Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin

Teqawid dê li dijî şert û mercên birçîtiyê ber bi Enqereyê ve meşekî li dar bixin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik diyar kir ku xizaniya teqawidan tercîha desthilatdariyê ye

Sînorê xizaniyê li Tirkiyeyê nêzî 5 hezar lîreyan dibe û li gorî daneyan; mûçeyê 8 milyon teqawidan ji 3 hezar lîreyan kêmtir e. Li dijî van şert û mercên birçîtiyê ku tên ferzkirin, ji çar aliyên Tirkiyeyê ve gelek teqawid dê di 15’ê nîsanê de ber bi Enqereyê ve bimeşin û di 16’ê nîsanê de jî li Anitpark a Enqereyê mitîngê li dar bixin. Li dar xistina meş û mitîngê biryara hevpar a Sendîkaya Teqawidan (Tum Emeklî-Sen), Sendîkaya Piştevaniya Teqawidan û Meclisa Teqawid-Rûspiyan hate dayîn. Teqawidî dixwazin ku mûçeyên wan bên zêdekirin, mafên wan ên sendîkayî bên dayîn û zemên li xurekan hatine kirin jî paşve bên kişandin. Têkildarî mijarê, Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik ji Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Kutlu re axivî.

Kocabiyik, diyar kir ku xizaniya teqawidan tercîha desthilatdariyê ye û heke bûdçeya ku ji şer re tê veqetandin dabûna teqawidan, tu pirsgirêk nedijiyan. Kocabiyik, da zanîn ku 14 milyon teqawid hene û wiha domand: “Em dixwazin mîna mirovan bijîn. Dibêjin çavkanî tune ne lê em baş pê dizanîn ku ev xizanî, tercîha desthilatdariyê ye. Sedema vê tercîhê jî ew e ku girseyeke îtaetkar ava bikin. Aliyê sermayedar, kapîtalîst û kargehên mezin digire. Xizan û karker bi xema wan nînin. Teqawidan bi gefa mirinê terbiye dikin. Lê em ê bi ya wan nekin. Em ê têkoşîna xwe bi rengekî rêxistinkirî bidomînin.”

 Nikarin xurekan bikirin

Bi domdarî Kocabiyik got ku mûçeyên wan ji kêmtirîn heqdest kêmtir e û axaftina xwe wiha qedand: “Teqawidî nikarin bo xwe xurekan bikirin. Bi zemên dawî re pişt li teqawidan hate şikandin. Em dixwazin mûçeye ewqas be ku bikarin weke mirovan pê bijîn. Debara xwe bi bermahiyên bazaran dikin û bi saetan di rêza nanê erzan de dimînin. Her cara ku diçin nexweşxaneyê, ji mûçeyê wan pere tê birîn. Em dixwazin para têkariyê ya di tenduristiyê de bê rakirin. Ji ber polîtîkaya desthilatdariyê teqawid terkî mirinê hatine kirin. Em jî dê li dijî van polîtîkayan li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar