Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...
Pazar - 21 Temmuz 2024

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Dehhezaran li Strasboûrgê komplo û tecrîd şermezar kir

Ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re, bi dehhezaran kurdistanî û dostên wan li Strasboûrgê meş û mîtîng li dar xist. Di çalakiyan de peyamên hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, hevseroka KCD’ê Leyla Guven û çalakvanê greva birçîbûnê Nasir Yagiz jî hatin xwendin

Li Strasboûrgê bi dehhezaran kurd û dostên kurdan kom bûn, tecrîd û 15’ê Sibatê şermezar kirnig û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Leyla Guven ji Amedê peyam şand û diyar kir ku heta ew encam bistîin dê li ber xwe bidin û berxwedana wan dê bi ser bikeve.

Bi dehhezaran kurdistanî û dostên wan ên ji gelek welatên Ewropayê kom bûn, ji bo şermezarkirina 20’emîn Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêbere Gelê Kurd û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, li Strasboûrgê meş û mîtîng li dar xist. Kurdistanî û dostên wan di danê sibehê de ji welatên Almanya, Swîsre, Belçîka, Awûstûrya û gelek welatên din ên Ewropayê bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Welatî bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve meşiyan û li qada mîtingê kom bûn.

Qad bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan da

Di mîtîngê de çalakvanan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.  Hêzên ewlehiyê yên Fransayê jî li rêyên ku meş lê hat lidarxistin û li qada mîtîngê ya Reu Des Vennaûxê tedbîrên zêde yên ewlehiyê girtibûn. Li ser dika mîtîngê pankartên bi nivîsên ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ û  pankartên ku ji bo rakirina tecrîdê bang li CPT û Konseya Ewropayê dike hatibûn vekirin.

Bayik peyam şand

Di mîtîngê de hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr axivî û diyar kir ku gelê kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, çalakiyan li dar dixe. Goksûngûr çalakiyên greva birçîbûnê bi bîr xist û got ku dê gelê kurd faşîzmê hilweşîne û tecrîdê bişikîne. Her wiha hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik jî peyamek şand. Bayik got ku êdî tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Bayik anî ziman ku berxwedana mezin a gelê kurd dê tecrîdê bişikîne û ew ê Ocalan û Kurdistanê azad bike. Bayik bang kir ku her kes li dora pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ kom bibin û têkoşînê li her derê belav bikin.

Xelîl: Dê Efrîn jî azad bibe

Di mîtîngê de li ser navê TEV-DEM’ê jî Aldar Xelîl axivî û got ku dê bi berxwedana gelê kurd a li her dera cîhanê, tecrîd bê şikandin. Xelîl diyar kir ku dê Efrînê jî bê rizgarkirin û bi Rêbertiya azad, Kurdistana azad ava bikin.

Peyama Guven hat xwendin

Her wiha di mîtîngê de peyamên hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 101 roj in di grevê de ye û Nasir Yagiz ê li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 88 roj in di grevê de ye jî hatin xwendin. Guven bi rêya dîmen peyam şand û wiha got: “Meşvanên Meşa Dirêj berxwedêrên li qadê hêz dane min. We tevan silav dikim. Berxwedana di serî de li çar parçeyên Kurdistan, li nava zindan û Strasboûrgê gihiştiye qonaxekî krîtîk û girîng. Ji bo vê erkekî mezin dikeve ser milê gelê me yên li Ewropayê. Hûn bûn sedemê ku dengê me li cîhanê belav bibe. Heta ku tecrîd bidome qet azadî pêk nayê. Azadiya me tevan li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye. Di serî de jin, ciwan û hemû civaka kurd dîsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi yekpareyî bi Îmraliyê re di nava tecrîdê de ne. Em vê dibêjin, bi hêviya ku vê rast bibînin û encam bibe. Ev tecrîd, mifteya aştiyê ya li Rojhilata Navîn hatiye girtine. Em di demekî pir xeter re diborin, xwedî dozekî bi maf û rewan e. Şerê me şerê mirovahiyê ye. Şerê me şerê azadiyê ye. Me berdêla vê da û hê jî didin. Dibe hinek ji me şehîd bibin lê ya girîng ewe ku çalakî bi encam bibe. Ev armanc jî nêz e, em pir nêzî serkeftinê bûne. Bang li her kesî dikim ku heta ev çalakî bigihêje encamê divê her kes li dora çalakiyê bibe yek. Heta niha em bi berxwedanê serketin, ji niha û şûnde jî em ê bi berxwedanê ser bikevin. Em ê bi teqez bi ser bikevin.”

Yagiz: Gelê kurd dîrokê dinivîse

Peyama Nasir Yagiz jî wiha bû: “Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qet napejirînin. Gelê kurd bi vê berxwedanê dîrokê ji nû ve dinivîsîne. Gihiştina serketinê di destê gelê kurd de ye. Ya girîng mezinkirina berxwedana û li her qadê belavkirina wê ye. Divê gelê me yên li Ewropayê hê zêdetir xwedî li berxwedana Strasboûrgê derbikevin. Hêviya min heye ku bi berxwedanê Ewropa bê hejandin û neçarî bikin ku biçin deriyê Îmraliyê. Bila ev baş bê zanîn; heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin, bi wî re rast e rast hevdîtinek pêk neyê em dev ji vê berxwedanê bernadin. Ji derveyî vê rêyeke din a aştiyê nîne. Divê li hemberî vê berxwedana gel bêdengî nemîne. Heta ku ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî dibe, divê em jiyanê rawestînin. Dem dema berxwedan, çalakî û serî rakirinê ye. Bila her kes li cihê lê rabe ser xwe. Enternasyonalîstên li Strasboûrgê silav dikim, dem êdî dema çalakiyê ye.”

Berxwedêrên greva birçîbûnê tev li mîtîngê bûn

Di mîtîngê de her wiha 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku ev 62 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne jî amade bûn. Dema berxwedêr derketin ser dikê bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana azadiyê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Li ser navê berxwedêrên greva Strasboûrgê Gulistan Îke axivî û ev tişt anî ziman: “Komploya navneteweyî negihişt armancên xwe. Em di serî de Leyla Guven, hemû berxwedêrên ji bo şikandina tecrîda li ser Oclana ketine grevê silav dikin. Em bi hêvîne ku dê tecrîd bişikê û bi vê hêviyê li ber xwe didin. Her çendî bedenên me bi hele jî, heta tecrîd bi dawî nebe, dê berxwedan bidome. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye. Berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkiriye dê bi teqez bigihêje serkeftinê.”

‘Berdêl çi dibe bila bibe dê têkoşîn bidome’

Piştî Îke hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî axivî û ji Ocalan re silav şand. Koç got ku tecrîd li ser hemû kurdan e û wiha derbirî: “Li pêşiya me du rê hene, yan teslîmbûn û serî tewandin, an jî jiyana azad. Rêber Apo azadiya gelê kurd û azadiya jinê temsîl dike. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê vê tecrîdê bişikînin. Em tecrîdê neşikînin, em ê nikaribin pêşiya qetlîam û qirkirinên li Kurdistan û gelê herêmê bigirin. Ev tenê bi şikandina tecrîdê dikare bê sekinandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar