Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Dê koma duyemîn greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, dê sibê koma ewil grevê dewrî koma duyemîn bike

Navenda Nûçeyan

Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî salek û nîv dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan diqewimin di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin.

Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin, hevdîtin û têkiliya bi Ocalan û sê girtiyên li gel wî re hatin qûtkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bû pêşengê vê çalakiyê ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û dinyayê belav bû. Bi hezaran girtî piştgirî dan çalakiya Guven û van hevdîtinan kir ku parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica 5 caran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî parêzer di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn hevdîtinê û ji wê rojê şûn ve destûra parêzeran nayê dayîn.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 3’yê Adara 2020’an de çû Îmraliyê û hevdîtinek rûbirû kir. Di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber nexweşîna vîrûsa koronayê piştî 21 salan cara yekem Ocalan mafê telefonê bikar anî û telefonî malbata xwe kir.

Girtiyên PKK û PAJK’ê kom bi kom bi dema 5 rojan bêdem û dorveger vê çalakiyê bi rêve dibe. Çalakî li gelek girtîgehên cuda dest pê kir û dê sibê koma duyemîn çalakiyê ji koma ewil dewr bigire.

Ji ber vîrûsa koronayê ku parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinan nayê zanîn li kîjan girtîgehan û çend girtiyan dest bi çalakiyê kiriye.

Li hin girtîgehan navê girtiyên di koma ewil de cih girtin wiha ne:

Li Girtîgeha Tîpa M a Vezîrkopru ya Samsûnê Huseyîn Koç, li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê Erkan Bayrak, li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind Îhsan Bûlût û Muzaffer Acû, li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê Lorîn Înanç, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an Mehmet Askerû Dûman, Li girtîgeha Sîncana Enqereyê Saadet Akin, Necla Yildiz û Arjîn Yuksekbag, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê Mehmet Emîn Urper, Şukru Çîçek, Sabah Dayan û Serhat Çagli, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ya Tîpa T Nûrcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese, li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay, li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an Tîpa F Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û Seher Orûç.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar