Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Dê şerê gel ê şoreşger dawî li komployê bîne’

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî parve kirin.

YPJ’ê di daxuyaniya xwede diyar kir ku şerê gel ê şoreşger dê dawî li komployê û dagirkeriyê bîne û wiha got: “Pêvajoya komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê sala xwe ya 22’yemîn temam dike. Ev 22 sal e hemû hewldana hêzên komploger ew e ku têkoşîna bêhempa ya azadiyê ya ku Rêber Apo dide, di Girtîgeha Îmraliyê de di hucreyeke yekkesî de û di nava şert û mercên tecrîda girankirî de, asteng bike. Ji zarokên leheng ên kurdistanî heta tevahî gelê kurd û hêzên demokratîk û azadîxwaz tu carî ev komplo nepejirandin. Heta mirov bûn weke xelekên ji agir û bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ ji bo Rêberê gelan Abdullah Ocalan canê xwe feda kirin. Di heman demê de li hemberî vê pêvajoya komployê Rêber Apo bi vîn, têkoşîn û kedeke mezin bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin re, ji bo mirovên azadîxwaz bû çavkaniya hêzeke mezin. Rêber Apo ji bo herkesên ku ji bo azadiyê dijîn, bû hêza têkoşîn û berxwedanê, ev rastî bi rengek şênber di şoreşa Rojava de di pêşengiya YPJ’ê de derkete holê.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de weke dewamiya komployê di çarçoveya êrîşên dagirgeriyê de li Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk a dagirker ji exlaqên şer dûr, bi awayek hovane di şexsê gelê Kurdistanê de li dijî tevahî gelên bindest û ji bo azadiya xwe têdikoşe, polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê bi awayek kirêt nîşan da. Di roja 9’ê Cotmehê de êrîşeke bi vî awayî destpêkirin qet dîrokeke ne ji xwe ber, di heman demê de Girê Spî û Serêkaniya ku weke mozaîka gelan tê nasîn, gelên ku di çarçoveya pergala netewa demokratîk de xwe bi rêxistin kirine, di wateya feraseta ‘Yek netew’ de êrîşeke dagirkirina dil û mejî bû.

Artêşa YPJ’ê ya ku pêşengî ji şoreşa Rojava re kir, di heman demê de di kêliya ku jin û gelê herêmê rastî êrîşa giran a dagirkeriyê hatin, ji bo ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriyê biparêzin, destanên efsanewî nivîsandin. Li Girê Spî ku Delîla, Amara û Dilovanan bi lehengî raber kirin, her wiha di Serêkaniyê de rêhevalên weke Savûşka, Avaşîn, Rûheyv, Nûhal û Dilvînan bi berxwedaniyeke bê hempa bi dehan êrîşên dagirkeriyê şikandin. Ev destanên lehengiyê nîşan dide ku yek kolan jî bi hêsanî nehatiye dagirkirin. Di heman demê de ev berxwedanî ji bo me jî di warê parastina şoreşê û sekna li hemberî dagirkeriyê, şêwazê têkoşînê û berxwedanê nîşan da.

Ev ruhê berxwedanê di heman demê de bûye bersiva li hemberî hêzên hegemon ên ku komploya 9’ê Cotmehê pêk anîne û da nîşandan ku em ê ji bo azadiyê bê navber têkoşîna xwe bidomînin û tu carî komplo û dagirkeriyê qebûl nekin. Gelê Serêkaniyê û Girê Spiyê jî tu carî dagirkerî li ser xaka xwe nepejirandin. Em jî careke din dibêjin, em ê bi şerê gelê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê rawestin, xakên xwe rizgar bikin û şoreşa xwe ji her awayî êrîşan biparêzin. Ji bo me wek YPJ di şopa Zîn, Amara, Ronahî, Nûpelda, Nêrgiz û Zîlan Ereb de dem dema xurtkirina têkoşînê ye. Dem dema 10’ê Cotmehê Roja azadiya Rêber Apo pêkanîn, dawî li qirkirin, tecrîd û dagirkeriyê anîn û dema parastina şoreşê ye.”

‘Ji bo azadiya Rêber Apo serhildan’

Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyek dan û komploya 9’ê Cotmehê de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji berpirsyarên mezin ê vê komploya beriya 22 salan dest pê kir, Ewropa ye û wiha hate gotin: “Rêberê me bi hevkariyeke navdewletî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, radestî dewleta tirk a faşîst hate kirin ku di vir de dewletên Ewropayê bi rola sereke tevgeriyan. Dewlet û saziyên Ewropayê hîn jî li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêberê me astengiya herî mezin e. Ji bo ciwanên kurd êdî îşkenceya tecrîdê nayê tehemûlkirin û ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê me tu gaveke din têra ciwanên kurd nake.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rola herî girîng dikeve ser milê ciwanan û wiha hate domandin: “Di pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me de firsend û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê ciwanên kurd ên li Ewropayê. Li dijî komkujî, destavêtin, heqaret, dagirkerî, faşîzm û dîlgirtina Rêberê me dem hatiye ku em hêrsa xwe veguherînin çalakiyê, yanî dem hatiye ku em azadiyê misoger bikin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên kurd û enternasyonalîst hemûyan ên li Ewropayê dikin ku bi çalakiyên bênavber tev li pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bibin û bi hev re bêjin ‘Ji bo azadiya Rêbertî bi hev re serhildan’.”

Her wiha di daxuyaniyê de li gel tevlibûna li çalakiyên 10’ê Cotmehê bang li ciwanan hate kirin ku 17’ê Cotmehê li bajarê Mannheîm ê Almanyayê beşdarî meşa ciwanan mezin bibin.

‘Dema azadkirina Rêber Apo ye’

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) jî di daxuyaniya xwe de komployê şermezar kirin, berxwedan û serhildanên ku li dijî komployê bi bîr xistin û wiha gotin: “Bêguman ciwanê Apoyî pêşengiyê li van serhildanan dikin. Ciwanên Apoyî bi dilsoziya bi Rêber Apo bêyî dudiliyekê li hemû qadan rabûye serhildanê. Ciwanên Apoyî di serî de dijî faşîzma TC’ê û komplogeran têkoşîneke çalak daye, ev 22 sal in bi ruhê serhildana domdar li ber xwe dide.

Li dijî êrîşên faşîst em DGH û DGK-H a ku hêza herî dînamîk û pêşeng a bakurê Kurdistanê ne, em soz didin ku komploya navnetewî ya li ser Rêbertiya xwe pûç bikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Em careke din diyar dikin, pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ye, ya ku li hemû cîhanê bi destekeke mezin geş bûyî, em ê bi Pêngava Tolhildana Sor a DGH û DGK-H’yê serfiraz bikin. Pêngava me ya Tolhildana Sor wê komployê têk bibe û bêhna dijmin biçikîne. Bi vê wesîleyê em careke din bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û leheng dikin ku êdî bi faşîzma TC’ê nabe, li dijî vê dewleta faşîst em her devrê bikin qada serhildanê, bi çalakiyên domdar em jiyanê li dijmin bikin jehr. Her roja ku me Rêbertiya xwe azad nekirî em tune bihesibînin. Ji bo azadiya Rêbertiya me ku em kirine heyî, bi fikra ku azadiya wî azadiya me ye em bi çalakî têbikoşin, em her deverê bişewitînin, hilweşînin û hêrs û kîna Ciwanên Apoyî şanî dijmin bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar