Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin

Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), ji bo 766 herêmên 66 bajaran di 24’ê tebaxê de îhale da destpêkirin. Di nav van îhaleyan de 5 herêmên turîzmê yên Colemêrgê jî hene. Ji van deveran yek jê herêma Golên Cîloyê ye. Turîzmvan û çiyageran bertek nîşanî vê yekê da û ji bo wê gotin ‘felaket’ e.

Midûrê Otel a Şenlerê Îsmet Çîftçî diyar kir ku bi saya çiyager û turîstên ku havînan tên herêmê debara xwe dikin û destnîşan kir ku turîstên tên bajêr ji bo xwezaya bajêr tên û wiha got: “Ji xeynî vê kes nayê li van deran nagere. Tenê kesên xwezahez û çiyager tên van deran. Heger di bin navê lêgerîna ji bo madenan makîne bên van deran, helbet wê kes hew bê van deran. Gava cihên ji bo gerê nemînin wê turîzm jî tesîrê ji vê yekê bigire. Heger hûn rabin makîneyan têxin Zozana Berçelanê, Karadag, Golên Cîlo û Geliyê Cennet-Cehennemê ma yê mirov ji bo çi bên.”

 ‘Em qada madene naxwazin’

Çiyager Esat Kilinç jî destnîşan kir ku ji ber vê rewşê nerihet bûne û xwest her kes bertek nîşan bide. Kiliç diyar kir ku divê kes nehêle ev her pênc herêm bibin qadên madenê û ev tişt anî ziman: “Em baş dizanin li vê derê maden hene. Dibe ku maden bi kêrî herêmê jî bên lê ji fêdeyê bêtir wê zirarê bidin herêmê. Ji lewra dê deverên herî xweşik ên herêmê bên texrîbkirin. Ez bixwe li dijî vê yekê me. Dev ji xwezaya me berdin. Em naxwazin ev deverên xweşik bibin qadên madenê.”

‘Dê xwezaya bajêr bimire’

Midûrê Otela Starê Arafat Ozdemîr anî ziman ku ya dê bê kirin, wê bi kêrî gel neye û diyar kir ku dê xwezaya wan bi qadên madenan bê tunekirin û wiha domand: “Bawer nakim ev xwezaya xweşik li devereke din hebe. Li vê derê fabrîkeyeke me tuneye. Di dest me de tenê xwezaya me heye. Em turîzmvan zehmetiyên mezin dikişînin. Dahata me tenê turîst in ku ew jî ji bo xwezaya me tên. Heger makîneyên karî bên herêmê, em ê ji binî ve biqedin. Ji lewra wê xwezaya Colemêrgê bimire. Ji ber vê jî wê kes neyê. Ên tên, ji bo xwezayê tên. Ma wê kîjan turîst ji bo xwezayeke nebûyî bê?”

Welatiyê Qanadayê Nadîm Rafael Mekkî ku di çarçoveya geşta cîhanê de ji bo xwezaya herêmê hatiye bajêr, anî ziman ku 5 meh in digere, xwezaya Colemêrgê hew dibe û destnîşan kir ku wê madenvanî zirareke mezin bide herêmê û wiha got: “Ji bo parastina xweşkiya xwezayê ne hewce ye hûn tiştekî bikin, bes wê rihet berdin û dest nedinê. Esas ev pirsgirêkeke siyasî ye. Heya hûn siyasetmedarên xwe neguherînin, wê ev yek dewam bike. An hûn ê siyasetmedarên xwe biguherînin an jî divê hûn vê biryara ji bo lêgerîna madenê prostesto bikin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar