Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

DEDAŞ’ê hişyarên endezyarên ceryanê paşguh kir

Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût destnîşan kir ku dema DEDAŞ’ê enerjî bibe cihekî divê tevdîrên can û mal bigire, pêşî li qezayên pêk tên bigire û wiha got: “Heke dîrek neyên paqijkirin, derdorê wan neyê rastkirin ev yek dibe sedema şewatê. Me ji bo lênêrînên van ên rêk û pêk werin û ji bo enerjiyekî baş were dayîn hişyariyên xwe kiribûn.”

Ji ber dîrekên DEDAŞ’ê di navbera Amed û Mêrdînê de 66 km cih û warên ajalan, zevî, erd, daristan şewitîn û 15 welatî û bêhejmar ajal jiyana xwe ji dest dan. Bertekên li dijî şewata di 20’ê hezîranê de derketine didomin. DEDAŞ’ê û Walîtiya Amedê ji bo sedema şewitîna hezaran donimên zeviyan gotin ku “şewitandina pirêzeyê” ye lê belê şahidên bûyerê û pêşrapora dozgeriyê, Walîtî û DEDAŞ’ê diderewîne. Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê da zanîn ku sedema şewatê ne şewitandina pirêzeyê ye û diyar kir ku li xetên ceyranê yên ji zeviyan derbas dibin li dijî şewatê tevbîr nehatine girtin.

Heserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût têkildarî şewat û pêkanînên DEDAŞ’ê yên li herêmê axivî.

Bûlût anî ziman ku wan li herêma şewatê lêkolîn kirine û diyar kir ku 2 ji wan hesin yek ji wan dar 3 dîrekên ceyran hene û wiha axivî: “Dîreka dar di navbera 2 direkên hesin de cih digire. Di van her sê dîrekan de jî ceyran heye. Lê belê li gorî îdiayên DEDAŞ’ê her kîlometre û nivekê dîrekên ceyranê nîne. Dibêjin ji ber trafo hatine jêkirin, ceyran nayê dayîn. Sedama ku DEDAŞ dibêje di van her sê dîrakan de ceyran nîne ev e lê belê di hersê dîrekan de jî ceyran heye.”

Bûlût da zanîn ku dema DEDAŞ’ê enerjî bibe cihekî divê tevdîrên can û mal bigire, pêşî li qezayên pêk tên bigire û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber guherîna demsalana di têlên ceyranê de ji ber germbûnê diqebirin, sermayê de şid dibin. Ev yek têlan bêhtir tîne xwarê û dibe sedema çêbûna çirûşkan. Heke dîrek neyên paqijkirin, derdorê wan neyê rastkirin ev yek dibe sedema şewatê. Me ji bo lênêrînên van ên rêk û pêk werin û ji bo enerjiyekî baş were dayîn hişyariyên xwe kirin.”

Bûlût bi bîr xist ku şîrket ji ber armancên qezenckirina pereyan tên avakirin û bilêv kir ku ji ber vê yekê divê şîrketên belavkirian ceyranê werin îstîmlaqkirin û wiha got: Ji ber ev şîrket bêhtir bazirganiyê dikin, hişyariyan guhdar nakin. Feraseta bazirganiyê ev e. Em çi jî bikin dê feraseta bazirganiyê xwe bide pêş. Divê şîrketên bazirganiyê bêhtir girîngiyê bidin van karan. Wekî din divê mirovên li heremê jî di vê mijarê de werin ronîkirin. Divê herêm werin diyarkirin, dîrekên li van deran werin nûkirin, ji dest werin derbaskirin, bêyî ku zirarê bide can û mal werin rastkirin.”

Bûlût bal kişan ser encamên xirab ên şewat, anî ziman ku ji bo zirara welatiyan were bersivandin divê demildest herêmên şewatê wek “herêma karesatê” werin îlankirin û ev tişt gotin: “Piştî zirara çêbûye hate bersivandin divê dewlet ser navê raya giştî hesaba vê yekê bipirse.”

Sorgûl Aytek Avşar a di nav şandeya li herêma şewatê lêkolîn kiriye de cih girtiye jî diyar kir ku wan di herêmên çolter de tespît kirine ku sîgorteyên enerjiya navîn nînin û got ev yek jî diyar dike ku ev şîrket taybetî jî li herêmên çolter rezemeniyên baş nakin. Avşar axaftina xwe wiha domand: “Heke hûn qada raya giştî pêşkeşî şîrketan bikin hûn ê xizmetê nabînin. Ji ber ew der êdî hatiye dewrkirin û bûya qada kar. Wekî fabrîkayekî, karekî ku pere bîne bifikirin. Hatiye wê astê. Mekanîzmaya venêrînê jî li ser şîrketan baş neyê meşandin.”

Avşar da zanîn ku divê mekanîzmaya DEDAŞ’ê kontrol dike xurt be û wiha pê de çû: “Heke hûn qadekî raya giştî taybet bikin divê hûn mekanîzmaya venêrîna wê jî ava bikin. Lê belê mekanîzmaya venêrînê baş nayê meşandin. Ev xizmetekî raya giştî ye ne xizmetekî din e. Qada ku gefê li can û malê me dike ye, divê bi tu awayî neyên taybetkirin.

Avşar bal kişand ser kêmaniyên li qadên çolter tên jiyîn û derbarê tiştên divê bên kirin de wiha got: “Divê demildest DEDAŞ li wan herêman başkirinekî bide destpêkirin. Divê razemeniyan pêş bixin. Divê ev razemenî ji hêla mekanîzmayên kontrolkirinê werin şopandin. Divê dîrekên dar bi temamî werin rakirin. Divê xetên ceyranê ji nû ve werin raxistin û cihên zêdek hatine kirin divê werin başkirin. Divê girêdana van xetan baştir were kirin. Li aliyê din divê welatî di hêla şewitandina pirêzeyan de werin perwerdekirin. Tiştên bi vî rengî jî hene. Şûşeyên cam jî dibin sedema şewatê. Lewma divê civak were ronîkirin. Êdî divê em di vê mijarê de rêbazekî bibînin. Ji ber gefê li canê me, malê me û xwezaya me dixe. Di vê mijarê de divê em gelek tiştan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar