Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê li Stenbol, Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin çalakiyên xwe yên heftanê li darxistin. Xizmên Windayan destnîşan kirin dê heta dawiyê aqûbeta windahiyên xwe bipirsin û gotin ku dê tu hêz nikaribe wan bidin ji bîr kirin
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin xwestin di hefteya 733’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser astengkirinê Dayikên Şemiyê li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê polîsan vê hefteyê jî çalakiyê dorpêç kir. Xizmên windayan wêneyên windayan û qurnefîlan hildan. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî destek dan çalakiyê.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’î de hat windakirin pirsîn.
Xwişka Hasan Ocak ê di adara 1995’an de hat windakirin Madîde Ocak li ser navê dayikan daxuyaniyê xwend. Ocak diyar kir ku mafên mirova ji bo her kesî mîsogeriya jiyanek bi rûmet e û wiha got: “Mafên mirovan bingeha aştî û edaletê ye. Di tu rêgezên dewletan de binpêkirina mafên mirovan ne çalakiyek rewa ye. Desthilatên ku hêza dewletê bi kar tînin û azadî û maf ji holê radikin dê rewabûna xwe winda bikin. Çimkî me dît û li cihê hiqûq û maf lê xelas bibe kêfîbûna zilmê ya serdestiyê dest pê dike.”
‘Îşkenceya giran lê dikin’
Ocak anî ziman ku Nurettîn Yedîgol di salên 1970’î de ji bo xwendinê hatiye Stenbolê û piştî xwendina xwe di nava tevgerên ciwanên sosyalît de cih digire û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de biryara girtina wî derdikeve. Ocak got Yedîgol di 10’ê nîsana 1981’î de li Îdealtepeya Stenbolê li malekê tê binçavkirin û wî li Emniyeta Gayrettepe ya wê demê îşkenceyên giran lê dikin, wî winda dikin û ji wê rojê ve kesî wî nedîtiye. Ocak da zanîn ku tevî hemû serlêdanan jî lêgerîna Yedîgol bêencam dimîne û ji lêpirsînên Tirkiyeyê tiştek dernakeve û malbat dozê dibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê.
Ocak anî ziman ku ew ê bi tu awayî dest ji pirsîn û lêgerîna windayên xwe bernedin û wiha got: “Em ê ji bo Nurettîn Yedîgol û hemû windayên xwe dest ji daxwaza xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê dest ji Qada Galatasarayê jî bernedin.”
‘Kesî wekî me îşkence nedît’
Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol jî axivî û wiha got: “Kekê min 38 sal berê hat windakirin. Me gelek bang kir û em xemgîn bûn. Em hêvîdarin ku tu kes wekî me îşkence nebîne û maf û edalet cihê xwe bibîne. Ne hewceye em gelek gotinan bibêjin.” Yedîgol got dayika wî jî xwestiye vê peyamê ragihîne: “Ez di serî de heqê xwe li Serokkomar û Serokkwezîr helal nakim. Heke ji dinyaya din bawer dikin, bila li dinyaya din hesabê wê bê pirsin.”
‘Hûn bi qedexekirina nikarin bi me bidin jî bîr kirin’
Xwişka Hayrettîn Eren ê di darbeya 12’ê Îlona 1980’an de hat windakirin Îkbal Eren jî wiha got: “Me hezkiriyên xwe û birayên xwe di zîndanên tarî yên 12’ê îlonê de winda kirin. Heta kujer neyên darizandin û edalet pêk neyê wê ev doz dewam bike. Hûn bi qedexeyan nikarin tiştekî bi me bidin ji bîr kirin. Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin windayan bi me bidin ji bîrkirin. Galatasarayê li me vekin û dest ji zîhniyeta xwe ya qedexekirî berdin. Bikin ku kiryar bi me re rû bi rû bibin. Wezîfeya dewletê ev e.”
Xizmên windayan xwestin kiryarên xwe bibînin
ÎHD’a Amedê û xizmên windayan jî bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 531’emîn de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Serokê CHP’a Amedê Mehmet Sayin, rêveber û endamên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.
‘Di rêya sîrgunê de winda kirin’
Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku edalet bi heqîqetê tê avakirin. Yalçin diyar kir ku li ser vê axê gelek êşên mezin hatin jiyîn û wiha got: “Di 24’ê Nîsana 1915’an de komkujî li dijî gelê ermenî yê herî qedîm ê li ser vê erdnîgeriyê pêk anîn. Hûnermend û siyasetmedarên li Stenbolê dihat naskirin, di şevekê de, dibin çavan û li ser rêyên sîrgûnê hatin winda kirin. Em ji dewlet û desthilatdariya siyasî dixwazin ku kiryarên xwe bibînin û heqîqetê danin holê.”
Divê tecrîd bê rakirin
Yalçin, bal kişan ser grevên birçûbûnê jî û wiha bi lêv kir: “Ev 119 rojin li girtîgehan grevên birçûbûnê dewam dikin. Em weke parazvanên mafên mirovan çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê meşrû û qanûnî dibînin. Em bang li Wezareta Dadê û desthilatdariya siyasî dikin ku erka xwe bi cih bînin.”
‘Bi îşkenceyê hatin kuştin’
Yalçin, piştre çîroka nivîskarê Ermenî Grigor Zohrab ê di 20’ê gulan 1915’an de li Riha hatin windakirin xwend û wiha got: “Zohrab piştî perwerdeya xwe ya zanîngehê bi dawî kir di warê hiqûqî de, di qada navneteweyî de hatibû naskirin. Di temenekê biçûk de, di çapemeniya Ermenî ya Stenbolê de dest bi nivîsê kiribû. Di Meclîs-î Mebûsan de 7 salan Parlamenteriya Stenbolê kir. Zohrab di 20’ê Gulana 1915’an de, bi parlementerê Erzirûmê re tê girtin û bi hinceta dê li Dîvan-i Harp bên darizandin, ber bi Amedê ve tên bi rê kirin. Zohrab Grîgor û Varteks Serengulyan nêzî Karakopru ya Rihayê ji aliyê yekîneyên Memet û Halîl Çerkes tên rawestandin û bi îşkenceyê tên kurştin.”
Hemû hewldan bê encam man
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 437’yan de li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin.
Ji rêveberên ÎHD’a Êlihê Mahfûz Akgun, di çalakiyê de axivî û aqûbet Mehmet Mûngan ê di 18’ê gulan 1998’an li Goma Ceylan a gundê Yenîkoy a navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat windakirin pirsî. Akgun da zanîn ku Mûngoan ajokarê TIR’ê bû û wiha got: “Mûngan di 18’ê gulanê de ji bo bar bibe Irakê tê Sîlopî. Li vê derê diçe mala xalê xwe û dema ji mala xalê xwe derdikeve êdî carek din agahî jê nayê girtin. Li gel hemû hewldanên malbatê jî tu agahî ji Mûngan nayê girtin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji pirsîna aqûbetên windakiriyên xwe bernedin.”
Piştî daxuyaniyê, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. STENBOL /AMED /ELIH