Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dê li dijî vê zilmê serî netewînin

Li Amed, Mêrîn û Wanê di roja 11’emîn de çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmên rejîma AKP/MHP’ê berdewam kirin. Di çalakiyan de bertekên tund hatin nîşandan û hat destnîşankirin ku dê li dijî vê zilmê serî netewînin

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Di roja 11’emîn de li Wan, Mêrdîn û Amedê bi beşdariya parlementerên HDP’ê, hevşaredar û gelek welatîçalakî pêk hatin. Di çalakiyan de bertek û nerazîbûnên tund li dijî dewlet û rejîma AKP/MHP’ê derketin pêş.

Li Amedê wekî her roj li Kolana Lîseyê ya pêşberîŞaredariya Bajarê Mezin a Amedêçalakî bi rûniştînê destpê kir. Platforma Malî Muşavîran jî bi meşekê beşdarî çalakiyê bû. Çalakvanan jî platform bi çepikan pêşwazî kirin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniya çapemeniyê çalakvanan bi yek dengî qîriyan û gotin; “Diz heye”. Di destpêkê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku dê her roj betekên xwe bilind bikin, dê her roj li qadan bin û dê qeyûmên wan nas nekin.

Piştî Aydenîz Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û destnîşan kir ku ev xesp û bêhqiya li vîna gel hatiye kirin li pêşberî çavên her kesî pêk hatiye. Uyanik wiha got: “Ev tayînkirina qeyûman ne tenê li ser 3 bajaran e, li ser tevahiya bajarên Tirkiyeyê ye. Bila yek bajar nebêje “Em azad in”qayûm tayînî her derê hatiye kirin.”

‘Pêdivî bi demokrasiyê heye’

Endama Platforma Malî Muşavîran Amîne Demîr jî diyar kir ku hilbijêrên ku ji sindoqê derketina daxwaza civakê ya rêvebirina bajarên wan e û wiha got: “Pêdiviya herî zêde ya welatekî rewşeke demokratîk e. Em diçin ser sindoqê û dixwazin ên ku em wan dibijêrin me bir ê ve bibin. Ji ber vê jî em ji qeyûmên ku hatine tayînkirin re dibêjin na.”

Ji bo kurdan pêwistiya yekitiya neteweyî

Yek ji beşdarên daxuyaniya çapemeniyê Berdevka Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê Jiyan Tîmûrtaş jî destnîşan kir ku qeyûm karmendên mêtingehiyêne û ew karmendên mêtingehiyê qebûl nakin. Tîmûrtaş diyar kir ku divê gelê kurd li dijî qeyûm û feraseta dagirkeriyê rawest e. Tîmûrtaş her wiha bal kişand ser pêwistiya gelê kurd a di bin sîwana yekitiya neteweyî de.

Li Mêrdînê çalakî didome

Li Mêrdînêçalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 11’emîn de bi tevlîbûna parlementer, rêveber û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’êû gelek welatiyan berdewam kir. Çalakî li Parka Karayollarî ya navçeya Artûklû hat lidarxistin. HDP’iyên nêzî 2 saetan çalakiya rûniştinê dewam kirin, bê navber dirûşme berz kirin û stran gotin. Polîsan destûr nedan ku welatî bikevin qadê. Welatiyan jî li ser vê yekê ji dûrve bi lêxistina çepikan piştgirî dan HDP’iyan. HDP’iyan piştîçalakiya rûniştinê, daxuyanîdan.

Parlementerê HDP’ê yêÊlihê Necdet Îpekyuz daxuyanî da lê daxuyaniya wî bi anonsên polîsan tim hat birîn. Beşdaran jî bi lêxistina çepikan bertek nîşanî polîsan dan. Îpekyuz ligel hişyarinên polîsan jî axaftina xwe dewam kir û wiha got: “Em ê li dijî qeyûman bertekên xwe dewam bikin. Tirkiyeyê di her warî de ketiye nava krîzan. Tim baweriya me bi demokrasiyê hatiye. Gelê di hilbijartinê de bersivek xweş da rejîma AKP û MHP’ê. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn bersivek mezin bidin vê rejîme. Em li ber xwe bidin. Em ê bêdeng nemînin. Em natirsin. Em ê bi hevre qezenc bikin.”

‘Rêxistina herî mezin a terorê welat bi rêve dibe’

Piştî axaftina Îpekyuz, Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Ger hûn pêşiya veguhêzîna pereyên nelirêtiyê bigerin, li AKP’ê mêze bikin. Ji me re dibêjin ev rêxistina terorê ne. Ez jî dibêjim ger hûn bixwazin li rêxistina terorê bigerin, li AKP’ê binêrin. Rêxistina terorê ya herî mezin a dîroka komarê, îro bi navê AKP’ê welat birêve dibe. Werin em ji vê derê dest pê bikin û li dijî vê rêxistina terorê bi hevre têbikoşin.”

Tundiya polîsan şermezar kirin

Li Wanê jî di roja 11’emîn de çalakiya li dijî qeyûman berdewam kir. Di çalakiyê de li gel parlementer û rêveberên HDP’ê gelek welatî amade bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk di çalakiyê de li ser navê girseyê axivî. Eksîk di destpêkê de li ser tundiya polîsan rawestiya û bi tundî şermezar kir. Eksîk diyar kir ku pêwîste bi lezgînî derbarê ev polîsên ku tundiyê dikin, bêriziyê li dijî gel û vîna gel nîşan didin lêpirsîn bê destêkirin û ji kar bên dûrxistin.

Dê bêdeng nemînin

Eksîk her wiha destnîşan kir ku dê tu carî li dijî zext û pêkûtiyên destilatiyê serî netewînin û wiha got: “Bila ev destilata faşîst baş bizanibe ku em tu carî li pêşberî zext û tundiya wan serî natewînin. Em ê tu carî li dijî vê zilma ku tê kirin bêdeng nemînin. Heke em bêdengbin dê ev faşîzim, zilm û zordarî li her deverê pêş bikeve. Divê hemû gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê vê yekê baş bizanibin û li dijî vê faşîzma li ser gel, li dijî vê bêdemorasiyê, li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.”Ev çalakî jî bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar