Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e’

Hevşaredarê Şemrexê Hamdîn Demîr ê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin, diyar kir ku DEDAŞ û polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ji şewatê berpirsiyar e û got: “DEDAŞ li vir pirsgirêka herî mezin e.”

Her kêliya ku diçe bîlanço û êşa şewata li gundên navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê zêdetir dibe. Ji gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve heta niha 10 welatiyan canê xwe ji dest daye û şîna wan li hatiye dayîn û serdanên wê tên kirin. Li aliyê din jî hê jî cenaze tên veşartin.

Hevserokê Şaredariya Şemrexê Hamdîn Demîr jî ji gundê Kelekê ye û 10 xizm û merivên wî di şewatê de canên xwe ji dest dan.

Hevşaredar Hamdîn Demîr têkildarî sedema derketina şewatê axivî û bi bîr xist ku ew şev tofanek rabû û bi hatina bayê zêde re şewat li her deverê belav bû.

Demîr anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariya wan di kêliya ewil de xwe gihandin cihê şewatê û wan ji bo xwe rewşa awarte ragihand û tîmên Walîtiyê û AFAD’ê pir dereng mudaxileyî şewatê kirin. Demîr da zanîn ku tîmên mudaxilekirinê yên walîtiyê û qeyemeqamiyê ber bi vemirandina agir ve mudaxile li şewatê kirin û got: “Tîmên agirkujiyê yên dewletê destpêkê mudaxile nekirin. Tofanek mezin qewimî. Carna telefonê dikişand carna jî nedikişand.”

Demîr destnîşan kir ku ji ber derengmayîna mudaxileya li şewatê ev yek bû sedema mirina gelek welatiyên wan û wiha got: “Dixwazim vê bêjim; dema ku DEDAŞ dixwaze mudaxileyî trafoyekî bike bi sedan leşker bi xwe re tîne gund û zilmê li gundiyan dike. Wextê ku bixwaze trafoyan radike û tamîran dike. Lê ji bo alîkariya me nehatin. Xelkê me hewl da ku agir vemirîne lê derfetên me têr nekirin. Lê agirek bi felaket derketibû. Ji nişka ve li tevahiya herêmê belav bû. Agir bilind dibû. Felaketek mezin bû. Hemû şaredariyên me seferber bûn û me mudaxileyî şewatê kir.”

 ‘Pirsgirêk polîtîkaya çandiniyê û DEDAŞ e’

Demîr destnîşan kir ku polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ya li herêmê dibe sedema her cure bobelatê û wiha got: “Polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ji bo xelkê me tiştekî nake. Cotkarên me, xelkê me neçar dimînin ku cara duyemîn zeviyên xwe biçînin. Ev bi xwe re şewitandina û her cure felakete tîne. Ji ber çandina dewra duyemîn cotkar neçar dimînin ku pirêzeyên xwe bişewitînin. Her çend qedexe be jî cotkar dişewitînin. Dewlet çiqasî bêje û nebêje jî di vir de berpirsiyar e û pirsgirêka herî mezin a wan e. Ji ber ku li vir polîtîkaya çandiniyê nîne. Heke polîtîkayek çandiniyê hebûya, cotkaran pêdivî bi şewitandina pirêzeyan nedidît. Ya din jî xetên ceyranê yên DEDAŞ’ê pirsgirêka herî mezin e. DEDAŞ zilmê li vî xelkî dike. Li herêmê yekane çavkaniya debarê çandinî ye. Û DEDAŞ ceryana gel qut dike. Têlên ceyranê jî pirsgirêk in. Ew dikarin ji bo rakirina trafoyekî bi sedan leşker bişînin lê nizanin werin xetên ceyranê, dîrekan û trafoyan tamîr bikin. Kontrol û tamîr tune ye. Di vê rewşê de jî zilmê dike. Ji sedî sed DEDAŞ di vir de pirsgirêkek mezin e. Ya din jî ew e ku hewcedariyek lezgîn bi polîtîkaya çandiniyê heye.”

Demîr da zanîn ku medya tirk-nêzî îktidarê ji bo şewatan gelek xemsar tevdigere û got: “Heke ev bûyer li deverek din pêk bihata, wê hemû medya biçûya ji wir weşanan bikira û nûçeyan çêkira. Medya jî dixwaze ser rastiyan bigire. Ewqas merivên me mirine û birîndar in lê kes behsa van nakin û dixwazin serê bigirin. Dibêjin ‘ji ber şewata pirêzeyan’ û ser vê felekatê digirin. Em dixwazin ev der, herêma me wek Herêma Afetê were ragihandin. Xesarek mezin li vir bûye. Em dixwazin xesara mirovên me bê dîtin û alîkarî û piştevanî bo wan were temînkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar