Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) yên di navbera 6-9 ‘ê hezîranê de hatin kirin de, li gelek welatên Ewropayê partiyên rastgirên tund destketiyên mezin bi dest xistin. Her çend Partiya Gel a Ewropayê ku li gorî encamên dawî yên hilbijartinê partiyeke rastgir a navendî cihê xwe biparêze jî, serketina rastgirên tund bi awayekî xurt li Fransa, Almanya û Îtalyayê ji bo siberoja Yekîtiya Ewropayê fikaran çêdike.
Der barê mijarê de Sekreterê Giştî yê Komeleya Neteweyî ya Partîzan a Îtalyayê (ANPÎ) Fabrîzîo De Sanctîs axivî. De Sanctîs, diyar kir ku ew xurtbûna rastgirên tund li Ewropayê bi çend sedeman ve girêdidin û got, “Ya yekemîn li Ewropayê şert û mercên jiyanê her ku diçe dijwartir dibe, pir zehmet dibe. Hikûmet bi awayekî asayî giraniya hilbijartinê winda dike û rastgirên tund ku bi giştî ji aliyên mûxalîf pêk tên, gelek dengên nû bi dest dixe. Partiyên rastgir ên tund ji bilî li Portekîz, Danîmarka, Fînlandiya û Swêdê jî xurt dibin. Bi taybetî li Fransayê pêşketinekê bi dest dixin. Pirsgirêka herî mezin Îtalya û Fransa ye. Li Almanyayê her çend bi heman rengî bi pêş neketibin jî, piştî sosyal demokratan bûne duyemîn partiya herî mezin a Neo-Nazî.
Ya duyemîn, em difikirin ku polîtîkayên NATO’yê yên li ser Ewropayê bandorê li ser vê rewşê dike. Dema ku mijar siberoja Yekîtiya Ewropayê (YE) be, NATO dibe astengiyek mezin. Ji ber ku NATO Yekîtiya Ewropayê mecbûr dike ku ji sedî 2 dahata xwe ya neteweyî ji bo çekan xerc bike. Mînak ji bo Îtalyayê ev hejmarek mezin e. Tê wê wateyê ku 10 salan rojane xerckirina hejmarên gelekî bilinde. Ji bo vê jî saziya derecekirinê Moody’sê hişyarî dabû ku di çend salên pêş de dibe ku li Îtalyayê pevçûnên civakî rû bide. Ev rewş li Almanyayê jî encamên girîng bi xwe re tîne ku Partiya Sosyal Demokrat bi sedan mîlyar dolarî ji bo çekan xerc kiriye.
Ev hemû ji bo siberoja Yekîtiya Ewropayê guherînên xeternak in. Ji parastina xwezayê bêhtir, çek hene. Encamên hilbijartinan dê Parlamentoya Ewropayê hinekî din ber bi rastê ve bibe. Hilbijartinên nêz ên li Fransayê xwedî wateyeke mezin in. Tê peyîn ku piştî van hilbijartinan guherînên mezin çêbibin.”
‘Ji neyîniyên civakê sûd werdigirin’
Fabrîzîo De Sanctîs, destnîşan kir ku rastgirên tund li ser neyîniyên di civakê de tên avakirin xwe xwedî dikin û wiha domand, “Dîsa, ne şaş e ku mirov bibêje Ewropa bi polîtîkayên xwe yên teserûfê tevkarî li xurtbûna rastgirên tund kiriye. Ev hemû polîtîkayên teserûfê û polîtîkayên lîberal, nîşan dide ku nirxên piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê derketine holê, yanî têkoşîna gelan a li dijî faşîzm û faşîstiya Nazî û soza serferberiyê ya ji bo hemû gelan û dostaniya navbera neteweyan ji bîr kiriye.
Niha em bi taybetî li başûrê Îtalyayê, li Spanya û gelek welatên din bi rewşeke mezin a bêkariyê re rû bi rû ne. Li Fransa û Almanyayê jî pirsgirêkên mezin ên aboriyê hene. Wisa xuya dike ku Ewropa, bi polîtîkaya şer û bi çekkirina komî re, ji bo xizmeta berjewendiyên elîtên biçûk xwe bi rêxistin kiriye. Mîna ku em li Îtalyayê dibînin, aşkere ye ku zehmetiyên mezin ên jiyana rojane dihêle ku rastgirên tund sûdê werbigirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku rastgirên tund nikare pirsgirêkên îstîhdam, perwerde, aştî û tenduristiyê çareser bike.
Fabrîzîo De Sanctîs, da zanîn ku ew xwedî amûr û dîrokeke ku vê meyl û pêlên rewş ên li ser Ewropayê belav bikin û wiha axivî, “Nîvê hilbijêrên li Ewropayê dengê xwe nedan. Ev rewşeke gelekî bi fikar e. Li Îtalyayê cara yekemîn hema hema nîvê hilbijêran dengê xwe nedan, ev yek jî bêbaweriya li hemberî siyasetê nîşan dide. Wisa dixuye ku sazî pir ji gel dûr e. Em dengê xwe didin Parlementoyê lê parlamentoyê bêyî lihevkirina Konseya Ewropayê zagonan çênake. Li Ewropayê, ya ku siyasetê dimeşîne Konseya Ewropayê ye û ew jî gelekî demokratîk nîne. Lê îro bêguman firsenda me heye ku em ji nû ve bibin xwedî kontrol, siyaseta dij-faşîzm û refaha gelan ji nû ve bidin destpêkirin, bi gelên bindest re hevgirtineke rasteqîne pêk bînin.
‘Divê Ewropa polîtîkaya xwe biguherîne’
Ez bi taybetî gelê Kurd difikirim. Divê em li ser rewşa Abdullah Ocalan ku bûye sembol zexteke xurt li ser Tirkiyê bikin. Îro em nizanin bê ka Birêz Ocalan dijî yan na. Bi salan e malbat û parêzerên xwe nabîne, ev jî skandaleke gerdûnî ye ku em nikarin bêdeng bimînin. Ji bo ji Abdullah Ocalan agahî bê girtin û karibe mafên xwe yên însanî bi kar bîne, em ê têkoşînê bidomînin. Ewropa ne tenê polîtîkaya xwe ya navxweyî, divê polîtîkaya xwe ya navneteweyî jî bi destekkirina tevgerên azadiyê û gelên ku ji aliyê rejîmên otorîter ve tên tepisandin, biguherîne. Li Ewropayê teqez guhertin pêwîst e.”