Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dê zivistanê şewb girantir bibe

Çend roj berê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat Wanê. Li ser vê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji ber rewşa pandemiyê ku her diçe zêdetir dibe, xwest bi Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re hevdîtinê çêbike. Lê belê Koca bêyî ku daxwaza odeyê qebûl bike ji bajêr çû.

Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç anî ziman ku bi hatin Wezîrê Tenduristiyê Koca re, rewşa Wanê ya di warê pandemiyê de piştrast bûye û got ku jixwe daneyên ku tên parvekirin jî ne rast in.

Yavîç diyar kir ku wê bi xizmetên parêzkar û tevdîrî pêşî li şewbê bê girtin û da zanîn ku divê testên pozîtîf divê zû bên tespîtkirin û li gor wê dereftên îzoalsyonê bên peydakirin û tedawî baş bê kirin. Yavîç destnîşan kir ku bi polîtîkayên heyî pêşîlêgirtina pandemiyê ne mimkun e û wiha domand: “Tenê bar li ser pişta gel tê kirin. Heger wisa bê wê pêşî li ber vê pêvajoyê neyê girtin. Helbet divê mirov hay ji tevdîran hebin û bi baldan tev bigerin. Heya polîtîkayên ji bo piştgiriya civakê neyên kirin wê pêşî li pandemiyê neyê girtin.”

Rojane 400 pêketî

Di axaftina xwe de Yavîç diyar kir ku li Wanê rojê 300-400 kes bi şewbê dikevin û ev tişt anî ziman: “Divê ev yek bi awayekî pir zelal bi civakê re bê parvekirin. Civak ji bo hay ji cîdiyeta şewbê hebe, divê zanibe asta tenduristiyê çi ye. Hema bibêje li nexweşxaneyan beşên awarte tije bûne. Beşên ji bo covîdê hatine veqetandin hema bibêje ji sedî 70’ê tije bûne. Heger bi vî rengî li dijî pandemiyê têbikoşin, dê di zivistanê de encamên wê girantir bibin.”

 Divê tevdîrên rast bên girtin

Her wiha Yavîç destnîşan kir ku tevdîrên beriya 1’ê hezîranê hatibûn girtin divê dîsa bên pêkanîn û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Heya polîtîkayeke giştî ya sîrkulasyona civakî kêm dike pêk neyê, wê civak bi xwe nikaribe tevdîran bigire. Bikaranîna maskeyan bi tenê ne çare ye. Divê Wezareta Tenduristiyê tevî saziyên civakiî pêvajoyeke şefaf bi rê ve bibe. An jî heger wisa dewam bike dê encamên şewbê girantir bibin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê tevdîrên rast bên girtin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar