Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede derbarê çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan axivî û diyar kri ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Ocalan azad bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 18’an de didome. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, derbarê çalakiya greva birçîbûnê de axivî û diyar kir ku divê tecrîd rojek zûtir rabe.

Dede diyar kir ku hêza Ocalan a ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike heye û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Ocalan azad bibe. Di rewşeke wiha de wê çareserî bandora xwe li hemû qadan bike. Wê bandor li Rojava, Başûr, kedkar û karkeran bike. Wê pêşî li çareseriyeke topyekûn vebike. Tecrîd bandora xwe li hemû civakê dike. Divê herkes piştgiriya rabûna tecrîdê bike. Tecrîd ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka hemû kes in li Rojhilata Navîn dijîn e. Bêhiqûqiya li Îmraliyê derbasî her derî dibe. Mafê herî mirovî yê girtiyan tên binpêkirin. Li dijî girtiyan muemeleyên xirab hene û cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn.”

Ocalan vîna bi milyonan e

Dede derbarê pergala tecrîdê de jî, da zanîn ku mînakên pergala Îmraliyê li tu dera dinyayê tuneye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan li vir ne bi tenê ye. Îro Birêz Ocalan deng û vîna bi milyonan e. Derketina dengê Ocalan wê bibe sedem rehetbûna Rojhilata Navîn û destpêkirina pêvajoyeke nû. Dema ku pêvajoya çareseriyê berdewam dikir pirsgirêkên micid nedihatin jiyîn. Lê çawa ku hevdîtin bi dawî bûn li erdnîgariya me qetilkirina mirovan dest pê kir. Mirov ji neçarî penaber dibin, av û axa xwe terk dikin. Di hêla aborî de zehmetiyên mezin dikişînin.”

Krîza aborî

Her wiha Dede anî ziman ku heta tecrîd ranebe dê krîza heyî bi dawî nebe û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Heke tecrîd nebûna û ‘Pirsgirêka Kurd’ bi rêyên demokratîk bihatina çareserkirin wê aboriya Tirkiyeyê ji şer re nehatine veqetandin. Heke tecrîd nebûna wê mirovan daxwaza mafên xwe bikira û demokrasî li vî welatî bi cih bûna. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe û pevçûn bidomin wê krîz jî berdewam bike. Muxatabê pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Her çiqas hûn pirsgirêk tehn bidin û nexwazin bibînin jî rastî ev e. Lewre divê bi Birêz Ocalan tev li muzakereyan bibe û pê re hevdîtin bên kirin. Rêya vê yekê jî rakirina tecrîdê ye. Piştre jî pêkanîna azadiyê ye. Wê ev bi Tirkiyeyê bêhn bide standin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar