Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Dê neyên jibîrkirin’

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Edaletê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê têkildarî komkujiya 20’ê Tîrmeha 2015’an ku 33 ciwanên şoreşger ên dema pêlîstok dibirin ji zarokên Kobanê re li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hatibûn kuştin, daxuyanî dan. HDK, DBP û ÎHD’ê diyar kirin ku doza komkujiya li Pirsûsê dixwazin bê encam bigirin û wiha gotin: “Daxwaza edaleta ji bo Pirsûsê, daxwaza aştiya civakî ye. Divê faîlên komkujiyê bên darizandin û kesên rê li pêş vê yekê vekirine jî bên darizandin. Em diyar dikin ku di 5’emîn sala komkujiyê de em xwedî li daxawza ‘Ji bo Pirsûsê Edalet’ derdikevin. Em carek din 33 rêwiyên xeyalan bi hurmetî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê hêviyên wan di têkoşîna de mezin bikin. Di ser komkujiyê re 5 sal borîn. Lê heta niha bersûc Yakup Şahîn carekê jî derneket pêşberî dadgehê.  Delîlên teqez hene ku têkiliya vê komkujiyê û komkujiya 10’ê Cotmehê ya GAR’a Enqereyê bi hev ne. Lê gavên ku rastiyê ronî bike û berpirsiyaran ceza bike nehatiye avêtin. Em komkujiya Pirsûsê û 33 rêwiyên xeyalan ji bîr nakin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ku HDP’ê piştgiriya mezin a gel stend, bi van komkujiyan xwestin gelê kurd û tirk bînin hemberî hev. Ev yek encama van polîtîkayan e. Em vê komkujiya ku di rûpelên dîroka Tirkiyeyê de reş in, nahlet dikin. Em carek din diyar dikin ku em ê xeyalên wan zindî bikin.”

Bila meclis komkujiya Pirsûsê ronî bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî têkildarî Komkujiya Pirsûsê pêşniyarname da meclisê û xwest meclis komkujiyê lêkolîn bike û ronî bike. HDP’ê anî ziman ku berpirsiyariya dîrokî ye ku meclis komkujiya Pirsûsê û komkujiyên din ronî bike û bi van rastiyan re bê rûqalî hev. HDP’ê da zanîn ku li ruxmê 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî hêj tu gavên ronîkirinê nehatine avêtin û lêpirsînek çalak nehatiye kirin û da zanîn ku hêj 5 saet dîmenên têkildarî mijarê bi israr nexistine nava dosyayê û xwest meclis lêkolînê bike û bûyerê ronî bike.

Her wiha HDP’ê xwest komkujiyên GAR’a Enqereyê û Dîlokê jî bên ronîkirin û hesab bê pirsîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar