Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewleta tirk ji ramanên Rêber Ocalan ditirse’

Jinên Reqayê yên beşdarî konê çalakiyê bûne nerazîbûna xwe ji bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta tirk ên li dijî Rêber Ocalan, nîşan dan û diyar kirin ku dewleta tirk ji ramanên Rêber Ocalan ditirse

Piştî belavbûna agahiyên li ser nebaşbûna rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û banga aşkerakirina rewşa Rêber Ocalan kirin.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Jinan a Reqayê bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye’, li çerxerêya Saetê (çerxerêya El-Elem) çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne axivîn û nerazîbûnên xwe li hemberî bêdengiya dewlet û rêxistinên mirovî nîşan da.

Jina bi navê Şêrîn Qewas bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha got: “Axaftina Rêbertî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re têrê nake, divê hevdîtin bi parêzeran û malbatê re çêbe.”

Şêrîn di dewama pirsa “Rêbertî çi sûc kiriye heta ku dewleta tirk ewqas siyasetên çewisandinê li dijî wî pêk bîne û hevditînên parêzeran û malbatê qedexe bike?” kir û ev bersivê da: “Rêbertî kesayetek bi bandor e. Fikr û têkoşîna wî bandor li tevahiya gelên cîhanê kir ku li dijî pergalên zordest derkevin. Divê hemû jin û şênî ji bo Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.”

Hevdîtin mafekî rewa ye

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Axaftina bi rêya telefonê têrê nekir ku em rewşa wî nas bikin. Her wiha nîşan dike ku dewleta tirk naxwaze rewşa wî aşkera bibe. Rêbertî xwedî taybetmendiyeke aştiyane û çareseriya demokratîk e. Dewleta tirk herî zêde ji nameyên Rêber Ocalan ditirse, bi taybetî yên têkildarî jinan. Ji lew re hevdîtinan qedexe dike.”

Meryem diyar kir ku hevdîtina mafekî rewa ye û bang li rêxistinên mirovî û welatên kir ku zextê li dewleta tirk bike ji bo ku hevdîtin bi Rêbertî re pêk werin.

Hale El-Mûsa jî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê bi vê peywendiya telefonê dixwaze komployeke din li dijî Rêber Ocalan pêk bîne û wiha got: “Em ê berxwedan, têkoşîn û serhildanê dewam bikin heta daxwaza me û serokê me azad nebe, em dê têkoşîn, berxwedana xwe mezin bikin, heta ku rêber Ocalan azad dibe.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar