Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dê Meşa Azadiyê bê lidarxistin

Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi boneya “Meşa Azadiyê” ya ku di navbera 1-15’ê sibatê de ji du milên bakurê Kurdistanê ve bê lidarxistin, li Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi meşê bikin. Daxuyanî li hotêleke li bajar hate dayîn û hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li daxuyaniyê bûn. Di heman demê de gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyan jî di daxuyaniyê de cih girtin. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em ji bo azadiyê dimeşin. Dem dema azadiyê ye” hate daliqandin.
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku 75 aktîvîstên mafên mirovan wê tev li meşê bibin.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî metna bi kurdî ya bi sernavê “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em dest bi meşa azadiyê dikin” xwend.
Metna daxuyaniyê wiha ye: “Ev 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Birêz Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di warê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke girîng e. Ev 2 sal û 10 meh in der barê birêz Ocalan tu agahî nayên stendin. Ne di hiqûqa Tirkiyeyê de ne jî di hiqûqa navneteweyî de ciyê pêkanînên tecrîda mutleq tune ye û her wiha tecrîd ne exlaqî ne wijdanî ne jî însanî ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, bûye navenda polîtîkayên tesfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku hiqûqa mêtingeriyê pêk bînin, axa Kurdistanê dagir bikin û bê mirov bihêlin.
Aşkere ye ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd û Kurdistanê pêk tê, di heman demê de temamê civakê jî dîl girtiye û li ser civakê wek amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn. Polîtîkayaên tecrîdê li hundir rê li ber qeyranên aborî, civakî û siyasî vedike, li derve jî Tirkiyeyê ber bi şerên herêmî ve dikşîne. Ji bo derketina ji van krîz û şerên herêmî rêya herî giring ev e ku pergala tecrîda mutleq bê hilweşandin û Birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.
Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi vê rêyê gelê welêt û gelên herêmê ji aliyê dewletên neteweperest ve ji hêla aborî, çandî, civakî û siyasî ve di şer û pevçûnan de tên fetisandin. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dê rêya çareseriya demokratîk û aştiyane veke. Gotinên ku birêz Ocalan di sala 2010’an de bi lêv kirin girîngiya azadiya wî ya fizîkî ya ji bo jiyana azad a gelan nîşan didin. Birêz Ocalan gotibû; ‘Mirov dikare tenê bi şertekî li derve bijî, ew jî bi vî awayî mumkin e ku divê mirov ji bo hebûn û azadiya kurdan û azadiya kedkarên tirk ên ku di şert û mercên kapîtalîzmê de dijîn bîst û çar saetan di nav têkoşînê de be.’
Heta ku ev tecrîda mutleq neyê şikandin dê gel nikaribin bêhnê bistînin û pirsgirêk dê bi awayekî demokratîk neyên çareserkirin. Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn şer û krîzên modernîteya kapîtalîst kûrtir dibin û rêya çareserkirina van pirsgirêkan ev e ku divê fikr û ramanên birêz Ocalan bên guhdarîkirin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi pêşniyarên wî heye. Li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê gelên herêmê û yên cîhanê pêşeroja xwe ya polîtîk di şexsê birêz Ocalan de pêkan dibînin. Lewma gel îtirazî van şert û mercan dike ku birêz Ocalan tê de ye. Encameke van îtirazan jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi çalakiyên ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest pê kir û ew çalakî îro berfirehtir bûne.
Em jî wek siyasetmedarên kurdistanî, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan, çalakiya navneteweyî ya hevalên xwe silav dikin û em eşkera dikin ku ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê em ê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bidin destpêkirin. Armanca çalakiya me di serî de ew e ku birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hemû mafên wî yên hiqûqî bicîh bên û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîng e.
Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê hilweşandin û dek û polîtîkayên qirêjî yên li ser pirsgirêka kurd bên bidawîkirin em ê nesekinin. Em careke din diyar dikin ku li dijî van polîtîkayên ku tu pîvanê mirovahiyê nas nake em ê bêdeng nemînin. Em hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk gazî çalakiya xwe dikin, wer in em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û tecrîdê têk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar