Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngava ‘Em dibêjin NA’ li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê li Silêmaniyê meşekî bi meşale lidar bixin.
Li gorî daxuyaniya Jinên Ciwan ên Têkoşer wê meş di 1’ê Îlona 2020’an de li Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê saet 18:30’an destpê bike û li Saholeka bi dawî bibe.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku dê ji seranerê başûrê Kurdistanê ciwan tev li meşê bibin. SILÊMANÎ