Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dê Konseya Ewropayê li ser tecrîd û azadiya Ocalan kom bibe’

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir dê di 30’ê mijdarê de Konseya Ewropayê li ser mijara tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêber Ocalan kom bibe û got ku li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dema azadiya Ocalan hatiye

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîd û mijara azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji Ajansa Rojnewsê re axivî û agahiyên girîng parve kir.

Dînç diyar kir ji bo mûwekîlê xwe bibînin heftane daxwaza hevdîtinê pêşkêş dikin, lê ji sala 2011’an ve ango nêzî 10 sal in tên astengkirin û pirsgirêk ji bo serdana parêzaran û malbatan a ji bo Îmraliyê tê derxistin û got ku ew tenê karine 5 caran hevdîtin bikin ew jî di encama zext û grevên birçîbûnê de bûye.

Li ser sedemên astengkirina hevdîtinan jî Mazlûm Dînç diyar kir ku tu sedemeke yasayî nîne û ev tişt anî ziman: “Berê bi hinceta keştî xirabe ye, rewşa hewayê nebaş e dihat astengkirin. Di van salên dawiyê de tu hinceteke wan nîne û bersiva daxwazan nadin. Astengiya ji bo hevdîtinan jî siyasî ye.”

Mazlûm Dînç biryareke girîng a Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jî bi bîr dixe û wiha dibêje: “Piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, ji bo pêkhatina biryarê di asta navnetewî de em ketin nava gelek hewldanan. Me li nava Tirkiye û di asta navnetewî de gelek serdanan kir. Li gorî biryarê dema azadiya Rêber Ocalan hatiye. Birêz Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke dijwar û şert û mercên giran de dijî. Êdî ev nayê qebûlkirin, ji ber vê divê Birêz Ocalan bigihije azadiya xwe.”

Xebatên navneteweyî

Têkildarî xebatên xwe yên di asta navneteweyî de ji bo azadiya Ocalan jî parêzer Mazlûm Dînç ev tişt vegot: “Me gelek caran serdana Konseya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kir. CPT jî di raporên ku pêşkêş dike de tiştên erênî der barê rakirina tecrîdê de dide. Lê dewleta tirk raporan nas nake û tecrîd berdewam e.”

Dînç rexne li bê helwestiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kir û got ku heta niha serdanên wan nexistiye rojeva xwe.

Dê 30’ê mijdarê de kom bibe

Her wiha Dînç behsa berfirehiya biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî kir û van agahiyan da: “DMME di 18’ê adara 2014’an de biryarek derxist û ew jî ev bû ku kesek heya dawiya temenê xwe nabe di girtîgehê de bimîne. Ji ber vê dibêje cezayê li ser Birêz Ocalan cezayekî giran e û nikare heya dawiya temenê xwe li girtîgehê de bimîne. Ji ber vê ev cezaye ne li gorî Dadgeha Ewropayê ye û mafê wî binpê dike, divê cezayê heta hetayî were guhertin. Ji ber vê jî Konseya Ewropa berpirsyar e. KE’yê her sê mehan carekî kom dibe. Divê di 30’ê mijdarê de Konseya Ewropayê kom bibe, vê mijarê bixe rojeva xwe û biryarê li ser bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar