi vî awayî bidomin.”

Mêr jî dixwazin tev li veguherînê bibin

Di axaftina xwe de Bor diyar kir ku jinên di warê aboriyê de azad in û jinên kedkar ên li malê jî ji ber feraseta zilam mexdûr in û wiha pêde çû: “Tehekuma feraseta zilam heye. Ev feraset jinê nahesibîne, bin pê dike û nabîne. A rast em li gelek qadan bi pirsgirêkên hîn cudatir re rû bi rû dimînin. Gava em çûn serdana jinên penaber, gotin em muxataban nabînin, meseleyên wan ên tenduristî bi proseduran ve hatine girêdan û ji ber vê bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin. Feraseteke ku kuştina jinê wekî heq dibîne heye.  Em ji vê re dibêjin cinayeta erkî, întiharkirina jinê tune ye, zilam dibe sedema vê. Di meha dawî de 5 jinan întihar kir. Her wiha jinên ku nikarin daxilî jiyana civakî bibin, nikarin dengê xwe bilind bikin, tim tên binpêkirin û nayên dîtin hene. Îjar TJA di vî warî de hewl dide ku jin dengê xwe bilind bikin. Êdî tenê ne jin, mêr jî dixwazin tevî atolyeyên me û veguherînê bibin.”

Her wiha Bor detnîşan kir ku di hemû xebatan de bi astengî û zextên polîsan re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî feraseta zilamî ya bi polîtîkayên qeyûmî navendên jinan girtin têbikoşin. Em dibêjin ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan, ji bo parastina xwe û xweseriya xwe tu jî rabe ser pêyan, tu jî ji bo aştiyeke bi rûmet rabe ser pêyan’.”

Bang li jinên Wanê kir

Endama TJA’yê Havar Derya jî destnîşan kir ku di xebatên xwe de hewl didin pêwendiyê bi hemû jinan re deynin û wiha axivî: “Bernameyên me yên ‘xweparastin maf e’ pir baş derbas bû. Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ‘xweparastina mafê her kesî ye.’ Em jin em ê çawa karibin li hemberî zilaman xweparastina xwe pêk bînin? Mijarên civakî, aborî û gelekê din hatin nîqaşkirin. Jin tenê ne di warê fizîkî de, di warê aborî, derûnî û civakî de jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Îjar li hemberî vê wê reflkesa jinê çi be, çawa be me hemû nîqaş kirin. Wê piştevanî û desteka me ya ji bo jinan bidome.”

Her wiha Derya da zanîn ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li ser Jinan ew û jinên wanî dê li hev kom bibin û bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundiyê dakevin qadan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar