Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Dê zarokên me bi berxwedanê bi ser bikevin’

Malbatên girtiyên ku niha li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne piştgirî dan zarokên xwe. Malbatan dan zanîn ku daxwaza zarokên wan daxwaza wan e û xwestin demildest daxwazên girtiyên bi cih were û tecrîd bi dawî bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 143’yan de didome. Her wiha bi heman daxwazî çalakiyên ku li girtîgehanê bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî hatine destpêkirin didomin.

Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de malbatên girtiyên ku ketine grevê axivîn û piştgirî dan zarokên xwe.

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de du jê jî birayên hev Nevzat û Mehmet Kiliç in. Her du bira ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.

Nevzat Kiliç, di sala 1993’yan de hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê de ye. Mehmet Kiliç jî di sala 2013’yan de hatiye girtin û niha di Girtîgeha Bafra ya Samsûnê de ye.

Dayika wan Muhbet Kiliç (74) anî ziman ku ew du hefteyan carekê diçe Girtîgeha Odemîşê û kurê xwe Nevzat dibîne, lê belê 6 sal in nikare biçe Girrtîgeha Bafrayê û kurê xwe Mehmet bibîne.

Dayik Kiliç destnîşan kir ku divê tecrîdkirina Ocalan rojek berî rojekê bi dawî bibe û daxwaza zarokên wê daxwaza wan e û ew ê ji bo zarokên xwe heta dawiyê têbikoşin.

Di axaftina xwe de dayikê da zanîn ku divê tu kes xwe li bêdengiyê daneyne û her çend şehadet çêbûne jî lê wê tu carî dev ji daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bernedin.

Her wiha diyk Kiliç anî ziman ku ji ber zarokên wê di greva birçîbûnê de ye xwarin di qirika wê re naçe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd dixwaze agahiyê ji rêberê xwe bigire. Ev mafekî xwezayî ye. Lê dewlet naxwaze bibîne û bibihîse. Qanûnên xwe pêk nayne. Çav û guhên xwe girtiye û dixwaze zarokên me bimire. Sedema şehadeta zarokên me hikûmet e. Lê wê zarokên me bi berxwedana xwe bi ser bikevin. Niha cenazeyên wan jî direvînin û vedişêrin. Bi saya têkoşîna zarokên me dê aştî bê.”

Li hemberî girtiyan binpêkirin zêde bûn

Girtiyê bi navê Selahattîn Demîr ji sala 1992’yan heta niha girtî ye û ev 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Latîfe Demîr axivî û diyar kir ku pêkanînên kêfî yên li hember girtiyan bi taybet piştî grevên birçîbûnê zêdetir bûne.

Demîr anî ziman ku hevjînê wê di gelek girtîgehan de maye û niha jî li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê ya Samsunê dimîne û wiha got: “Di hevdîtina dawî ya telefonê de got ew jî ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye. Di 1’ê Adarê de 6-7 kes ketine grevê, lê 60 girtiyên bi mehan berê ketine grevê hene. Selahattîn got rewşa wan girtiyên ku beriya wan ketine grevê ne baş e û rewşa jî her diçe xirab dibe. Her wiha hevjînê min da zanî ku heta tecrîd ranebe dê çalakiya xwe bidomînin.”

Her wiha Demîr destnîşan kir ku divê CPT û desthilatdarî demildest dawî li bêdengiyê bînin û bikevin nav liv û tevgerê.

‘Hikûmet dixwaze zarokên me bimirin’ 

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye Remziye Karadag a 25 salî ye. Karadag ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wê Fîdan Karadag, bal kişand ser bêdengiya hikûmetê û wiha got: “Ma qey dixwazin ji girtîgehan cenaze derkevin? Rayedarên hikûmetê dixwazin zarokên me di girtîgehan de bimirin.”

Dayik Karadag, diyar kir ku gardiyan tim tahdê li keça wê û girtiyên li cem wê dikin û wiha domand: “Gardiyan xwendina sirûda îstiklalê li girtiyan ferz dikin. Lê ji ber girtî vê ferzkirinê qebûl nakin tên derbkirin.”

Tevî nexweşiya xwe jî bi biryar e

Her wiha dayikê destnîşan kir ku ji ber keça wê nexweş e diviya neketina grevê lê belê keça wê jê re gotiye ‘qerara min qerar e, ez ê têkevim greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha tiştek ji destê me nayê. Çima gel bêdeng e. Tenê ne keça min, niha bi sedan kes di greva birçîbûnê de ye. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Zarokên me ber bi mirinê ve diçin. Ma wê dayik çawa îdare bikin. Tu dayik nikare îdare bike. Çima CPT girtîgehan kontrol nake? Divê biçe hay ji rewşa kesên di greva birçîbûnê de çêbibe. Keça min li ber çavan dimire. Lê tiştek ji destê min nayê. Wexta nehatibû girtin 59 kîlo bû. Niha daketiye 39 kîloyan. Belkî çend hefte şûnde nikaribe telefon jî bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar