Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Dê û kur bi qasî dengekî dûrî hev bûn lê nikaribûn hev bibînin!

Dayika Reyhan Temel ku bi angaşta “alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin û piştî 102 rojan hat berdan wiha got: “Li girtîgehê ez û kurê xwe bi qasî dengekî nêzî hev bûn lê belê me nikaribû hev du bibîne.”

Di 29’ê gulanê de kurê Reyhan Temel (56), Mehmet Zakîr Temel di operasyona “Tevgera Pençeyê” de jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê gava Reyhan Temel ji taziyeya kurê xwe ya li Edeneyê hat danîn vedigeriya gundê xwe Kopruçay ê Perweriya Sêrtê, di 11’ê hezîranê de li otogara Sêrtê hatibû binçavkirin û paşê bi angaşta “alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Temel, piştî 102 rojên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di 20’ê îlonê de bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.

Temel bilêv kir ku rayedarên dewletê ji wan re gotiye kurê wan jiyana xwe ji dest daye lê belê hîn jî wan cenazeyê xwe nedîtiye û nehiştine şîna xwe deynin. Temel, anî ziman ku di dema binçavkirinê de dozger jê re gotiye “Kurê te di nav HPG’ê de fermandar bûye” û bi vî awayî bi awayî derûnî bi ser wê de çûne. Temel bilêv kir ku wê jî ji dozger re gotiye “We kurê min kuşt ma ne bes e? Hûn ji hestiyê kurê min jî ditirsin.” Temel, da zanîn ku kurê wê Mehmet Temel (21) jî 3 sal in bi angaşta “alîkariya rêxistinê kiriye”  girtiye û got ku dozgerê Dihê çûye cem kurê wê yê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê û gotiye; “Me kekê te kuşt û me bi ser de diya te jî girt. Îja tu yê niha çi bikî?”

‘Bi qasî dengekî em dûrî hev bûn’

Temel bi bîr xist ku ew û kurê xwe di heman girtîgehê de bûne û wiha got: “Ez û kurê xwe bi qasî dengekî dûrî hev bûn lê me nikaribû hev du bibînin. Tenê me name ji hev re dişandin. Carina jî di deham hevdîtinên girtî de me hev du didît. Rewşeke pir êşbar e.”

Temel, ji ber bi şertê kontrolkirina edlî hatiye berdab mehê du caran ji bo îmzeyê diçe emniyetê. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar