DEDAŞ’ê, li Silopyayê gundikê Kortikê bê av û ceryan hişt. Welatiyan bertek nîşan da û wiha got: “Me dev ji şîna xwe berdaye em ketine etra ceryanê.”
Du roj berê DEDAŞ’ê ceryana gundikê Kortik ê gundê Xerabreş a Silopiyaya Şirnexê birî. DEDAŞ’ê bi hinceta “heqê ceryanê nedane” ceryana gundik birî ku nifûsê wê nêzî hezar kesî ye. Her wiha ji ber vê ava gundik jî qut bû. Welatiyan anî ziman ku ji ber hin malbatan heqê ceryanê endaye ceryana hemû malan hatiye birîn û bertek nîşan dan.
Fadîle Aytiş bilêv kir ku gava ew çûne şîna xizmekî xwe ceryan hatiye qutkirin. Aytiş diyar kir ku ev neheqî ye û anî ziman ku ji ber vê ew mecbûr mane avê ji cînaran bînin û wiha got: “Ji xwe pere hebin wê heqê ceryanê bidin. Lê tune ye. Çima mirovan nerihet dikin. Derve germ e. Ava vexwarinê tune ye. Me nikaribû ava cemidî bide kesên hatin şînê. Bi qasî şînê em ji ber ceyanê jî mexdûr bûn.”
Sore Atîlla ku ew û kurê xwe tev de ji ber gurçikên xwe nexweş in, diyar kir ku ji ber klîma naxebitin nikarin li hundur bisekinin. Atîlla bilêv kir ku ji ber gurçikên xwe ew ava dawerivandî vedixwin lê belê ji ber ceryanê nikarin vexwein û got: “Pereyê me tune em ava hazir jî bikirin. Em nikarin qijiya xwe jî bikin.”
‘Em ketine etra ceryanê’
Buşra Oltûg ku şîna wan heye, destnîşan kir ku gelek xizmên wan nexweş in û wiha got: “Nikarin li hundur bisekinin. Em nikarin xizmeta wan jî bikin. Her wiha mirov tên şînê. Me dev ji şîna xwe berdaye em ketine etra ceryanê. Xwarinên me giş xera bûne.” ŞIRNEX