Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Debara jiyanî

Piştî barana bariyayî xweşikbûnek cuda xwe li daran dabû. Di nava valehiyên darê de tîrêjên rojê xwe li derdor belav dikir û li kêleka wê hewayek pir hênik xwe li rûyê mirov dida. Herku diçû berbi asîmanan ve bilind dibû kevokên li herêmê, gelek corên din yên çukan jî li ser rêka wan bilind dibûn. Carna dihatin vedidan li ser çiqên wan daran û piştre bi dengeke bi hevre firdidan berbi asîman ve. Xwezayê êdî xwe bi rengê şînatiyan dixemiland, barana ku dibariya hêviyek dida. Ji derveyî gengeşeya bajaran jiyanek hîn cudatir li vir tê jiyan kirin. Lê di bajaran de qirêjî û feqîrî hakîm dibû, mirovên ku li wir jiyan dikin jî qet ne di xema wan debû ka çi jiyanê dobare jiyan dikin. Hukumetên wan tenê sozên xweş di gotin de ji wan re radigihandin. Lê mirovên li wir ne di ferqa zengîntî û xweşikbûna xwe debûn, li pey gotinên wan hejariya ruhî û fîzîkî jiyan dikirin. Di nava evqas xweşiktiya mirov û xwezayê de mirov di nava bajaran de feqîr, kor û vala dimînin.

Jina ku hevserê wê jiyana xwe ji dest dayî ji bo debara malbata xwe bike dest bi mamostatiyê kirbû. Bi miaşê ku digirt zehmet dikarî debara mala xwe bike. Rexmê ku xwarina wan ne têrker jî bo lê dîsan jî dikarîn zikê xwe têr bikin. Ma gelo jiyan tenê zik têrkirine? Di civakeke şaş de rêya rast debara xwe kirinê tune. Ya niha di tevahî cîhanê de tê jiyan kirin eve. Di kîjan alî de em dixwazin debara xwe bikin li me vedigere şerekê, di wateyek din de hejarî û xirabiyê tîne. Em çi dikin rê li kuştin, xirabûn, êş, feqîrî û bêrehmiyê vedike. Mirovên niha di dewletan de ne, şaş jiyan dikin. Dewleta wan li ser bingehê hesudî, kîn, li pey hêzê ketin, li pey meqam ketin, li pey daxwazên xwe yên kesî ketine. Di civakek wisan de jiyan kirin rê li şêwazên şaş yên debara xwe kirinê vedike. Weke leşker, polîs, siyasetmedar… wêdemê emê çawa bikarin rast debara xwe bikin. Niha em bi kîjan rêbazê dibe bila bibe debara xwe kirin, rê li hejariya kesên din vedike û hilweşîneke mirovahî dide avakirin. Wê ev çawa were derbazkirin? Bi rêya ku em ne li pey ezeztiya xwe, kîn, hesudî, meqam, çavbirçîtî û gelek mijarên din yên weke vana neketin, wê me ji vê xilas bike. Ger me têkiliya xwe ya di navbera mirovan de da guhertin emê guherîneke civakî jî jiyan bikin.

Civakek wisan ne pey kevneşopiyên malbatî, eşîrtî, partiyên cuda, tenê ji bo xwe xwestinê neket, wêdemê wê civakek di hindirê xwe de zengîn û rastiya xwe dîtibin re jiyan bikin. Tenê mirovên ku li pey rastiya hebûna xwe dikevin dikarin civakek nûjen bidin avakirin. Tenê mirovên xwedî heskirinin dikarin cîhaneke hîn xweşiktir û bi hemû aliyên xwe ve dewlemend bide avakirin. Di rastiya xwe de karê ku ji bo debara xwe hûn dikin, divê ji heqê wê werin der, ev dikanek rêvebirinek dibe heya mamostatî, dixtorî, muhendizî û hercorê karên din jî. Di van hemû karan de hûn li berin rêzgirtinek jî ji we re were diyarkirin û li gorî daxwaza civakê vî karî bimeşînin. Divê em rastiya civak dewletan bizanibin; belavbûnên netewî, êrîşwarî, hêrswarî, kîn û dijminahiya heyî nasbikin. Bi wê re hûnê rêya rast ya debara xwe diyarbikin. Yan hûnê bibin parçeyek ji wê ku heya niha hûn parçeyek ji wêne û dibin sedem ku ev xwe dobare bike û bibe malek yê cîhanê yan jî divê hûn rêyek rast ya debara xwe peydakirinê bibînin. Dayîk û babên we ji we bendewarin ku hûn peran qezenç bikin, di karên ku bê xwestek de ji bo pereyek bi destbixin jî mecborîn karbikin. Ji berku em tenê rehetiyekê, ewlekariyekê dixwazin bi wî perî û ev jî pêknayê. Rizîna hindirîn herku diçe mezintir dibe. Wisa didin diyarkirin ku divê herkesek bixwîne lê li aliyê din di dibistanan de ji 500 xwendevanan tenê 100 xwendevan digrin kar.

Evane hemû dibin sedemê bê karî, hejarî û êşê. Di çaxek wisa di her alî de teknîk û teknolojî pêşketî de cîhanek hîn dewlemend dikare were avakirin û kesek jî feqîr nemine lê hemû hêza heyî didin şeran. Şerên dewletan û şerên ku em di hindirê xwe de didin avakirin û xwe bi hêzkirinê didin pêş. Divê ev werin dîtin û ev şaştiyên he yên weke huquq, dewlet, polîs, leşker, siyasetmedar, teşeronên ku xwîna mirovan dimêjin, petronên ku mirovan jehr dikin ji holê werin rakirin. Li cihê ku we şaştî lê dît wê veguherîn çêbe, şoreşekî cewherî pêkwere. Tenê şoreşek wisa dikare civakek nû bide avakirin. Dewlet ecibandin û hemû saziyên dewletê parastin rê li hejarî, feqîrî, bişaftin, tecawûz û xwînmijiyê vedike.

Bawerim dema em biçukbûn me tiştek ji xwe re nedikir xem, jiyan ji me re pir cudatirbû, ji siharê heya êvarî di kolanan de dilîstin, li ber baranê govend girtin, bi lawiran re, axê re, daran re, dem derbazkirin û hezar tiştên weke vana. Dema em hinekê mezin dibin ev hestên he winda dibin û cihê xwe ji tirs, bêbawerî, hesudî, ezê çawa debara xwe bikim re dimîne. Hemû rojên me bi guman, gengeşe, nerehetî û nakokiyan derbaz dibe. Êdî dengê çûk, pelên daran, xweşiktiya asîman, stêrkan, girêdanbûna hevaltî û malbatî, têkiliya rast ya heskirin û evîndariyê ji me re pir tiştek xerîb tê. Herku diçe em êdî van xweşiktiyan winda dikin û tune dikin. Gelo me çima dengê xweşik yê çûkan, bedewbûna çiyayekê, xweşiktiya kulîlkekê winda kir? Hertim bi xwe û derdora xwe re di nava nakokiyan dene û ji bo piçekê rehet bibîn jî dîsan berhemên aqlê mirov şêwe dide pey dikevîn.

Bi xwe re bibin yek û hinek pirsên ku jiyana we eleqeder dike ji xwe pirs bikin da ku hûn bikarin bersivên jiyana heqîqî bibînin û pêre jiyan bikin. Daku hûn êdî bes koletiya hêzên serdest bikin.

Nûçeyên Têkildar